Çavxezela Helepçê

Min dikir dest bi nivîsîna “Selahaddin, Axx, Selahaddin” bikira… Dîsa hat. Bi dîdema xwe ya awirxezalî, do êvarê jî xewê wer li min “herimandîbû.”

Mîna îro tê bîra min; li hembêza bavê xwe di pêçekê de, li tenîşta şîpanê, li erdê li hember jehra ji asîmana xezebê hatî re, giyana xwe berhewa dike, hildide, ji asîmanên balûpal ên welatê pîroz re didifûre; di ser re 22 sal derbas bûne; ew kêçika piçûk a ku hê çîkolata nexwarîbû, qet firfirokan nefirandîbû, a niha çi ciwan, şimşat, çi ecêb zanyar e! Ew niha xemrevîneka delal… Nîşana giyanberzî ya payîdar e.

– “Pir bi hers î, hersa xwe bi hiş û agirê evîna dilê xwe bidezgînke!, got.

– Tu tûşî li mezintirîn zilma mirovan bûyî, çawan dikanî wer dilaram û mîrovevîn bî?

– Hek tu di kelakela agirê Qamişloyê de bi wê azweriyê, niha li ser Selaheddînî binivîsî, nikanî edil bî. Hers şîretkareke qenc nîne. Bizan ku, hek tu edîl nebî, nikarî riya rastiyê jî bibînî.

Kurdbûn şêweyeke jiyînê ye. Hestiyariya jiyanê ya hezarsalîn e; xweseriya wê, di gewherên resen de veşartî ne. Hek tu xwe fêrî hizirkirin û ramanê nebî, hek zimanê xwe yê çewto-mewto paqij û zelal nekî, tu nikarî ti çêjî jê bigrî. Hek tu nikaribî mîna kurdekî hesta şadî û şanaziyê nasbikî, tu nikarî ji kurda hez jî bikî
– Em le’netî bûne, ma em çawa dikarin ji hev hez bikin?

– Yên ku ji we re “le’netan dikin”, hun bi xwe ne, yê ku ez kuştime, ne Seddam e; ew bi tenê “tetîkvan” e. We ez kuştime.

Jehrên gazan laşê wê sotin, awira wê dil û canê min.

– Hin tişt henin, tu nikarî wan bipaş de bizîvirî, vîya baş bizan; gotinên hatî gotin, jiyana borî, tiştê bûyî û kesê mirî!

Îro, dev jê helbestan berde, xew û xewnê ji bîr bike, leqayî min nebe, belaya xwe bi Selaheddîn jî nede, ji bo ku bikarîbî agirê hezkirin û evînê, tevî bi her tiştî jîndar rabigrî, li giyanê bigere, bila Newroz alîkarê te be, li giyana xwe bigere û wê her berz bigre, tenê wê gavê ez ê her tim bi te ra bim;

Bingeha ramyara qenc û axaftina qenc giyan e, got û çû.

***
Giyan?

Di zanyariya Zerdûştî de; mirov ji sê hêmanan pêktê; laş, giyan û hiş. Giyan tewreke agirê ye; jê za bûye -ew destpêka çalak û aktîv a gerdûnê ye. Agirê rastî û evînê ku di dilên mirovên çak da bi pêt û ar e.

Em kanin bibêjin ku di kurdîyê de, yê ku ruh û laşê vedibêje, heman gotin e. Can –giyan, ew hem laş e, hem jî ruh e. Can, bi hêla xwe ya ruhî ve, Ez’a mirov e. Ya ku berê xwe ber bi xwe de, ber bi dinê de zivîriye; can, enerjî û çawkaniya jiyanê ye; ya ku ji me re şevq û hêza hezkirin û kînê, keser an şabûnê, ken û girînê dide. Ya ku di me de taybetiyên kêrhatî yên dilovanî û mihrîvaniyê avadike. Di trajediya xwe re hestiyariyê hişyar dike, zîrektiya me ya serwextbûna wateya jînê bi vê ve avadan e, di jenîna reha gerdûnê de, di heşir-neşira me ya bi ciwanî û çêyiyê de, di aheng û kaosa jînê de, di helbest honandin û stran bestînê de, di sotin û gîryanên me de, her “tiliyên” wê hene.

halepce1

Mirovê nûjen ê dema me pêwistiya bi Metafîzîkeka Giyanî ya nû ye.

Lewra, tev zanyarî û medeniyetên xwedayî û dinyayî yên ta roja îro, neêşiyan bi tena serê xwe, ji mirovayetiyê re şadî û aramiya jiyînê garantî bikin.

Mirovayetî, îro bi pêwîstiya sentezeke medeniyeteke nû, ya ku ji ceribandinên tev şarsaniyetên ta niha berztir e, rû bi rû ye. Felsefeya antropolojiyê ya nûjen a ku îro di navbera kulturên Rojava û Rojhilatê de berê xwe daye li sentez û şiroveyên nû, bala me dikşîne li ser çawatiya gewhera giyan û pirsgirêkên hizirkirina mirovî.

Niha, dema Newrozê ye, dema xwe tîrkirinên -konsantrekirinên li ser xwe bixwe, li ser bingehên qencî û rastîyê, dilovanî û camêriyê; xwe ji nû ve naskirin û şîrove kirinê ye…

Bawerzîna Newrozê; bi giyaneke resen û çalak, harmoniyek pêkhêner a ahenga mirovî ya ji wan nirxan mîsoger dike.

Çi mixabin, çawa li herderê, wer di nav kurdan de jî, wa ye, ew aheng û lihevhatina hestiyarî û yê entelelktûalî, yê laşî bi yê giyanî bi tundî û xeşimî hatiye xerab kirin.

Dema giyan jar dibe, zorbetî û werankerî serdest dibe. Di wan deman de giyan hestiyariya xwe ya xwe parastin û xwe berzkirinê wenda dike. “Qiyamet û felaketên” rastîn jî jixwe ew e.

***

Newroz e, xem nexwin, di her mirinan re; em ê cardin, bi berzkirineke giyanî xwe vejînin, çavxezala Helepçê, evînê, ji min’r, cardin wer got!

***

û got (16.03.2013);

Selahadînî xwest fermana Enfalan li ser kurdan rake. Tîrêjên şaristaniyeke diyar kir ku bingehên wê ji qencî, hamiyetan, camêrî û dadweriyê pêk tê…

Kaosa dinyayê serrast kir, ahengeke nû dayê û çû.

Lê, Enfala li ser kurdan ji n û ve ajda. Di şîfreya Fermana Enfalê de nakokiyên şaristanan veşartiye.

û got (16. 03. 2014);

Dewleta te tunebe; de Helepçeyên te hebin!

Lanet e ku Helepçe hê jî di nava sînorên Enfalciyan de ye. Zilm e ku Helepçê hê jî ne bi serê xwe ye. Ji qetla mirov dijwartir, jiyîna bihevra ya bi qetîlên xwe re ye. Bi mirina Seddamî, Kimyewî Eliyan kujer paqij nebüne. Qetîl li wir, li keleka hindirîn, li ser serê Helepçê li pey amadekariya Enfalên nu ne!

Ne veavakirina Helepçeyê weke “wîlayet”, lê veavakirina wê weke welat a serbixwe, bi tenê kare, Helepçeyê vejîne.

Ji bîr neke! Dewleta te tunebe; Helepçeyên te dê her hebin!

Di 16ê Adaran de

Yaşar Abdulselamoğlu
Bitlisname

Derbar ziman

Check Also

Gelo Kurd Bi Alfabeya Latinî Dibin Ateîst ?

Du-sê roj berê camêrek bi navê M.Y. (hem jî profesor e) li rûpela xwe ya …

Leave a Reply