Çavxezal a Qahir Bateiyî

Payîz e.

Mijdar e.

Li hawîrdorê min pelên zer hene.

Payîzê, nîşanê xwe li her tiştî, li her derê, li her kesî xistiye.

Di destên min de Çavxezal a Qahir Bateyî, ji deriyê hiznê de derbasê aliyê din, aliyê wêjeyê, aliyê bêdengiyê, aliyê xweseriyê, aliyê evînê dibim.

Bi her nivîsarê re Çavxezala min bi dengekî din, bi rengekî din, bi rûyekî din, bi rêyekê din, bi şêweyekî din derdikeve pêrgî min.

Dizanim, di her dilekî de Çavxezalek heye.

Herkes ji bona Çavxezalekê tê dinê, ji bona Çavxezalekê dijî, ji bona Çavxezalekê dinê diterikîne.

Lê hinek serdikevin, hinek têk diçin.

Çavxezala te ezmûna te ye.

Çavxezala te sir û raza te ye.

Çavxezala te rêiya te ye.

Ez di çîroka Çavxezalekê de têm jibîr kirin, tu di êşa delodînekî de xwe dibînî.

Min Çavxezala xwe dît, bi çavên dilê xwe.

Bi kul bû.

Bi kil bû Çavxezala min.

Tim nasnameiya evînê bi kul û kilê hatibû nivîsandin.

Tim kul para min, kil para te bû.

 

Ji Çavxezal a Qahir Bateiyî de çend ristên nivîskar:

 

*Dema ez mirim bila min di çavên te de veşêrin.

*Ji çavên te jiyan diherike û xwe berdide nava dilê min.

*Dilê min hîn jî xewnên çavên te dibîne.

*Min ronahiya çavên te bi salan di xeiyalên xwe de stirand,

min di tenûra dilê xwe de pat û paşî min ji evîndarên evîn di dil de maiyî re şand.

*Min çiqas ji te hez dikir tu ewqas ji min dûr diketî.

*Dilê min dagirtî iye ji rimên çavên te.

*Hîn jî di xilwetgeha çavên te de me…

*Te dilê min hem kiriye jîngeh, hem kiriye êşgeh.

*Di berbanga çavên te de bûme peleke weşiyayî.

*Çavên te dilê min ji bedewiya xwe re kire qurbanî.

 

 

Faik Öcal

Derbar ziman

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply