Çavên li ser darê

Çavên Şîlan û Zîlanê li ser şaxeke dara çinarê mabûn. Xwîn ji wan dinuqutî, bi zorê derdora xwe didîtin. Çavên Şîlanê deng li yên Zîlanê kirin:      
– «Zîlan, ma ew dilê ku li ser cadê di nav lingan de diçe û tê ne yê te ye?»
      Çavên Zîlanê bi dengekî xemgîn bersîva yên Şîlanê dan:
      – «Belê, ew dilê min e, ka yê te li ku ye?»
      Wê êvarê Zîlan bi kêf hatibû malê. Mamostaya wê îro sê caran jê re gotibû: «Eferîn.»  Xwestibû gavek berê wê kêfxweşiya xwe bi dê û bavê xwe re parve bike. Ev sala duduyan bû ku diçû xwendegehê, mehek berê di destpêka xwendegehê de heftê xwe qedandibû ketibû temenê xwe yê heştan. Keçikeke esmera xwînşêrîn bû, di nav malbatê de navê «mewijê» lê kiribûn. Bi vekirina derî re xwe avêtibû stûyê dêya xwe û bi heyecaneke çivîkî peyvên xwe li dû hevdu rêz kiribûn:
      – «Dayêcan îro min sê caran eferîn wergirt.»
      Dêya wê herdu hinarokên wê yên ku ji kêfan dibiriqîn maç kiribûn, porê keça xwe miz dabû, paşê bi dengekî nerm û nazenîn gotibû:
      – «Mewija min baqil e, wê bibe dixtor.»
      Zîlan bi wê dilxweşiyê çûbû odeya xwe, kincê xwendegehê yê şîn ji ser xwe şeqitandibû û kincên xwe yên rojane li xwe kiribûn. Di wê navberê de dêya wê jî, kincên paqij li Şîlanê kiribûn û hatibû cem Zîlanê. Şîlan bi du salan ji Zîlanê biçûktir bû, hîna dest bi xwendegehê nekiribû. Dişibiya bi dêya xwe; porê wê kej, rûyê wê gewr dikir, ji Zîlanê xweşiktir bû. Yek li dêya xwe, ya din li bavê xwe çûbû. Navê Zîlanê bavê wê, navê Şîlanê dêya wê lê kiribû. Dêya devliken wek du berxikan hemêz bike, çog dabû erdê û keçên xwe hemêz kiribûn. Bi wî awayî berê xwe dabû Zîlan û gotibû:
      – «Tu dizanî, kal û pîra te ji ser rez vegeriyan, li malê li benda we ne, bi destê xuşka xwe bigre û herin mala wan. Bavê te ji kar were em ê jî werin, em ê şîva xwe li wir bixwin.»
      Keçikan bi vê xeberê re gelek kêf kiribûn berê xwe dabûn derî, bi helahela:
      – «Niha ji me re meşlûr hanîne» gotibûn û bi lotik ji mal derketibûn.
      Dê û bavê wan deh sal hebû ku li Diyarbekirê bi cîh û war bûbûn, herdu keçik jî li vir, hatibûn dinyê. Mala wan li Taxa Selahedîn Eyubî di Sîteya Batikentê de bû. Parqeke gelek mezin li pêşiya mala wan hebû. Ji ber ku berê li vê derê hesp dibezandin jê re digotin: Parqa “Meydana Bezê.” Darên gelek mezin di nav de hebûn, çaralî şênayî bû. Însan dihatin li bin siya van daran rûdiniştin, xwe hênik dikirin an ji xwe re lê digeriyan bîhna xwe fireh dikirin. Hertim qerebalix bû, heta nîvê şevê însan lê diçûn û dihatin. Rêya herdu keçikan di nav parqê re derbas dibû. Mala kalê wan li wî aliyê parqê li ber rê bû. Di nav herdu malan de bi tevayî 500 metre ya hebû ya tunebû. Carna kalê wan an jî pîra wan telefonî mala wan dikirin digotin:
      – «Vayê em diçin parqê hûn jî werin.»
      Li parqê dara wan nîşankirî bû, li rojhilatê parqê dareke çinarê ya mezin hebû, tim li bin wê darê hevdu didîtin. Gava dinya xweş bûna pirrî caran şevbihêrka xwe li parqê dikirin. Ji ber wê, keçikan parq baş nas dikir, bêtirs diçûn û dihatin.
      Kalê wan du sal berê ji gund bar kiribû û hatibû vê derê. Tenê ji bo xizmeta rez carna diçûn gund û dihatin. Wextê masereyan diçûn bi qasî du hefteyan li gund diman. Dims û bastêqa xwe çêdikirin, ji neviyên xwe re benikên gûzan, ên bihîvan rêz dikirin. Wan jî ji parqê gelek hez kiribûn, digotin:
      – «Bi Xwedê ev parq li vir nebûna rojek jî sebra me li vir nedihat.»
      Carna kalê wan herdu keçik didan ser çogên xwe û ji wan re qala gund dikirin: Berxik, kûçik yeko yeko bi nav dikirin û serpêhatiyên xwe bi lêv dikirin. Pîrika wan gelek çîrok dizanîbû, lê zarokan pirranî ji ya «Tûsê û Bazo» hez dikirin, tev bi hev re bi serpêhatiyên wan dikeniyan.
      Zîlanê bi destê Şîlan girtibû, cade derbas kiribûn û di deriyê hêla Batikentê re ketibûn nav parqê. Hîna roj neçûbû ava, tîrêjên rojê yên dawî li pelên darên bilind ên jor xistibûn. Pelên ku bi sivikbayek wek destmala destê keçikeke serê govendê bi rîtm hejiyabûn, di bin tîrêjên rojê de rengên ku heta niha nehatibûn kifşkirin afirandibûn. Xuşîna pelan bûbû melodiyeke bêhempa û ruhê kesên ku di parqê de geriyabûn alastibû. Ne qasî serê sibeyan be jî, dengê çivîkan jî tevlî xuşîna pelan dibû. Ev deng meriv dîl digirt, yekî fêrî vî dengî bibûya nikaribû zû bi zû dev jê berda. Zîlanê jî ji vê melodiyê gelek hez dikir, ji bo hinek din bikaribya guhdarî bike, gotibû:
      – «Şîlan, ka em herin bin dara me, piçek bîhna xwe bidin û paşê em ê rabin.»
      Li ser banqa bin darê pîrikek rûniştîbû, wan jî xwe dabûn kêleka wê. Pîrê li navên wan pirsîbû, kêfa wê ji navên wan re hatibû û ji ber ku bi Kurdî dizanibûn ji guhê kitana xwe du şekir derxistibûn dabûn destên wan. Roj çûbû ava, divê rabûna. Aniha dêya wan telefonî pîrika wan kiribû, ew jî derketibû ber pencerê û li rêya wan dipa.
      Herdu keç rabûbûn û ber bi deriyê ku derdiket ber mala kalikên xwe ve meşiyabûn. Pirr neçûbûn ku îcar Şîlanê xwe giran kiribû. Li bin darekê xortekî tembûr di dest de dengê xwe bilind kiribû û stranek strabû. Ji ber ku bavê wê jî ev stran her gav distra û kêfa wê jî jê re dihat, xwestibû hinek guhdarî bike. Çend xort û keçên ciwan jî xwe dabûn dora stranbêj. Di nav stranan de bûbû tiqetiqa wan, bi dengê bilind keniyabûn, bi hev yarî û henek kiribûn. Herdu keçan ji dûrî ve li wan temaşe kiribûn. Zîlanê dizanibû ku dereng mane, bi destê xuşka xwe girtibû û meşiyabû. Xuşka wê bê dilê xwe li dû wê kaş bûbû. Lê guhên wê li cem stranbêj mabûn an dengê stranê bi dû wê ketibû:         

«Kî here axa Tatwanê
Wê bibîne Çiyayê Sîpanê
Cîh û warê Siyamend û Xecê
Xeml û rewşa Kurdistanê»

      Êdî nêzikî li deriyê parqê kiribûn, çend gav şûnde wê derketana ser cadê. Destê Şîlanê ji şekirê ku xwaribû lewitî bû. Ji bo destê wê bişuşta Zîlanê çavên xwe li çirikekê gerandibû, lê heta niha li tu kaniyê rast nehatibûn. Li milê rastê li kêleka rê termoseke avê dîtibûn. Ji bo qedehek av bikirin ber bi termosê ve meşiyabûn. Wan ê ava xwe him vexwarana him jî pê destê Şîlanê bişuştana. Çûn ber termosê, lê xwediyê wê nexuyabû. Herdu keçikan jî çavên xwe li dora xwe gerandibûn, tu kes ber bi termosa şîna gilover ve nehatibû. Zîlanê gotibû:
      – «Tiştek nabe, waye pereyên hûr bi min re hene, em ê qedehek ava xwe bigrin, eger heta wê çaxê xwediyê avê nehat, em ê pereyên wî deynin ser termosê û herin.»
      Bi wê niyetê hatibûn ber termosa avê û Zîlanê destê xwe dirêjî qedeha ser termosê ya vala kiribû.
      Ji ber ku wê biçûna mêvandariyê, bavê wan vê êvarê hinek zû ji cîhê kar derketibû û çawa gihîştibû malê ew û dêya zarokan ji malê derketibûn. Gava ew ketibûn hundirê parqê Zîlan û Şîlan jî gihîştibûn ber termosê. Bavê wan, ew dîtibûn û ji xanima xwe re gotibû:
      – «Waye li ber termosê ne, qey tî bûne, heta avê vexwin em ê bigihîjin wan» û hinek din jî lezandibûn.
      Herdu keç jî bi ser mûslixa termosê ve xwar bûbûn. Bi zîvirandina mûslixê re êdî xwe nedîtibûn. Ji cîhê termosê lodek agir ber bi ezman ve hilkişiyabû. Teqînek wisa jê çûbû ku dengê wê ji Deriyê Çiyê ve hatibû bihîstin. Dê û bavê Zîlan û Şîlanê jî di nav de, însanên nêzî bûyerê çend metre pekiyabûn hewa û bi ser daran ve ketibûn. Erebeyên li ser cadê hingî hejiyabûn tevde sekinîbûn. Camên pencereyan bi ser serê însanên li ser peyarêyan de hatibûn xwarê. «Hewar, hewar»ên birîndaran digihîştin erşê ala. Bîhna goştê kizirî yê teze bi ser Taxa Rezan ve belav bûbû. Agirê ku bi kezeba dê û bavan ketibû ew dîn kiribûn, bêserî xwe li dîwaran qelibandibûn. Çend deqe şûnde bûbû tirretirra erebeyên polêsan û derdor tije kiribûn. Kîsikên naylon xistibûn destên xwe û ji erdê, ji ser daran hinavên mirî û birîndaran berev kiribûn. Li ber dîwarekî kaxizek dîtibûn, tê de hevokek tenê hatibû nivîsandin:
      «Kurdê herî baş ê mirî ye.»

Receb Dildar

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply