Dema kişandina rismê we de, çavên we sor derkevin, bila dilê we rehet be. Çimkî ev nîşana başbûna tenduristiya we ye. Li Zanîngeha Dokuz Eylûlê, Endama hîndekariyê a Nexweşên Çavan prof. Dr. Tülin Berk’e diyarkir ku wêneyên ku bi flaşê tên kişandin de dive çav sor derkevin ger em vê sorbûnê di çavan de, ne binîn pirsgirek heye.
Di çavan de, ger ji dêla sorbûnê, di reşika çavan de spîbûn derkevê, divê herin cem doxtorekî çavan, miayene bibin. Li pişt reşika çav de mercek heye, mercekê zelalbûna xwe windakiriyê, lewre dibe ku qatarakt be, yan jî dibe ku di nav çav de tumor hebe. Bi taybetî di zarok û pitikan de ev pirsgîrek divê newê qevaztin. Çimkî qisûrên çavê zarok û pitikan ne weke kesên mezin hezanî fêmbar e, Ji ber ve yekê bi taybetî em ji malbat û doxtorê zarokan dixwazin ku, di wêneyan de, li çavên zarokan bila binêrin, rengê sor heye an na.
Zexelbûna çavan
Prof. Dr. Tülin Berkê bal kişan ser nexweşiya zexelbûna çavan û got, ev nexweşî bi taybetî di çavên ku tam nayen bi kar anîn de, derdikeve. Berkê diyarkir ku ev nexweşî di heyama zarokbûnê de, bi giştî di çavekî de, çêdibê. Prof Dr. Berkê nîşankir ku ev rewşên ku dibin sedema zexelbûna çavan dibe ku rakendîbin jî. Ji ber ve yekê yên ku di malbatê wî de, di zarokan de, zexelbûna çavan hebe. Zarok teqez divê ji aliyê doxtorê çavan ve, were miayne kirin.
Prof.Dr. Berkê diyarkir ku ji bo tedawiya zexelbûna çavan herî dema îdeal berî heyama kamilbûneye.
Çavkanî: trtnuce.com