Çav him bar e, him nebar e

“Çavne(ba)bar” a ERDAL AKTAŞ, konê xwe di nava xeyalê û rasteqîniyê de vegirtiye. Bala me kişandiye ser çav. Çav; him bar e, him nebar e. Nivîskêr rasteqînî daye alî û sêwirînê cihê rasteqîniyê zeft kiriye. Loma jî em li xwe vedigerin, perdeya dîmenên (qaşo) rastiya me, xwe ji navbera awira me û rastiya ku tim xwe ji çavên me vedizî ye dide alî-w wî/wan tiştên aydî me eşkere dibin – li ber çavên me ditesilin.

Yanê em li wan tiştan diqesidin, ku bêyî em lê varqilîbin û haya me jê çêbûbe, em di ber re derbas bûnin; vê qewmîna “wendakirin û dîtinê” kêfa me tîne, zewqê dide me, me dikenîne û xemgîn dike. Ne tenê em quncikeke paşeroja xwe keşf dikin, em fêm dikin ku me tiştekî aydî xwe jî bi welidîna xwe re wenda kirine. Yanê tiştê ku vê çîroka “Çavne(ba)bar” dike çîroka nûjen î bi tewq, ne dîtin û bidestxistina tiştên me’y wendayî, esil “pêhesîna wendabûnê” bi xwe ye.


Ji xilafî qereqterê dij-Evdirehman ku çend caran lîstina rola xwe’y di lîstika çîrokê de jibîrkiriye û rast û rast berê xwe daye xwendevanan û meqseda xwe ji wan re vegotiye, çîrokê, jiyana rasteqîn û girrigêça wê li derve hiştiye û hew lîstika xwe lîstiye. Vê yekê jî hiştiye ku xwendevan bibe xwediyê heqê tevlêbûna lîstikê/çîrokê.

“Yên ku bi giştî jiyanê ciddî dihesibîne, dêmeg di qopiya neyînî ya qerfê de xwe kiriye hêsîrê tarîtiyê.” s.99 (Aydinlikta Gormek/MehmetErguven/Agora Kitaplığı)

Wek gotina dawî; hêna jî bennekî xav heye ku rastiya sêwirandî û rasteqîniya li derveyî nivîskêr bi hev ve girê daye. Halbûkî gere berî kêlîkekê nivîskar vî bennî jî biqetîne, ku dinyaya derve bi tu awayî tevî çîrokê nebe û bandoreke xerab lê neke. Helbet ji bo nivîskar bi xwe jî perçeyek ji dinyaya derve ye, teqez divê berî hertiştî xwe ji holê rake û heta sî û dewsa pêgên wî jî di nava lîstika sêwirandî de nemîne.

H. Kovan Baqî

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply