Ziman

Adar, 2016

  • 15 Adar

    Lêkerên Alîkar – Baran Rizgar

    Lêkerên alîkar ew cure lêker in ku ji bo pêkanîna demên lêkeran, anku di hin rewşan de kişandina wan, alîkarîyê dikin. Ew her wisa kanin bi serê xwe jî wek lêker bên bikaranîn û heta kanin di heman kişandinê de hem wek lêkera hîmî û hem jî wek lêkera alîkar kar bikin. Di zimanê Kurdî de lêkerên alîkar ên sereke …

  • 15 Adar

    Zaravayên Kurdî

    Ziman di nav sînorê welatekî de pêwist e ku cudayîyek herêmî rava bike. Bi taybetî di qisedanê de cudayîyên herêmî zêdetir tên dîtin û tên karanîn. Di nav zimanan de karanînên cuda hene. Ji wan cudayîyan yek jî zarava ye. Zarava, ji cudayîyên ku di qadeka mezin de tê karanîn re tê gotin. Hebûn û zêdebûna zaravayan dewlemendîya zimanê Kurdî …

  • 9 Adar

    Pengûen

    Peyva Pengûen bi latînî ji malbata Spnenîccîdaeyê tê, çûkek nafire û li pê disekine. Nigê wan bi perde ye û çûka behrê ye. Pengûen li Başûrê Cemserê; li qeraxa Zelenda nû, Awustralya, Başûrê Emrîqa, Başûrê Efrîqa û Gelopagosê dijîn. Li cemsera Bakur tunin Laşa wan di navbera 30- 105 cm in û nêzeka 17 cûreyên wan hene. Yê giren wan …

  • 7 Adar

    Em bi Zimanê Kurdî yan bi Zimanê biyaniyan bixwînin?

    Îro min hevalekî xwe dît. Me hinek rewşa hev pirs kir. Piştî demeke kurt ji min pirsî: -Tu pirtûkan dixwînî? Min bersiva pirsa wî da: -Belê ez carinan pirtûkan dixwînim, lê tene pirtûkên bi Zimanê Kurdî dixwînim, ji bilî pirtûkên bi Zimanê Kurdî tu pirtûkan naxwînim û nastînim. Min sozek daye xwe, heta ku zimanê min yê neteweyî neyê asteke …

  • 4 Adar

    Girîngiya Zimanê Dayikê

    Ev gotar di bin sê beşan de hatiye dabeşkirin. 1-Girîngî û Hînbûna Zimanê Dayikê 2-Hinek Taybetmendiyên Zimanê Zarokan 3- Ji bo Gotinên Zarokan Mînak   1-Girîngî û Hînbûna Zimanê Dayikê Hînbûna zimên ji aliyê zarokan ve çawa çêdibe û ji aliyê mezinan ve çawa tê hînkirin? Zarok, bi dengên derûdora xwe destpê hînbûna axaftinê dibin. Perwerdehiya dê û bavan yanê …

  • 1 Adar

    Dengê ”A” û Guherîna Wî

    Herfa ”a” di kurmanciya giştî û standard de[1] nîşana vokala nizm ya paşî ya ne-gilor e, bi gotineke din vokala vekirî ya paşî ya ne-girovir e. Mebest ji ”nizm” yan ”vekirî” ew e ku di dema çêbûna vî dengî de ziman li binê devî ye (ne bi banê devî ve ye). Mexseda ”paşî” ew e ku ziman di dema peydabûna …

Sibat, 2016

  • 29 Sibat

    Rewşa Zimanê Kurdî (1900-2016)

    Ev grafîk rewşa zimanê Kurdî – Asîmîlasyona pergala dewleta tirk ya ji dîroka salên 1900 ê ve ji çavkanî û lêkolînên Kurdistanê ve hatiye amade kirin… Zimanê Kurdî bi zaravayên Dimilî(Zazakî) – Kurmancî li gundan çêtir xwe parastiye… Ji bo xebat û lêkolînên berfireh xêra xwe, çavkanîyên di destê we da heyî ji me ra bişînin… Her wiha herkesek bila …

  • 27 Sibat

    “Dil ji te hezkir, ziman jê eşkere kir”

      Tê zanîn ku ev gotin, gotineke pêşiyên Kurdan e. Li gor min gotineke gelek kûr û biwate ye. Min di nivîseke xwe yê berî de jî anîbû zimên ku; zimên kilîda dilan e. Evînî tiştekî pir cihê ye. Ji ber ku mirov di dilê xwe de tiştên ecêb hîs dike. Wekî germahiyek. Ev germahî roj bi roj dikele û dibe wateyekî …

  • 23 Sibat

    MIJARA ‘îy’ û ‘iy’, ‘êy’ û ‘iy’

    Pir kes vê mijara bikarnehanîna ‘îy‘ û ‘êy‘ wek qaydeyeke giştî û misoger dibînin û bê îstîsna tetbîq dikin, her weha yên ku ew qas tund li mijarê nanêrin jî rexne dikin, gazinan ji wan dikin. Lê di rastîya xwe de ew bi xwe di nav nakokîyekê de ne. Ji ber ku di bilêvkirina qels de dengê î dikeve, nabe i û di …

  • 22 Sibat

    Roja ”Zimanê Dayikê”

    ”Roja Navnetewî a Zimanê Zikmakî” her 21 sibatê tê pîrozkirin. Ev roja pîroz, ji hêla ”Organîzasyona Netewên Yekbûyî ji bo Perwerde, Zanîn û Çandê- UNESCO”yê, di dawiya sala 1999 an de hatibû pejirandibûn. Balkêşiya ser zanîn û giringiya toreya ziman û çandê ye, armanca wê. Tecrube û zanîn dê li ser hevfêmkirin, tolerans û diyalogê bê avakirin. Bi vê yekê …