Ziman

Hezîran, 2023

  • 19 Hezîran

    Bidestxistina Zimanê Zarokan

    Her aliyek ji zimên pir dijwar û bigirêk e. Berî pênc saliyê, zarokên biçûk piraniya sîstema bigirêk yê rêzimanê zimên dizanin. Zarok hemû beşên zimanzanî yê zimanê xwe dizanin û diaxivin bêyî ku bi rêzikên rêziman zanibin ; ew hevokan ava dikin û pê deng dikin bêyî ku beşên akademîk û zanistî yên zimên dizanibin . Zarokekî asa û normal …

  • 16 Hezîran

    Taybetmendiyên Kurmanciya Efrînê

    Bê gûman her mirovek di hundir welatekî de, her wiha, di hundir zimanekî de gava daxive di riya devoka xwe tê naskirin ku ew ji kîjan herêmê û ji kîjan xaknîgarî ye. Devoka Efrînî yek ji devokên kurmancî ye, ango ji kurmanciya jêrîn e. Her kes ji Efrînê bi hêsanî dikare zanibe mirovekî din ji Efrînê ye yan na ji …

  • 16 Hezîran

    Çima ?

    Çima em dema gotinek Kurdî dibînin ku wek wê gotinê di zimanê Erebî de jî heye em dibêjin koka wê gotinê erebî ye? Min îro du gotin dîtin /TEHT û RESEN / kesê ev gotin belavkiribûn digotin koka van gotina erebî ye lê li vir tenê wek hev tên xwedin lê wate ne yekin û gelekî dû hevin 📌Teht تحت …

Îlon, 2023

  • 29 Îlon

    Bikaranîna ‘çar lêkeran di pênc deman’ da

    Lêker girîn girtin kişandin şikandin   Lêker: girîn Dema niha Ez digirîm. Tu digirî. Ew digirî. Em digirîn. Hûn digirîn. Ew digirîn.   Dema bê Ez ê bigirîm. Tu yê bigirî. Ew ê bigirî. Em ê bigirîn. Hûn ê bigirîn. Ew ê bigirîn.   Dema borîya têdayî Forma yekemîn Ez girîyam. Tu girîyayî. Ew girîya. Em girîyan. Hûn girîyan. Ew …

  • 22 Îlon

    Peyva “kameraman” bi tirkî ye?

    Gava ku mirov li dîrokê dinêre, zimanan ji hev gelek peyv standine û xwe zêdetir zengîn kirine. Ev danûstandin pirî caran xwezayî bûye. Lê piştî ku serdest û dagirker bi zanebûn nijadperestî kirin, rewş ji xwezaya xwe derket. Bo mînak, piştî ku Mihemed pêxember mir, ereban êrîşî her derê kirin. Erebî bi Quranê ve têkildar kirin û wekî zimanê pîroz û …

Gulan, 2023

  • 26 Gulan

    Li ser devoka Xerzan çend xeşîye

    Bi min, taybetîyên devoka Xerzan ên sereke bi giranî li ser sê xalan pêk hatiye: 1 – Ji alîyê fonetîk(dengzanî)ê ve xwedîyê taybetmendîyeka resen e. Hincar hûn ê bibêjin fonetîk çi ye? Fonetîk ilmê deng e. Yanê mesela gava em kurdekî ji Erzeromê û yek jî jo Botanê bînin ba hev û xeber bidin, em ê bibînin ku Kurmancîya wan …

Nîsan, 2023

  • 21 Nîsan

    Justî, ŞÎN “bazê nêçîrê” wek varyanta ŞAHÎN pêşan dide

    Justî, ŞÎN “bazê nêçîrê” -ku Socin ev peyv ji Tor û Botan berhev kiribû- wek varyanta ŞAHÎN pêşan dide. Bi ya min xelet e. Li vir wî serrişteyek jî daye me ku erebîya vî teyrî ZURUQ e. زرقة zurqe(t) bi erebî “rengê şîn” e. Wek ku têkilîyek heye di navbera navê teyr û rengî de. Daneyên ji farisî, vê qinyata …

  • 20 Nîsan

    Serhedolojî…

    Ji bo van peyvên mehelî, qet nebe em malperekê vekin da ku em pê bizanin li kîjan cihî/gundî/bajarî çi peyv bi çi maneyê tê bikaranîn. Feydeya vî karî pir e. Peyva ATOL “sêvaxîn” (îng. Jerusalem artichoke) balkêş e. Di rastîyê de ev peyveka gurcî ye. Di zimanê gurcî de ატოლი atolî, “dobelan” e (îng. truffle). Dobelan, sêvaxîn û petat/kartol di …

  • 14 Nîsan

    Danasîna Zaravayên Kurdî

    Zimanê kurdî ji bilî welatên biyanî bi taybetî li hemû erdnîgariya Kurdistanê tê bikaranîn. Zimanê kurdî ji gelek zaravayan pêk tê. Li gorî pirtûka Şerefxanê Bedlîsî a Şerefname, zaravayên kurdî, eşîret, komên kurd ji aliyê ziman, kevneşopî û rewşên civakî di nav çar beşan de ji hev cuda dibin: Kurmancî Lorî Kelhûrî Goranî Kurmanciya bakur (kurmancî) û kurmanciya başûr (soranî) …

  • 11 Nîsan

    Peyva Ba-

    BA: Hewayê ku dilive. (Duh bayekî sar dihat). Ba + v = bav. Ba + r = bar. Ba + c = bac. Ba + ş = baş. Ba + x = bax. Ba + z = baz. Ba + n = ban. Hin hevok ji berhemên min ên wêjeyî: – Bav ba ye, dayîk talde ye. – Barê ku …