Ziman

Hezîran, 2017

  • 29 Hezîran

    Têgîn, Têgih, Têgihiş yan Têgîş

    Min carê li ser rêgezên afirandina peyvan nivîsîbû. Yanê hin rêgez û bingehên peyvçêkirinê jî hene û ev ne karê her kesan e. Yekê, yan jî koma haya xwe ji van tunebe, tenê bingehê ziman xira dikin. Divê ev baş bê têgihîştin: Her zimanî di xwe de pergaleke xwerû afirandiye. Dema mirov li gor wê pergalê li ziman nenêre û …

  • 26 Hezîran

    Çemê Xarçîk*

    Çemê Xarçîk, li rojhilatê Çîyayên Mûnzûr, ji palên Çîyayê Awci (Avcı Dağları) dest pê dike, heta ku digîhêje Pîlemûrê gelek çem û ava berfê tev lê dibin, piştî 20 kîlometreyan digîhêje navenda Pîlemûrê û li başûrê Dêrsimê tev li Mûnzûrê dibe. Ji Pîlemûrê ber bi başûr ve Xarçîk û rêya ku diçe Dêrsimê pev re di nav çîyayên tîk re …

  • 15 Hezîran

    Çemê Mûnzûr*

    Çemê Mûnzûr, ji binê Girê Mûnzûr Baba yê li ser Çîyayê Mûnzûr dest pê dike, di nav Deşta Zeranîgê re derbas dibe û dikeve nav gelî û derbendên kûr û asê. Çîyayên Dêrsimê bi gelek gelî, newal û latan ji hev dixîne; ava gelek çeman hildigire. Li başûrê Mamekîyê digîhêje ser Çemê Xarçîk û ber bi başûr ve diherike, piştî …

  • 14 Hezîran

    Nivîskarên Kurd û nivîsandina bi zimanên biyanî

    Pir caran, em Kurd bi awayekî çewt bi peyva “pîroz” re tevdigerin. Em ji berîka xwe wateyên wiha sosret lê zêde dikin ku peyva pîroz bi xwe wan venahewîne, wek: Rojeke pîroz e yan cejna te pîroz be, ev cilê nû li te pîroz bin. Bi dirêjiya bindestî û tepeseriya hezar salan, zimanê kurdî dirûva me wek gelekî cuda parastiye. …

  • 11 Hezîran

    Navên Komên Heywanan

    Gelek navên cuda yên komên heywanan jî hene. Komeka ga û çêlekan/mangayan/çêlan bi hev re ”garan” e. Komeka teyran ”ref” e, koma pezî ”kerî”, ”celeb” yan ”birr” e, koma hespan ”revde” yan ”revo” ye û hwd. Helbet di nav her yek ji wan koman de heywanên nêr û yên mê jî hene. Lê ”kerî, celeb, birr” peyvên nêr in û …

Gulan, 2017

  • 28 Gulan

    Ferhenga Kurdî / Fransî – Xebateke 39 salî

    Ferhenga Kurdî – Fransî ya rewşenbîr û nivîskarê kurd Kamiran Alî Bedirxan ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ve hate amadekirin.   Sibê li Akademiya Kurdî ya li Hewlêrê danasîna ferhengê dê were lidarxistin.   Biraziya Kamiran Alî Bedirxan, Sînemxan Bedirxan ji Rûdawê re ragihand: “Di 6ê Kanûna 1978an de gava apê min Kamiran Alî Bedirxan wefat kir, ez li …

  • 25 Gulan

    Qertafên/Xurdeyên Tewandinê (3)

      Qertafên Nekifşîyê ( rengdêra nekifşîyê ya qertafîn )  -ek ( yekjimar-nêr û mê )   Law-ek başe. Qîz-ek ezeb bû. Berx-ek qer da min.   -ik ( yekjimar- nêr û mê )   Law-ik baş. Qîz-ik ezeb bû. Berx-ik qer da min.   Qertafên nekifşîyê  di gotinê de « -ek » û  « -ik »  ji bo her du zayendan li …

  • 19 Gulan

    Merasîma Bawernameyên Qursa Zimanê Kurdî

    Bi sedema 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li navenda Komeleya Nûbiharê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin. Di merasîma cejna zimên de nêzê bîst kesên ku Asta 1.2. û 3.  qedandibûn û bi serketibûn bawernameyên wan hate dayîn. Di Atolyeya Ziman de mamosteyê ku ders dabû qursiyeran, ji bo hewldana wî serokê Komelê ya Şaxa Batmanê Abdurrahman Aslan, sêlik da mamoste …

  • 18 Gulan

    Qertafên/Xurdeyên Tewandinê (2)

      Qertafên Ravekên Nav û Rengdêran -ê ( ji bo hêmana yekemîn –raveber– ya nêr )   Dil-ê germ Bar-ê giran Goşt-ê genî       Gund-ê jêrîn   -a ( ji bo hêmana yekemîn –raveber– ya mê )   Sêv-a sor Kar-a spî Zebeş-a  xweş Mî-y–a pîr Sal-a çûyîn Tax-a jorîn   -ên ( ji bo hêmana yekemîn –raveber– ya pirjimar …

  • 11 Gulan

    Qertafên/Xurdeyên Tewandinê (1)

    BEŞA YEKEMÎN   Di navbera bêjeyan de ji bo tewandin û foksiyonên wan kifşbikin li pêş û li paş bêjeyan  tên bikaranîn. Kesandin û tewandinên lêkeran, zayend û pirjimarîya navan û di ravekan de ji dîyarkirina rewş û fonksîyonên bêjeyan re dibin. Bi gorî cîyê wan bi dû beşan tên beşandin. Paş û Pêşqertafên tewandinê.   Qertafên Zayendê   Qertafên …