Dihok an Duhok sêyem bajarê herî mezin yê Başûrê Kurdistanê, paytextê parêzgeha Dihokê û mezintirîn bajarê kurmancîaxiv yê devera Behdînan anku herêma kurmancîaxiv ya Başûrê Kurdistanê ye. Serjimêrî anku gelhe yan nifûsa wê niha bi esehî nayê zanîn lê nêzîkî yan zêdeyî milyonekê ye. Ji ber mezinahî û delaliya wê, yek ji bernavên wê ”Bûka Behdînan” e. Li ber van …
Adar, 2020
Gulan, 2019
-
23 Gulan
Ziman têgihîştin û vejîna mirov e
Hans-Peter Schutt di xebata xwe ya bi navê “Die Vernunft der Tiere (Hişmendiya ajalan)” de ji Platon bigire hetanê Arthur Schopenhauer dîtinên pirraniya fîlozof û navdaran yên li ser cudahiya di navbera ajal û mirovan de civandine. Hemû jî diyardeya ziman wek cudahiyeke herî bingehîn dinirxînin. Mirov ji kesên ji rêzê jî bipirse, heman bersivê digire. Bi gotineke kurt, dema …
-
15 Gulan
Zimanê nebû zimanê zarokên me
Berê di nav mala me de bû, li derve, li kuçê, li sûkê, li bazarê em pê dipeyivîn û me jiyana xwe pê dimeşand. Danûsatandina me, axaftina me, bazara me, dostanî û dijmintiya me, şer û pevçûna me, aşbûn û li hev hatina me bi zimanê Kurdî yê şêrîn bû. Şîn û şahiya me, gaziya me, gazina me, zariya me, …
Adar, 2019
-
14 Adar
Pêşxistina Ziman
Serpêhatî, bûyer û nêrînên ku civakê di kûrahiya dîrokê de destxistîn û jiyankirîn bi rêya ziman ji nifşên nû re tên veguhestin. Ziman di nava demê de raman, gotin, hest û çanda civakê bi awayekî devkî û rêk û pêk vediguhesîne pêşerojê û berdewamiya civakê pêktîne. Dîsa em dikarin bêjin ku ziman ji bo netewbûyînê hêmanek herî girîng e û …
-
11 Adar
Hinek kurmancên me qaydeyên sîstemîk yên kurmancî xira dikin
Hinek kurmancên me qaydeyên sîstemîk yên kurmancî xira dikin. Mesela, Rênas Jiyanî gotiye “Xwedê û wext xelet hatiYe xitimkirin.” Li gorî qeydeyên kurmancî (zazakî jî her wisa) fiîl li gorî xisûsîyeta obje yan subjeya ku lê tesîr dike tê kişandin. Bo nimûne, kurmanc dibêjin “Ga hatiYe dizîn. Bizin hatiYe dizîn.” Lê eger ji yekî zêde bin, hingê dibêjin “Ga û …
-
8 Adar
Roja zimanê zikmakî û zimanê kurdî
Dewlemendiya her zimanekî bi kevnariya çanda civakê ve girêdayî ye. Lê divê bêjim ku ew civakên ku bêdewlet bûne nekarîne biqasî ku pêwîst be baxçê zimanê xwe rengîntir û dewlemendtir bikin. Gelek ji wan civakan têk çûn û îro em tenê di muzeyan da dikarin şûnewarên hinek miletan peyda bikin ku çaxekî xwedî zimanekî xwe yê taybetî bûne, lê hinek …
-
1 Adar
Yan Ziman Yan Goristan
Çi civateke li jiyanê ku ne xwediyê ziman, çand, tore, dirok û warekî be, ew civat goristaneke bê kêlik e. Lê belê eger ew civat xwediyê ziman, çand, tore û dirokekê be, lê wan bi kar nayne û warê xwe jî naparêze, ew civat goristaneke bi kêlik e. Lê eger ew civat çanda xwe binase, li gor toreya bav û …
Sibat, 2019
-
23 Sibat
Resma mêvandarîya Kurmancîyê
Wekî dizanin tenê heyveka erdê ya me heye û bi şev û rojan di dora wê da digere. Lê lêkerên me ya di nav hevokan da du heyvên wan hene berkar û ya din kirar. Ew du heyv di dora lêkeran da digerin û di her demê da form an jî şiklekê digirin. Carinan sîya berkarê dikeve ser lêkeran û …
-
20 Sibat
Roja Zimanê Zikmakî
Di sala 1999an de UNESCO, ji bo pêşî li ber mirin û wendabûna zimanan bigire, li hemberî zext û hewildanên tunekirina zimanan, 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî îlan kir. Ziman bêşeke girîng ya nasname û kesayetiya mirovan e. Ziman ji şertên bingehîn yê netewbûnê ya gelan e. Ew kilîta deriyê çand, huner, kevneşopî, evîn, kêfxweşî, êş û azarên gelan ya …
-
20 Sibat
Çima 21ê Sibatê Roja Navneteweyî ya Zimanê Zikmakî ye?
Roja Navneteweyî ya Zimanê Zikmakî her sal 21ê reşmehê (sibatê) tê pîrozkirin. Ev roj, di 17.11.1999 de ji aliyê UNESCOyê hat pejirandin û bi seremonîyekî hat ragihandin. Ev roj her sal li seranserê cîhanê bi çalakiyên pirrengî tê pîrozkirin. Armancên vê rojê ev in: Balkişandina ser mafê perwerdeya zimanê zikmakî. Bilindkirina têgihiştinan ji bo civakeke pirçandî. Bilindkirina toleransan li hember …