Ziman

Sermawêz, 2020

  • 26 Sermawêz

    Peyva Kurdî ya “KEY”ê û rol û taybetiya wê di zimên de

    Peyva “key”ê yek ji peyvên Kurdîya navîn ango Pehlewanî ye, di dirêjahiya hezaran salê xwe de hê kara û kana ye. Peyva “Key”ê tê wateya “serdar, serok, xawendkar, herî bilind, a jor û kesê yekem”ê. Ji ber bêkesî û bênaziyê ev peyv jî weku hezaran peyvên din di kenarê de maye û nehatiye îstîsmar kirin û roldar kirin, lê di …

  • 22 Sermawêz

    Razan-Rajan ?

    Peyv yan jî lêkera “Razan”ê ku nuha li dewsa xew û nûn”ê tê kêzkirin ji kû tê: Nivîsa vê mijarê li ser pirsa hevalekî bû ka gelo ew razan ji kû hatiye û çima tenê di Kurmancî de heye? Min hez kir beriva hevalî ji hevalên xwe yên hêja û ezîz re jî parve bikim. Hêjayan peyva “Razan yan Rajan”ê …

  • 9 Sermawêz

    Ji HEZKURDê kampanyaya îmzeyan bo perwerdehiya zimanê Kurdî

    Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) bi daxwaza dayîna mafê perwerdehiya zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê, kampanyayeke îmzeyan da destpêkirin. HEZKURD di bangewaziya xwe ya piştgiriyê de dibêje, bêyî ti alyikekî siyasî û polîtîk ê vê helmetê tune ye û wan ji bo baldariya hemû bîrdozî, rêxistin cemaet û partiyan bi awayekî serbixwe ev kampanya daye destpêkirin. HEZKURDê di nivîsa kampanyayê de …

  • 2 Sermawêz

    Bi Alîkarîya Paşgira “-î/yî”yê Pêkanîna Navdêran

    Bi alîkarîya paşgira “-î/yî”yê pêkanîna navdêran-1   Paşgir Navdêr İsim -î/yî avî sulak -î/yî bejî kurak -î/yî beravî çamaşır yık. -î/yî botî Botanlı -î/yî çavî göze -î/yî çêyî iyilik -î/yî dersimî Dersimli -î/yî destî tutak -î/yî dirêjî uzunluk -î/yî diyarbekirî Diyarbakırlı -î/yî erebî Arapça -î/yî ertûşî Ertuşlu -î/yî erzanî ucuzluk   Bi alîkarîya paşgira “-î/yî”yê pêkanîna navdêran-2   Paşgir Navdêr …

Cotmeh, 2020

  • 30 Cotmeh

    ZIMAN ÇI YE?

    Ciwanên Hêja? Ev tiştê ku em jê re dibêjin ZIMAN, bûjena ragîhandinê ye ku ji bav û kalan bo mîratxuran wek mîrat maye. Ji ber hindê, kesê ku lê xwedîtî neke, ew ji koka xwe dûr dikeve û nabe mîratxurê bav û kalên xwe. Kesê ku nebe mîratxurê bav û kalên xwe, nayê zanîn ku ew ji kurê ye û …

  • 29 Cotmeh

    Ev Tîpana Di Tirkî de Nîne

    Tîpên “Êê, Îî, Qq, Ûû, Ww, Xx” di alfabeya tirkî da tune ne. Ev tîp yên alfabeya kurdî ne.   Êê (Ev tîp di alfabeya tirkî da tune ye. Tirk vî dengî bi “Ee”yê nîşan didin. Ev jî şaş e. Lewra “Ee” di alfabeya kurdî da heye. Her du deng ne yek in.) dê: anne êdî: artık êl: aşiret êm: …

  • 28 Cotmeh

    Wate û Pênaseya Mesnewîyê

    Mesnewî, peyveke erebî ye. Di erebî de ev peyv tê wateya “dido dido”. Li gor lûxata Osmanî mesnewî wiha hatiye pênasekirin: “Menzûmeya ku weznên wê ji serî heta dawîyê eynî ne û her malikek di nav xwe de bi serwa ye.”[1] Wek têgiheke edebîyatê ew cureyê nezmê ye ku her malikeke wê di heman weznê de ye û ji alîyê …

  • 26 Cotmeh

    Ehmedê Xanî, Mem û Zîn û Berhemên Wî yên din

    Ehmedê Xanî, nivîskarê berhema Mem û Zînê ye û em ê vê mesnewîya wî bi destana Memê Alan re berawird bikin. Berî ku em dest bi analîza mesnewîya Mem û Zînê bikin divê em li vir bi kurtasî li jîyana nivîskarê wê binêrin. Lewre wekî ku em ê di beşên pêş de behs bikin jîyan û fikrîyata Ehmedê Xanî sîrayetî …

  • 26 Cotmeh

    Di Kurdî de Çend ‘BÊ’ Hene?

    Çend “BÊ” di kurdî da hene, û kengî bi serê xwe, kengî bi peyvê ve têne nivîsandin? Bersiv: Du cureyên BÊ’yê hene: 1- BÊ’ya daçek (BÊYÎ). Ev bi serê xwe tê nivîsandin û peyva tê serê ditewîne. Mînak: Bêyî kêrê goşt hûr kir. Bê te ez çi bikim? Ez bê qût mam wê salê! 2- BÊ’ya bêjesaz (rengdêrsaz). Ev bi …

  • 23 Cotmeh

    Di Kurdî de Çend ‘BI’ Hene?

    Çend “BI” di kurdî da hene, û kengî bi serê xwe, kengî bi peyvê ve têne nivîsandin? Bersiv: Sê cureyên BI’yê hene: 1- BI’ya pêşgir û navgir ya qertafa demî: (dema bê, raweya fermanî…) Ev bi peyvê ve tê nivîsandin. Mînak: Ez ê bixwim. Tu yê bixwî. Zû bixwe. Divê em bixwin. 2- BI’ya daçek. Ev bi serê xwe tê …