Roja Zimanê Dayîkê bi coş û kelecan di hemû dinyayê de her sal di 21ê Sibatê de tê pîrozkirin. Divê em Kurd, ji ber ku balê bikişînin ser girîngîya zimanê dayîkê pîrozbahîyên vê rojê xurt bikin. Di hemû qadên jîyanê de zimanê xwe bikarbînin û zindîtî û dewlemendîya zimanê xwe berdewambikin. Ziman mora kesayeta netewan e. Xênjî zimanê dayîkê, netew …
Sibat, 2024
-
10 Sibat
Peyvên Biyanî û Kurdî
Hin peyvên tirkî yên ku ji serdema Osmanîyan û hinên nû ku derbasî kurdîya rojavayê Kurdistanê bûne. بعض الكلمات التركية، في اللغة الكُردية في غرب كُردستان Mînak: -ode, kurdî: jûr -qapî, kurdî: derî -çetin, kurdî: zehmet, dijwar -qola, kurdî: hêsan -qer (mîya qer, ji pêz tenê re tê gotin.): kurdî: reş -gemî (nû derbas bûye.), kurdî: keştî -deve, kurdî: hêştir …
-
5 Sibat
Di Kurdî da qaîdeyekî fonolojîk
Di Kurdî da hin bêje hene ku herfa (D)ya dawîya wan dikeve û bi yek ji van herfan diguhere: Y, W, H. Sermesele di Kurmancî de herçend ku peyva XWEDÎ berbelav e, lê formanên wê yên XWEDAN û XWEYÎ jî hene. Di peyvên XWEDÎ-XWEYÎ da hevguherîna herfên D-Y pêkhatiye. Peyva Kurmancî ya XWEDAN (xwedî), di Soranî, Erdelanî û Kelhorî da …
Hezîran, 2023
-
19 Hezîran
Bidestxistina Zimanê Zarokan
Her aliyek ji zimên pir dijwar û bigirêk e. Berî pênc saliyê, zarokên biçûk piraniya sîstema bigirêk yê rêzimanê zimên dizanin. Zarok hemû beşên zimanzanî yê zimanê xwe dizanin û diaxivin bêyî ku bi rêzikên rêziman zanibin ; ew hevokan ava dikin û pê deng dikin bêyî ku beşên akademîk û zanistî yên zimên dizanibin . Zarokekî asa û normal …
-
16 Hezîran
Taybetmendiyên Kurmanciya Efrînê
Bê gûman her mirovek di hundir welatekî de, her wiha, di hundir zimanekî de gava daxive di riya devoka xwe tê naskirin ku ew ji kîjan herêmê û ji kîjan xaknîgarî ye. Devoka Efrînî yek ji devokên kurmancî ye, ango ji kurmanciya jêrîn e. Her kes ji Efrînê bi hêsanî dikare zanibe mirovekî din ji Efrînê ye yan na ji …
-
16 Hezîran
Çima ?
Çima em dema gotinek Kurdî dibînin ku wek wê gotinê di zimanê Erebî de jî heye em dibêjin koka wê gotinê erebî ye? Min îro du gotin dîtin /TEHT û RESEN / kesê ev gotin belavkiribûn digotin koka van gotina erebî ye lê li vir tenê wek hev tên xwedin lê wate ne yekin û gelekî dû hevin 📌Teht تحت …
Îlon, 2023
-
29 Îlon
Bikaranîna ‘çar lêkeran di pênc deman’ da
Lêker girîn girtin kişandin şikandin Lêker: girîn Dema niha Ez digirîm. Tu digirî. Ew digirî. Em digirîn. Hûn digirîn. Ew digirîn. Dema bê Ez ê bigirîm. Tu yê bigirî. Ew ê bigirî. Em ê bigirîn. Hûn ê bigirîn. Ew ê bigirîn. Dema borîya têdayî Forma yekemîn Ez girîyam. Tu girîyayî. Ew girîya. Em girîyan. Hûn girîyan. Ew …
-
22 Îlon
Peyva “kameraman” bi tirkî ye?
Gava ku mirov li dîrokê dinêre, zimanan ji hev gelek peyv standine û xwe zêdetir zengîn kirine. Ev danûstandin pirî caran xwezayî bûye. Lê piştî ku serdest û dagirker bi zanebûn nijadperestî kirin, rewş ji xwezaya xwe derket. Bo mînak, piştî ku Mihemed pêxember mir, ereban êrîşî her derê kirin. Erebî bi Quranê ve têkildar kirin û wekî zimanê pîroz û …
Gulan, 2023
-
26 Gulan
Li ser devoka Xerzan çend xeşîye
Bi min, taybetîyên devoka Xerzan ên sereke bi giranî li ser sê xalan pêk hatiye: 1 – Ji alîyê fonetîk(dengzanî)ê ve xwedîyê taybetmendîyeka resen e. Hincar hûn ê bibêjin fonetîk çi ye? Fonetîk ilmê deng e. Yanê mesela gava em kurdekî ji Erzeromê û yek jî jo Botanê bînin ba hev û xeber bidin, em ê bibînin ku Kurmancîya wan …
Nîsan, 2023
-
21 Nîsan
Justî, ŞÎN “bazê nêçîrê” wek varyanta ŞAHÎN pêşan dide
Justî, ŞÎN “bazê nêçîrê” -ku Socin ev peyv ji Tor û Botan berhev kiribû- wek varyanta ŞAHÎN pêşan dide. Bi ya min xelet e. Li vir wî serrişteyek jî daye me ku erebîya vî teyrî ZURUQ e. زرقة zurqe(t) bi erebî “rengê şîn” e. Wek ku têkilîyek heye di navbera navê teyr û rengî de. Daneyên ji farisî, vê qinyata …