Weşangerî

Hejmara Hejdemîn a Kovara Şermola Derket

Hejmara Hejdemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket. Dosyaya vê hejmarê (Diyaloga çandan) e, Ji ber giringiya wê di pêşxistina peywendiyên şaristanî û çandî û nêzîkbûna tê xwestin di navbera gelên herêmê de bi giştî û karkirina ji bo diyalog û kiryara hevbeş li şûna dûrxistin, cudabûn û dijminatiya di …

Bêhtir »

Ferhenga Kurdî – Tirkî

Ev ferheng ked û xebata salane ku niha li ber destê me ye. Piştî ku Zana Farqînî di sala 2000î de ferhenga Tirkî û Kurdî amadeyî çapê dike, dest bi xebata ferhenga Kurdî û Tirkî dike. Çar sal şûnde amadeyî çapê dibe. Wekî ferhenga Tirkî û Kurdî, ev ferhenga Kurdî û Tirkî jî, ji weşanên Enstituya Kurdî ya Stenbolê derdikeve. …

Bêhtir »

Di Edebiyata Kurdî ya Klasîk de Teşeyên Nezmê Derket

Di Edebiyata Kurdî ya Klasîk de Teşeyên Nezmê Ji bo Perwerde û Lêkolînên Edebiyata Kurdî ya Klasîk Kitêbeke Referansê: TEŞEYÊN NEZMÊ Xebata Prof. Dr. Abdurrahman Adak a ku di perwerde û lêkolînên edebiyata Kurdî ya klasîk de dê bibe kitêbeke referansê bi navê Teşeyên Nezmê di Edebiyata Kurdî ya Klasîk de ji nav weşanên Nûbiharê derket. Xebata ku di qada …

Bêhtir »

Romana Lalo Kerîm

Romana jiyana dijwar a şêniyên gundekî kurdan, keda cotkaran, zordariya beg û axayan û xewnên xwerû yên merivên dilsoz û xizan… Lalo Kerîm 👉 Cemal Nebez Kurmancî: Besam Mistefa Sponser: Tora Medyayî ya Rûdawê Weşanxane: Avesta Wêne ji rûpela Medya Kitabevi hatiye wergirtin..

Bêhtir »

Jimara 19em a Nûbihar Akademîyê derket!

Kovara Nûbihar Akademîyê bi jimara xwe ya nozdehem (jimara yekem a sala dehem) li pêşberî vekoler û akademîsyenan e. Nûbihar Akademî bi vê jimara xwe di weşangerîya akademîk a bi kurdî da dikeve deh salîya xwe û dil dike ku ji niha şûnda jî meşa xwe bi îstîqrareke tam bidomîne. Di vê jimarê da digel nivîsarên li ser babetên giştî …

Bêhtir »

Du berhemên Elî Eşref Dervîşîyan bi Kurmancî derketin

Elî Eşref Dervîşîyan ji bo edebîyathezan gelek berhemên giranbiha hêlane. Piştî mirina wî bi çar salan, du berhemên wî yên kurteçîrokan bi Kurmancî hatin wergerandin. Ev her du berhem di nav projeyeke wergêranê ya “edebîyata zarok û nûciwanan” de hatiye hilbijartin ku dê gav bi gav ji Weşanxaneya Nûbiharê biweşin. Dervîşîyan di van her du berheman de alema zarokên Kêrmanşahê …

Bêhtir »

Romana “Otobûsa Kesk”

Romana “Otobûsa Kesk” ya nivîskar Jan Dost e û ji weşanên Ramina derketiye. Xelk ji taxên hilweşiyayî kom bi kom û tekatek dihatin û li wesayitekê digeriyan ku wan bigihîne hema çi deverê be. Ya pêwîst li ba wan ew bû ku bi saxî ji taxên xwe derkevin. Taxên wan êdî rojên dawiyê de bûbûn dojeh û ew li warekî …

Bêhtir »

Guliyên Ji Bêhna Şimamokan

Şevê dev û delingên xwe hildabûn û bi xemla dengê çivîkên ji rojek nû re çavên xwe vekiribûn, pelên dara bîhê ya li hewşê diweşiyan. Dayika guliyên wê hinekirî, çavên xwe yên qerimî bi destên xwe yên hinekirî firkandibû û bi heybetek mezin dîsa berî ku roj hilê li ser piya bû. Dayika guliyên wê hinekirî, dîsa di destpêkê de …

Bêhtir »

Gazinda Xencera Min

Gazinda Xencera Min ji berhemên edebî ên di tarza çîrokê de pêk tê. Di kitêbê 5 beş hene. Di beşa yekem “Destpêk”ê de yekem berhema edebî ya Celadet Alî Bedirxan Bobi’nin Hatası ku bi osmanî nivîsîbû û di sala 1917an de li Stembolê çap bûye ji aliyê Osman Özçelik ve bo Kurdî hate wergerandin. Çîrokeke di stîla çîrokên klasîk ê …

Bêhtir »

A’Dan Z’Ye Kürtler

Doğu ve batı kaynakları tarafından referans niteliği taşıyan bu çalışmalar Kürtler ve Kürdistan tarihi okumalarına başlamak isteyenler için konu hakkında temel bilgilere sahip olunabilecek çalışmaları ihtiva eder. Eserlerde güncel bilgiler de kronolojik olarak ve kürtler ile ilgili kişi, kurum, kuruluş ve kavramlar hakkında özlü bilgilere de ulaşmak mümkün. Navê Kitêbê A’Dan Z’Ye Kürtler Navê Orîjînal – Nivîskar İbrahim Sever Işık …

Bêhtir »