Perşembe , Mart 4 2021

Weşangerî

Kovara Lêkolînên Kurdî, 4 jimar di cildekî de

Kovara Lêkolînên Kurdî 4 jimarên ku heta niha weşandine di cildekî de da hev û çap kir. Çapa vê cilde di demek kurt de li ser malper û refên pirtûkfiroşan wê cihê xwe bigire. Jimar: 1 • 2020 Mijar: Li Kurdistanê Îdeolojî (Kürdistan’da İdeoloji) Jimar: 2 • 2020 Mijar: Mêtingerî û Hegemonyaya Çandî (Sömürgecilik ve Kültürel Hegemonya) Jimar: 3 • …

Read More »

Ferhenga Navîncî

Di vê ferhenga du zimanî de, ji bo her du zimanan (kurdî û tirkî) peyv, têgih, biwêj û qalibên ku zêde tên zanîn û bikaranîn hatine tercîhkirin. Her wiha ji bo ku bikarhêner bi awayeki baş sûd ji ferhengê bigirin jî hevokên nimûneyî hatine dayîn û li gel vê yekê ji bo têgihîştina ji bergindên hin peyvan ravekirin hatine kirin. …

Read More »

ePirtûka Rojnamegerîya Kurdî ya Dîjîtal

Şirketa Botan Internationalê bi piştgirîya Rojnamegerên Sînornenas(RSF) Kargeha Rojnamegerîya Kurdî pêk anî.  7 Rojan kargeh dewam kir û di vê kargehê de 23 kesan kar kir, 15 dersdaran jî 28 ders dan. Botan Internationalê ew ders wek epirtûkan bi zimanên kurdî û îngîlîzî amade kirin û weşandin. Hûn dikarin ji girêdanên jêrê van epirtûkan dabarkin ser cîhazên xwe yên elektronîk. …

Read More »

Hejmara Nehemîn a Kovara Şermola Derket!

Hejmara Nehemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Nehemîn “Rol û Girîngîya Salonên Wêjeyî” ye. Ji ber girîngîya mezin a salonên wêjeyî di pêşxistina wêjeyî û çandî de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di Hejmara Nehemîn de berhemên bi dehan nivîskar, rewşenbîr û lêkolînerên ji pêkhateyên …

Read More »

Kovara wêneromanî ya zarokan GOGê bi awayê dijîtal dest bi weşanê kir

Kovara wêneromanî ya zarokan a bi navê GOG ku bi kurmancî û zazakî tê amadekirin, dest bi weşana xwe kir. Kovara GOG bi awayekî dijîtal li ser malpera https://gog-weneroman.com/?lang=ku dest bi weşanê kiriye ku yên bixwazin dikarin bibin aboneyê kovarê û bi zarokên xwe bidin xwendin. Di kovara GOGê de ji bilî karakterên xêzeromanên cîhanî, çîrokên kurdî, qerf û henek û …

Read More »

‘Kurd bi qasî bi siyasetê re mijûl dibin, bila bi zimanê xwe re jî mijûl bibin’

Li Bakurê Kurdistanê daxwazên mafê perwerdehiya zimanê Kurdî, tayînkirina mamosteyên ziman û hilbijartina dersên Kurdî bo dibistanan di rojevê de ye. Lê belê yek ji pirsgirêka bingehîn a kurdan jî tevî zêdebûna weşanxane û berhemên Kurdî kêmxwendina bi zimanê dayikê ye. Li ser mijara ziman, xwendin, nivîsandin û rewşa weşanxaneyên Kurdî me çend pirs ji berpirsê Weşanxaneya Nûbiharê Birêz Suleyman Çevîk kirin. …

Read More »

Lîsteya kitabê bi kirmanckî veciyayê

Di sera 2020’inan de Bakur û Tirkiya de bi temamî 270 kitabê bi kurmancî û kirmanckî (zazakî) veciyayê. Wexto ma pêroyîn bawnin mesela ra gorey 2019’î ra zehftir kitabî hamey çapkerdişî çimkî serey 2019’inan de 252 kitabî hameybî çapkerdişî. La hetê kirmanckî ro ger ma bawnê mesela ra zêde çîke nêbeliyayo, çimkî hema hema hûmara kitabanê hamey çapkerdişî zey xo …

Read More »

Hejmara Çarem a e-Kovara “Sînemaya Serbixwe” derke

Hejmara nû ya e-kovara bi kurdî ya “Sînemaya Serbixwe” derket li pêşberî xwînerên xwe. Di hejmara 4emîn a kovarê de de dîsa nivîs û gotarên balkêş cih digire. E-kovara “Sînemaya Serbixwe” salê du caran derdikeve, û nivîs, gotar, hevpeyvîn û naverokên ku li ser sînema û çand-hunerê hatine amadekirin, diweşîne.   Nîşeya Editorê ya Sînemaya Serbixwe li jêr e:   …

Read More »

Salnameya Nûbiharê der tê!

Salnameya Nûbiharê ji ber sedemên aboriyê du sal nav ber dabû û der nediket. Li gor rûpela Nubiharê ya Facebookê di nêz de ji bo sala 2021ê wê derkeve pêşberê xwendevanê xwe.       Çandname

Read More »

Hejmara Heştemîn A Kovara Şermola Derket

Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di Hejmara Heştemîn de berhemên bi …

Read More »