Wêjegeh

Nîsan, 2016

  • 2 Nîsan

    Biserhatiya Reşoyê Darê

    Dara bajarekî mezin û kevn e. Di çiyayê Mêrdînê de ye. Wî wextî hakimê wê Berdewêl bû. Lê niha gund e. Çend mal kurmanc bi axayê xwe ve tê de ne. Berî şerê mezin êvareke zivistanê, rejehîvê axa bi gundiyên xwe ve li odê rûniştine. Şikefteke pir mezin û kûr li wir heye. Ev şikeft di zemanê berê de zindana …

  • 2 Nîsan

    Fadilê Cizîrî û Heyran Jaro

    Heyran Jaro kilama du evîndarên ku ji hevdu dûr ketine, ji devê keçikê hatî gotin e. Keçikê dema nanê silê çêdike gotiye Heyran Jaro û bakiriye dergistiyê xwe, hêsirên xwe barandine, dukelê dike hêcet û çavên xwe paqij dike. Dergistiyê keçikê jî pezê xwe li şiverêyên çiyê re dibûrîne, dema mazî diçîne ji zinaran de dikeve. Heyran Jaro ji behra …

  • 1 Nîsan

    Teral

    Paşila te germav e hembêza te mîna ber tav e tu hêlîn ez jî çûk im tê de razêm teral teral.   Xuyê te şîrîn e zimanê te hingivîn e tu bûk î ez zava me îşev razên teral teral.   Bila sonda me yek be ne rojek heta mirinê be mal avayê de were em êdî razên teral teral. …

  • 1 Nîsan

    Çavbirçîtiya Kûçikê

    Di vê dinyaya derew de her kes dikare bixape. Mirov her dem dikare kesên tên xapandin bibîne, hejmara wan jî bi tenê Xwedê dikare bizane. Her kes li pey xeyalên xwe diçe. Divê em kûçika Esope ê ji wan re bêjin; Rojek ji rojen ev kûçik nêçîra xwe digre û diçe ser avê. Xwar dibe û li ser avê xwe …

  • 1 Nîsan

    Bihar – Helbest

    Dilemin bi tîtina te bu dîn û har Zivistan çu vaye hat bihar Dar û çiya bejna xwe xemilandin Kulilkê jiyana min behn barandin Bi gulekê nabê bihar Bi gotinekê nayê yar Bi sosin û nergiza reng reng Li cîhanê evîna min bu bideng Bihar tu çiqas xweş û delalî Wek ava zemzem pir zelalî Gul vedibin bi renge xwînê …

  • 1 Nîsan

    Îman

    Bingehê jîn û jiyanê îman e, bawerî ye Ew civaka din ji dest de wek dewar û kerî ye Hem li jor û hem li jêrê pir geriyam min diye Îman taca ji elmas e, rohniya qelb û dil e   Bawerî ye esasê dîn, ne bi zor û ne bi zext e Ne b’ devê şûr û xencera, ne …

Adar, 2016

  • 31 Adar

    Pîrê û Rovî – Çîrok

    Xwendin: M. Lewendî Wêne: Rauf Alazan Wêne dijîtalkirin û rengkirin: Kemal Mavane Amadekar: H. Diljen Programkirin: Kemal Mavane Redaksiyon: H. Diljen, M. Lewendî, K. Mavane û S. Otlu

  • 30 Adar

    Mamik- Tiştonek (5)

    Tiştek heye: Vî milî dep, vê milî dep, di nava wê da zil û zep. Ew çi ye?(41) Tiştek heye: Hilu ye, bê mu ye, elo baba ev çîye? Ew çi ye?(42) Tiştek heye: Kaniya kavzê, av jê dizê. Ew çi ye?(43) Tiştek heye: Min xwehek heye, xwelî li ser xwe da dike. Ew çi ye?(44) Tiştek heye: Serî di …

  • 30 Adar

    Berdêlik

    Ji Qedrî Canê canbira ra :   Jiyîn xweş e bi xurtî Li Kurdistan bi kurdan, Bav û biran çi bikim? Hemû min tê bi derdan.   Min dil tucar nenalî Min zar tucar nekali Bi dilhişkî bi lalî Singa xwe da ber riman.   Min îşev dît xewna rast Deng û gazî çi xweş hat Digot rabin kurdino! Tev …

  • 29 Adar

    Şêxo Fîlîk: Nivîsandin ne tenê dilrehetkirin an jî derbirînek e.

    Şêxo Fîlîk di qada edebiyata kurdî de çîroknûsekî kevn e lê “Bêbavî”ya wî ya kitêba çîrokan a ku wî şeş salên xwe bo wê terxan kirî, beriya sê mehan ji nav weşanên Avestayê derket. Tevî demeke kurt jî, “Bêbavî” di nav civat û derdora edebiyata kurdî de gelek hat behskirin, di gelek komên xwendinê de hat xwendin û bala xwendevanan …