dayê, rebenê diwarên avahiyan bi ser min de hilneweşiyan tofana muhendis û mutehidên diz sekbav, bêwijdan bêdilovan, bextreş harbûyî, çavbirçi û heramzade bi ser laş û giyanê min yê sefîl de hilweşiya kefenekî reş li cendekê min yê bêguneh û bêçare hate pêçandin darbestan şerm kirin dêleguran ez bi saxî xistim tirba bêxwedî, bênavnîşan û bi axa sor hatim nixumandin …
Sibat, 2023
-
10 Sibat
Hêzdarî
destê xwe dirêj ke hêza germahîya xwe belav’ke hêzdarî; hezdarî yê diparêze, li nik û li gavê dildarîyê ramûse bi wê germahîyê re, tenêtî diçilmise wê jîyanek wek hev ava be bi wê bawerî’yê bi awirên xweşbînîya dilan çav bi çavan, azadîya jîyanê divê bi wan çavên gul berojî bi xuşîna baranê re wê aştî bê pêşwazîkirin li wan kêlîyên …
-
4 Sibat
Ez Rabirdû di Derî re Derdixim
Hêmin be dilê min Me herdûyan semt şaş kir Tu korî Min jî bawerî bi te kir. … Herdû bi xemgînî li hev dinêrin Heyva payîzê Û zarokekî bê malbat. … Kalemêrê ku milêbê li ser bênderê hildide Xewnên me jî pêre radike. … Çavê te li jina ku di bin baranê de dimeşe Û çavên min jî li baranê. …
Rêbendan, 2023
-
31 Rêbendan
Zendên Bêzêr
Hin dîmen hene ku mirov nikare ji bin bandora wan derkeve, bandora wan dîmenan heta hetayî di binhişê mirovan de dimîne ku mirov ne dikare xwe ji wan azad bike ne jî dikare wan ji hişê xwe biqewitîne. Rojeke payîzî ez û birayê xwe ji nav rêz hatibûn mal hêj em negihiştibûn mal me girseyek li ber derê me dî. …
-
14 Rêbendan
Nizanim ewqas roj û meh çawa buhirîn
Bû saleka min li vî welatî … Nizanim ewqas roj û meh çawa buhirîn û ez li pey xwe hiştim yan min ew li pey xwe hiştin lê dizanim ku ji roj û mehên welatê min siviktir û bileztir û hêmintir lê sartir û zuhatir û bêdengtir bûn … Li vî parçeyê axa xwedê ku şeş meh behar û şeş …
-
12 Rêbendan
Mewlûda Nebî – Mihemed Emînê Heyderî
MEWLÛDA NEBÎ Sallallahu ‘Aleyhi we Sellem Seyda Mihemed Emînê Heyderî BÎSMÎLLAHÎRAHMANÎRRAHÎM “Xweda û melaîketê xwe li ser Nebî selât didin. Ey ê go îman anîne; win jî selât û selâma li ser (Mu’hemmed) bidin” Em bidin hemdê xwedê ey musliman Daye me peyxemberê axir zeman Ew xwedayê go hîdayet daye me Nî’meta xweş dînê Îslam daye me Nî’meta ji her …
-
7 Rêbendan
Hevpeyvîn bi Bahoz Baranî ra li ser jîyan û çîroknûsîya wî û edebîyatê
Xecê Acat Bahoz Baranî heta niha heft pirtûk çap kirine. Çar jê çîrok in, yek rêziman e, yek li ser bişaftinê ye û yek jî berhevkarî ye. Rik pirtûka çîrokan e û di vî warî da berhema wî ya çaran e. Piştî xwendina wê min xwest ez bi wî ra li ser jîyan, çîroknûsîya wî û edebîyatê hevpeyvînekê çêbikim. Min …
-
4 Rêbendan
Pereyê du û bêhna kebabê
Xizanek di kêleka dikana kebabfiroş de derbas dibu. Kebabfiroş goşt li şîşan dixist û li ser rûyê agir dipijand. Bêhna goştê sorkirî li hewa belav dibu. Ji bona ku mêrê xizan û bêçare birçî bu û perê wî jî tunebu ku kebabê bixwe, perçeyek nanê hişk ji kîsê xwe derxist û ber bi ruyê duyê kebabê ve girt û xiste …
-
2 Rêbendan
Mirina Çar Roman û Nivîskarekî
Naveroka romanan derheqê nivîskêr de gelek daneyan dide meriv. Herwiha ya girîng derheqê bîreweriya nivîskarê xwe de dide tevî ku metn ango naveroka metnê nivîskar bi xwe ye. Lewra berhem girîng e herwiha divê tenê berhem bê nirxandin. Jiyana lehengên Firat Cewerî jî mîna lehengên wî bi penaberî derbas bûye. Di salên 80-90î wan ji ber pêpesiya siyasî ya Kurdistanê …
Hezîran, 2022
-
26 Hezîran
Ez şerm dikim ji mirovahiya xwe
wisa sitembar li min nenihêre ey zarok! tu ku wisa mêze dikî? ez şerm dikim ji mirovahiya xwe ku tu dişewitî ku tu dimrî ji birçîna bê hêlîn dimînî ez şerm dikim ji mirovahiya xwe dema ku tu hembêza diya xwe de koç dikî bê wext gava bedena te ya biçûk bi ser avê dikeve gava derya laşê te daf …