Wêjegeh

Cotmeh, 2016

  • 8 Cotmeh

    Sultan Sehak (1272-1388)

    Ew kurê şêx Îsayî kurê Baba Eliyê Hemedanî û Dayrakê keça Husên Begê Caf e. Ew di 1272yê de li gundê Berzinceyê ji dayik bûye, di sala 1388ê de li gundê Pirdîwerê li Hewramanê mir û gorê wî niha li gundê Şêxanê, nêzîkî ava Sîrwanê, li devera Hewramanê ye. Gora wî yek ji mezarên bi qîmet yên yarsaniyan e. Sultan …

  • 6 Cotmeh

    JIYANNAMEYA YAŞAR KEMAL

    ÎRO ROJBÛNA WÊJEVANÊ NAVDAR YAŞAR KEMAL E. YAŞAR KEMAL DI 1923AN DE LI NAVÇEYA OSMANIYEYA EDENEYÊ, LI GUNDÊ HEMITEYÊ JI DAYÎK BÛYE. WÊ DEMÊ OSMANIYE GIRÊDAYÎ EDENAYÊ BÛ. YAŞAR KEMAL PÎŞTÎ JIYANEKE TÊR Û TIJÎ DI 28Ê SIBATA 2015AN DE LI STEMBOLÊ DI NEXWEŞXANEYÊ DE JI BER SEDEMÊN ÊŞA DIL Û BÊHNDENGIYE DI 92 SALIYA XWE DE WEFAT KIR.

Îlon, 2016

  • 30 Îlon

    Şa Xoşên (1015-1074)

    Navê wî Mubarek Şa ye û naznavê Şa Xoşênî lê hatiye kirin û hinek dibêjin Baba Xoşîn jî her ew e. Ew di sala 1015-yê de li Loristanê di malbateka dewlemend û ji serdarên Loristanê de ji dayik bûye. Li gor efsaneyên ola Yarsaniyê Şa Xoşîn ji dayika xwe Mama Celale keça Mîrza Emanayî, bê raketina wê bi mêrekî re, …

  • 28 Îlon

    Feqî Huseyn Sagniçî û Dîroka wêjeya kurdî

    Dema min parsal, rojekê li Kitêbxaneya kurdî berê xwe dida pirtûkên kurdî yên di camxaneyan de, çavên min ketin ser pirtûkeka gelek stûr, bi navê Dîroka wêjeya kurdî ya Feqî Huseyn Sagniçî, ku Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê wekî weşana xwe ya 29-ê di sala 2002-ê de derxistibû. Keyfa min bi dîtina wê pirtûkê hindî dinyayekê hat. Çawa na û nivîskar kurd e …

  • 25 Îlon

    Baba Tahirê Hemedanî (937-1010)

    Ew bi Baba Tahirê Uryanî yê Hemedanî naskirî bû û navê wî Tahir e. Ji ber ku ew ji maqûlên ola ehlê heqê (yarsan) bû digotinê Baba ku hevwateya peyva pîr e ya ku bo rêberên olî dihat bi kar anîn. Wî bawerî bi sofîzmê hebû û ji ber hindê jî navê Uryanî yanî rûtî li xwe kiribû. Ew li Hemedanê …

  • 24 Îlon

    Evdirehmanê Axtepî Nasbikin

    Evdirehmanê Axtepî (z. 1850 Çinar – m. 1905) nivîskar, astronom û alimekî Kurd yê sedsala 19’an e ku piraniya berhemên xwe bi zimanê kurdî nivîsandîye. Li gor beyana di pêşgotina pirtûka wî ya Rewdneîmê de, sal 1850 li gundê Axtepe di şeva êvara înê de, roja 30ê meha Rebî’ulewelê ji diya xwe re çêbûye û di sal 1905, pêncê Sibatê, …

  • 23 Îlon

    Gazin li te ye heskirî

    Perdeyek dawiya şanoya jiyanevî de zigurdeyek ji têmaşevanan im. Ne “to be or not to be” ye. Ev şano ya min e. Bi du kesan dileyîzê. Ez, Û belkî jî tu. Û bi carek ê de tu xwe davêjî sahneya min! Bêwext. Bêguman yekperde ye jiyan heskiriya min. Yek. Û Yek nabin do. Ne Brahms – Symphony No. 4 e …

  • 21 Îlon

    Edebiyateke çawa?

    Herçend xelkê ji mêj ve ye ev pirs kevin kiribe û li gorî ta û çiqan dabeş kiribe jî, di vê çarçoveyê de, pirsa “gelo edebiyat bo civakê; an edebiyat bo edebiyatê?” hê jî pirseke hilawîstî ye. Hê jî, herdu bîrûboçûn li ser ya xwe dienirin û li gorî pencereya xwe şîrove û nirxandinan lê dikin. Jixwe ma ne ev karê …

  • 21 Îlon

    Gotinên Pêşiya -2

    Min gotinê pêşiyan tenê ji devera gundê xwe(Gundê Qerto) berhev kir. Ev gotinên ku min berhevkirinin hinek gotin bişibe gotinên heremê dinan jî lê min dîsa berhev kir. Ji bo ku gotinê pêşiya ji nav gel derkeve  holê ku lêkolîner gotinan bidin berhev  ku çavkaniyek ava bibe. Keremkin bawer dikim hûnê pir sûd jê bigrin. Paşa Amedî Min gotinê pêşiyan …

  • 15 Îlon

    Kawîs Axa (1889-1936)

    Navê wî Weys kurê Ehmedî kurê Cemîlê Kanebî yê Herkî ye. Ew di sala 1889-ê de li zozana Çarçelê ji dayik dibe. Karê babê wî şivantiya terş û kewalan bû û wan jiyana xwe di navbera deştên rojhelata Mûsilê û zozanan de derbas dikir. Kawîs Axa di nav rewşeka weha de mîna babê xwe ket ber şivantiyê û di ber …