Wêjegeh

Hezîran, 2016

  • 13 Hezîran

    Meseloka Rovî û Kûsî

    Em çawa bêjin, rojekî rovî û kûsî dibin hevalê hev. Bi hev re rêwîtî dikin û diçin. Rovî rojekî pir birçî dibe. Dibê: “Ez çawa bikim û wî kûsiyê bixwim.” Hev dibin tînin. Rovî dibe: -Birayê kûsî, emrê me kîjanê ku mezin be em ê wî bixwin. Kûsî dibe: -Temam birayê  rovî, tu çawa dibêjî em fenanê te bikin. Kûsî, …

  • 13 Hezîran

    Mamikên Botan

    11.) Vî milî teht e,wî milî teht e Gakê nêv de, şil û şeht e 12.) Vî milî réx e,wî milî réx e Di nêv de taştiya şêx e 13.) Ez çûm nizarkê Nal-nala birîndarkê 14.) Ji hire û bexda Kulav rada 15.) ‘Emerê b’lingekê Çû şerê gundekê Emîn Banehî-Kurdigeh   Bersiv: 11.Hevîr 12. Hingivî 13. Méşa hingivî 14.Berf 15.Mîrkut

  • 12 Hezîran

    Wêje û Dîrok

    Nivîseke nû ya mamoste Kamran Simo Hedili fermo bixwînim û parve bikin. Wêje û dîrok Ji destpêka mirovahiyê heta berî çend sedsalên dawî, wêje û dîrok bi hev re pêş diketin. Bi pêşketina mirovahiyê re ji hev cuda bûn. Serdema pêşî mirovan hemû tiştên xwe bi awayê destanî digotin û dikirin dîrok. Bi riya stran û helbestê ji nifşekî derbasî …

  • 12 Hezîran

    Pirsname √- Receb Dildar

    Pirsname 20 Pirs? – 20 Bersiv √ – Receb Dildar  (Bi alikariya M.Samî Çinar ) Peyva ku herî jê hez dikî? Receb Dildar: Azadî Van rojan kîjan stranî guhdarî dikî? Receb Dildar: Ey felek / Mihemed Şêxo Ji bo te nirxa herî pîroz çî ye? Receb Dildar:  Mirov Tu ji bo çi dijî? Receb Dildar:  Ji bo xwe, ji bo malbata …

  • 12 Hezîran

    Aqilê Bêkêr Ji Min Re Ne Lazim E (Çîrok)

    Gundiyekî rêwî genimê ku ji navçeyê kirîbû, li mehîna xwe bar dike û dide riya gundê xwe û diçe. Tê li ser kaniyeke avxweş radiweste. Barê genimê li ser pişta mehîna xwe datîne, mehîna xwe tewl dike, bixwe jî diçê li ser çîmê li dor kaniyê radimede. Piştî mehîna wî bi çêre zikê xwe têr dike û ew jî westa …

  • 9 Hezîran

    Muqedîma Şêx Mûşerref El Xenokî

    Muqedîme Gelî Feqiyan, gelî feqiyan nezer kin, heçiyên bêjin bizanin û hem jiberkin Çikû ez bo we tehqîqen evîn im, muhîbbek sadiq im û hem xemrevîn im Kelamê min pur xwoş nazîdar e, şêrîn û taze ye wek Nûbihar e Ji bo qete’a xirabî şîrî tîj e, wekî navê xwe ye gûz û mewîj e   Fesla Tehsîlê Bixwînin hûn …

  • 6 Hezîran

    Mamikên Botan

    6.) Ez çûm Gite Anî darek du gulte Da nêvrana bavé te Bû çirçira diya te 7.) Ez çûm êş e (aş) Kelaşek li êş e Heft linga dide pêş e 8.) Çeqmeq e Çeq û req e Heçî nezane ehmeq e 9.) Hanyan e,manyan e Ferşê derê kaniyan e Rê nade karwaniyan e 10.)Çil çîq in, Çil belçîq in …

  • 5 Hezîran

    Pirsname – Ebdurehîmê Mûşî

    Pirsname 20 Pirs? – 20 Bersiv √ – Ebdurehîmê Muşî  – Bi alikariya M.Samî Çinar  Peyva ku tu herî zêde jê hez dikî çiye? Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî: Yekîtiya mayînde û heskirina navxweyî ye.  Her wiha azadî û aşitiya mayînde ye. Tişta herî zêde ez jê acisdibim jî, îxaneta navxweyî ye.   Van rojan tu li kîjan stranê guhdêr dikî? Dengbêj …

  • 4 Hezîran

    Mirovan Şêxa Şêx Dike

    Di bajarê Bilisê sala 1975’an de malbatek hûrik hebû. Di ev malbatê de mêrikek gotiye; ‘ez çi bikim, bavê min bimire ez tune dibim. Ez jî derewek bavêjim gundi ra û bibêjim bavê min şêxe.’ Belê bavê wî Remezan zana bû lê belê şêx nebû. Kurê Remezan çû gundê xwe û herkezi ra go; ‘bavê min şêxe. Pawula pirê çay …

  • 1 Hezîran

    Qurtek Çay

    Qurtek çaya ser lêvan Nadim bi hezar sêvan Qurtek ji çaya delal Nadim bi sed porteqal   Çaya nazik û nazenîn Nadim bi sed mandelîn Wê çaya rind û keleş Nadim bi zalên zebeş   Ewê çaya mîranî Nadim bi sed şîranî Wê çaya rind û rengsor Wê bi min re herê gor   Nakim terka şêrînê Heta mewt û …