Wêjegeh

Hezîran, 2016

  • 22 Hezîran

    Mar û Margîsik – Songül Uçak

    Hemû mîrov dizanî ku lingê maran tuneye lê li ser wî ya hin çîrok derxistine hele em binêrin çîrok çawa ye. Hebû tunebû, carek ji caran, li welatekî bi daran marek û margîsik hebû. Mar bi bejn û bala xwe pesnê xwe dida. Bi pesnê xwe hewki nedifiriya, margîsik jî pir hêrs bû got: “Ez ê dersek bidim û bila …

  • 21 Hezîran

    Elînewêrek – Zeynep Taş

    Hebû tûne bû. .Elo yê newêrek hebû ji tirsa qet nikaribû derkeve derê malê. Edî vusa bûye jina wî danavî bûye . Ez ê vî mêrî çawa derxînim derê malê Xwedê yarebbî ! Edî mal de xwarin xilas bûye û tiştekî nemaye bixwin . Elo jî naxebite kar ê wî jî tine her tim di nav mal de ye. Jinik …

  • 21 Hezîran

    Bav û Sê Keçên Wî

    Hebû tune bû, mêrikî û sê keçên wî hebûn. Mêrik rojek bi xemgîn rûdine û dikeve fikran keça wê ya mezin tê û dipirse: – Bavo çi bi ye, çima kêfa te tune ye? – Keça min kaxiza min a eskeriyê hatiye. – Wîîîî min jî got belkî te ji min re mêrkî dîtîye. Dû re keça wê ya navend …

  • 20 Hezîran

    Çûka Bi Lome-Sibel Duman

    Dibê yek hebû yek tune bû, çûkek hebû. Rojek çûk ji wê darê difire dihere dirîkek dikevê linga wê li derdora xwe dinêrî. Li xwarê pîrikek nan dipijîrîne. Dibê: “Pîrê ji kerema xwe re alîkarîya min bike wê dirîkê ji linga min derxe.” Pîrê dirîkê derdixe û pê heft nan dipijîrîne. Çûk dest bi girî dike û dibê “Ya tu …

  • 20 Hezîran

    Mamikên Botan

    16.)Soro rît, gewro avêt 17.) Keçka du kezî Serbanî ve bezî 18.) Mamikê mino Ez ji serî dikim dirêj dibe Ez ji rexê dikim pehn dibe 19.) Hespé boz, kir toz 20.) Ciwan e lé serboz e, Her dem dora wî toz e Emîn Banehî-Kurdigeh   Bersiv: 16.Agir 17. Bangur 18.Cûya avé 19. Aş 20.Aşvan

  • 19 Hezîran

    Xewna Mişk Heydo

    Leylo neviya Heydoyê Mişk e. Nola her sibe wê sibeyê jî ji xew rabû, dest û ser çavê xwe şûşt… Ji bo taştê çû kîlerê; hinek penêrê helandî, hinek jî genimê sor girt û danî ser sêniyê. Bi kilam û stran, bi kêf û şahî xwe dihejand, taştê amade dikir. Piştî ku taştê amade kir, çû bang li kalê xwe …

  • 19 Hezîran

    Pirsname – Cîhan Roj

    20 Pirs? – 20 Bersiv √ – Cîhan Roj   1.Peyva ku herî jê hez dikî? Cîhan Roj: Sivik   2.Van rojan kîjan stranî guhdarî dikî? Cîhan Roj: Dengbêj Huseyno, ‘Huso û Nazê’   3.Ti bo te nirxa herî pîroz çî ye? Cîhan Roj: Ferq bikim ku ez vame dijîm.   4.Tu ji bo çi dijî? Cîhan Roj: Hewl didim jiyanê piştrast bikim ku …

  • 18 Hezîran

    Kêz Xatûn

    Rojekî jinik diçe ser kaniyê, Paşa yê wê warî jî diçe ser wê kaniyê hespê xwe av bide. Ser pişta hespê Paşa de tewneke hevirmûşî heye  û jinik vî dibine, dema ku Paşa dizivire here jinik gazî dikê dibêje: “Apo! Çika neçe ez lê bonhêrim nexşê xûrca te çawa ye.” Paşa disekine û jinik lê dinhêre dibêje: “Tewn çêkirîya dînin …

  • 17 Hezîran

    Bavê Seleh – 2

    Diserbêhatiyên min û Bavê Seleh de: 1- Gava min bavê selah dewtî silêmaniyê kir, piştî tomarkirina hin stranan li Kurdsat tv. Me xwes em kilîpê kilama Sîma goçerê sîme ji wî re çêkin. Me stavek ji wî re amede kir û keçkek bejin tenkdirêj jî anî, ji bo kilîpê û em çûn bin lotika çiyayê Pîre Megron. Di têsta kilîpê …

  • 15 Hezîran

    Bavê Seleh – 1

    Hunermend Bavê seleh ji xemxariya netew û welatê xwe stiran dilorandin, bi eşqa û evîna axa xwe, kilam dikalandin. Bi hesreta Ala rengîn bi dengê bilind hawar dikir, sînor di xaka kurdistanê de diçirandin û hestên netewî, di her kurdekî de diçandin. Loma bavê seleh bûbû hunermendekî, navdar û bi rûmeta xwe, xwe berdabû ûjdanê miletê xwe yî kurd, bi …