Wêjegeh

Rêbendan, 2017

  • 5 Rêbendan

    Gur û Rovî- Kadîr Aker

    Hebû, tunebû. Kesek ji Xwedê mestir tunebû, roviyekê pîr hebû, dikir nedikir nikarîbû ji xwe re xwarinek bidîta. Radibe dere hina gur dibije: – Apê gur, were em û tu bibin heval, em bi hev re herin seydê, nêçîrê me girt em ê tevda bixwin, ­­­    Gur, dibije: – Dibe, lê ka em ê herin ku derê seydê. Rovî, dibije: …

  • 4 Rêbendan

    Roviyê Fêlebaz -Adem Çoruh

    Sibehekê dawiya payîzê de mêrikek diçe ser karê xwe. Merê dixe ser milê xwe û çend qederek rêkê diçe û  dibîne ku marek tê ber riya wî. Mar ji serma lê ketibû, bêhal û belengaz bû, dilê mêrikî ji  mari ve ma û  mêrik rabû mar ji dana ser devê mera xwe û rabû rêya xwe girt. Mêrik çend qederekê …

  • 3 Rêbendan

    Mirîçik û Fîtik

    Beno nêbeno, mirîçikêk beno. Rojêk gilî şino lingerda ci. No vano ez se kera, se kera, se nêkera. Winîyeno ki di cinî hê nan pewjenê. Şino ê cinîyan het, vano “Ka kolîyê şima, şima çiçîya nan pewjenê?” Ê zî vanê “Kolîyê ma çin yê.” Vano “Ê nê gilî mi lingi ra vejê, xwe rê biveşnê, şima nan bipewjê.” Cinî zî …

Hezîran, 2016

  • 30 Hezîran

    Çûçik û Pîrê-Münevver SÖNMEZ

    Hebû tune bû Rojekî jineke pîr dikir û nedikir nikaribû tendûra xwê vêbixe.Diriyekî di lingi çûçikek ra çûbû. Diriya xwê girtibû çûbû cem pîrê. Gotî: “Pîrê, pîrê. ka vî diriya lingi min derbixe û bike tendûra xwê ku tendûra te pêbikeve.” Pîrê diriya di lingê çûçikê derdixistî û avêtî tendûra xwê. Dema ku dirî avit tendûrê, tendûra pîrê ji nişkava …

  • 29 Hezîran

    Xezalê û Celo-Usiv DEMİR

    Carek hebû  carekî  heft  kûsî  rabûne  ser darekî dar hejiya, kûsî  meşiyan, xîncîrê kûlê  diyaran  hezar  rehmet  li dê  û  bavê  guhdaran. Zemenekî li diyarekî dûr axayekî  hebû û keçake wî  hebû.  Navê keça wî Xezal bû. Keça wî zehf narîn bû. Axa ji keça  xwe pir hezdikir lê belê  zehf jî zilimkar  bû. Keçik  rojek ji bavê xwe re …

  • 29 Hezîran

    Silko û Silêman- Dogan Ulku

    Carek ji caran rehmet li dê, bavê hazir û guhdaran… Rojekî du heb mirov hebûne, navê yekî Silko bûye, navê din jî Silêman. Silko û Silêman destebirayê hev bûne, her du jî feqîr bûne û tiştekî wan tune bûye. Silko dibêjê Silêman: “Bira wiha nabe, bêkar bêxabat nabe, em ji xwe re karekî bibînin, bixebitin.” Silêman ji dibêje: “Tu rast …

  • 28 Hezîran

    Rostemê Zal

    Ji ber ku ev e 200 sal in berhemên kurdî hatine şewitandin û niha jî berdewam e, mêjûya Kurd jî, serpêhatî û rûdanên ku bi serê Kurdan ve hatine, zêdetir bi devkî, çi wek çîrok û ço jî wek stran hatine gotin û hêjî têne gotin. Yek ji ji wan jî serpêhatiya Rostemê Zal e, çêbûna wî û serpêhatiyên wî …

  • 28 Hezîran

    Ebdulla Peşêw: Jin an Welat?

    Motîfeke berdewam di edebiyata kurdî de ji sê xalan pêk tê: Dayik, dildar û welat. Pênaseya giştî ya motîfê bi awayên cuda cuda di berhemên heman kesî de yan berhemên serdemeke taybet de dubare derdikevin holê. Motîf hinek wêneyan diguherin û tengasiyê jî dixin navbera wan de. Yanî çiqasî dikarin van wêneyan bi hev re bicivînin, ewqasî jî dikarin nakokî, …

  • 28 Hezîran

    Şivanê Zîrek-Ömer KAYNAK

    Caran ji caran rehme li dê û bavê guhdaran. Yek hebû  yek tunebû li dewerekî şivanekî  hebû û Kerîkî  pezî wî şivan bi bilora xwe pezan  beralî dikir  û digot: “Ez  şivanê  herî  baş  ez im.” Rojek  ji rojan  gundîyan  gotine  “em ê  di navbera  şivanan de em ê pêşbazîkî amadebikin ji bû  ku şivanê  herî  baş hilbijêrînîn.”   Roja pêjbazîyê …

  • 27 Hezîran

    Qîza Axayî – Yasemîn AŞUROĞLU

    Carek ji caran rehme li dê û bavê guhdaran. Hebû tunebû, axayek û qîzek wî hebûye. Qîza axa Alîperde bûye qet derneketiye derve. Qîzeke xwenda bûye û xoceyek wê hebûye. Rojek axa ji xoce ra dibêje: “Ez û jina xwe û em ê herin hecê qîza min teslimê te ye, tu yê her roj, rojê carek dîsa bê mal dersa …