Xido Qop dewa Xarpêtî Huseynîk de roşeno. Wextê Usmanîyan ra esnafê Xarpêtî kel-mel teber ra ardêne Huseynîk û uca ra pey heron a kiriştêne çarşûya corî. Xido Qop zî yew qifleyê heron xebetneno û pê dabara xwu keno. Rojêk linga serherê ey şikîna, geyreno yew herê cinsî. Dost û ehbabon ra xebere yena, vonî dewa Pincîrikî de herê cinsî estê. …
Rêbendan, 2017
-
14 Rêbendan
Xwedïyê Hespê û Golikê- Feyzî Mîrhesen
Zilamek suwarê hespê xwe bi rêya xwe de diçe. Zilamek derê biharê ye golika xwe li der ve girê dide. Dema zilamê siwar derbas dibe, golik ji bendê xwe difilite û bi peyê hespê zilam dikeve. Xwediyê golikê li xwediyê hespê dike hewar û gazî : “Siwaro ! ji bona Xwedê bi sekine, golika me li peyê hespa te hat, bisekine.” Camêrê Siwar, dibîne ku golik li peyê hespê ye lê belê her wekî ku qet deng nayê guhê wî. Xwediyê golikê bi rev û bezê xwe di gihîne siwar. Dibêje : -Birayê min, tu ji Xwedê natirsî sibê de ez li peyê te direvim. Siwarê Hespê ji xwediyê Golikê dipirse : tu kî yî, ji min çi dixwazî ? Xwediyê Golikê : – Birayê min Golika me li peyê hespê reviya hat, ez li peyê golika xwe hatim. Siwarê Hespê ji xwediyê golikê re dibêje: -Birayê min, min golika te nedîtiye. Xwediyê golikê dibêje: -Ev golika min e, li bal hespê te sekiniye. Siwarê Hespê dibêje : -Bira, te serê xwe xwariye, ev ne golik e, kûrika hespa min e. Ma tu golik û caniya hespê ji hev nas nakî ? Xwediyê golikê dibê : -Gelo henekê xwe bi min dikî. Bira, golika min bide, ez herim, xanima min li benda min e, çêlek hatine mal, li benda golikê ne. Siwar carek din dubare dike û dibêje : – Kekê min min ji te re got ku caniya hespa min e, vegere here li golika xwe bigere, ma tu bûyî bela ? Golik ji hespê naqete, her wekî ku canî ye, xwediyê golikê da neda, siwarê hespê golikê nedayê. Ji neçarî ew jî bi xwediyê hespê re kete rê û meşiya. Bi hev re çûn gundek li malbatek bûne mêvan. Hespê û golikê girê dan …
-
13 Rêbendan
Pepûk-Ahmet Aslan
Carek ji caran rihmet li dê û bavê hazir û guhdaran. Hebû tunebû pepûkek hebû rojekî dirîka kerengekî dikeve lingê pepûkê û pepûk pir jê aciz dibe dixwaze ku yek wê diriyê ji lingê wê derxe dibîne ku jinek li ber tenûrê nan dipêje tendûra wê pênakeve pepûk diçe cem jinikê ku dirîkê ji pîyê wê derxîne pepûk dibêje: “Tu …
-
12 Rêbendan
Keçel
Careke ji caran rehmet li dê û bavê hazirê guhdaran. Du mirov hebûne. Her du di yek rengê de ne lê yek şeytan e ku şiklê insan aniye xwe. Yê din jî însan, însanekî belengaz bûye. Rabûye çûye mala xwe lê şeytan jî pê ketiye. Li derî daye jina wî derî vekiriye û dîtiye ku ji mêrê wê du hebin. …
-
11 Rêbendan
Zistana Gundê Me
Çirkeçirka seetê b’dîwarî ve, Puxepuxa dapîrê li ber sobê, Şirqeşirqa tizbiya di destê bapîrî da, Minemina bebokê di colanê da, Teqeteqa bivirî li nik gizra dara di destê baboy da, Pistepista bûk û kiça di quncikê menzilê da, Helahelaya mamoy digel kur û birazaya li ser dihiya giyayî, Birebira çaydankê li ser sobê, Kufekufa darêt ter …
-
11 Rêbendan
Serhildana Kela Dimdimê-Kakşar Oremar
Berxwedana Kela Dimdimê ne çîrokek çêkirî ye, belkî rûdaneke rastîn a dîroka me ya azadîxwaziyê ye. Rûpelekî dîroka siyasî ya Kurdistanê ye ku serwer û bindest rastî hev hatine û kurdan serî netewandine Dem û çax: Sedsala 17’an, sala 1609 zayînî (1018 Hicrî Qemerî). Cih: Herêma Ûrmiyê, rojhilatê Kurdistanê. Sedem: Şerê mîrê kurdan Emîrxanê Lepzêrîn (Biradostî) li dijî siyaseta Sefewiyan …
-
9 Rêbendan
Jiyana Van Deran…/Mela Mihyedîn
Jiyana van deran ne rêwitiyek dûvdirêj û bi macera ye. Jiyana van deran bêhtir dişibe qezeya keştiyekê. Di vê qezayê de, keştî parçe parçe bûye û parçeyên keştiyê li her derî belavbûye. Yên ku texteyekî saxlem dîtine xwe bi siûd hîs dikin û xwe asê bi textê xwe ve girê didin. Rotayeke wan ya saxlem nîn e hema ba ji …
-
7 Rêbendan
Birayê Dîn û Birayê Biaqil- Harun KOYUNCU
Hebû tûnebû, du birayên hev hebûn.Yek dîn bû, yek jî biaqil. Hinekî rûniştin, pir rûniştin hindik rûniştin vê gavê birçî bûn. Birayê biaqil got: “Birayê min ma em ji birçîna bimirin? Ka de em biçin ji xwe re xwarinê bibînin.” Çûn li pîreke rast hatin. Pîrê ji wan re got: “Zilamên delal hûn nikarin biçine ber dewarê min ?” Birayan …
-
7 Rêbendan
Çîroka Gakûvî û Rezê Tirî
Nêçîrvan ketibûn pê gakûviyê. Gakûvî revî û çû xwe di nav rezê tirîyan de veşart. Nêçîrvan jî têdiketin nava rezê, lê nedîtin. Gakûvî ku zanî hinek xetere derbas bûye, destpê temaşeyê derdora xwe kir ku dibîne belgên tiriyan ter û teze ne xwe ranagire û xwe rahişte xwarina wan. Ancax ku dengê xwarina wê çû guhên nêçîrvanan. Wan jî: Bi …
-
6 Rêbendan
Mantik Al Tayr (Beş: 2/1)-Mela Mihyedîn
Şevek nîvê şevê Sîmûrg li welatê Çînê xûya bû. Ji çengê wî perikek ket ser rûyê erdê û wê kêlîkê hemû bajarên cîhanê gihaştin hev. Herkesê ku ew perik dîtî, ilmek jê girt û tiştên bêhempa anîne meydanê. Yên ku neqşên perikê dîtin ji hiş çûn û karên wan timî rast li hev hat. Ev perik niha li Nîgarîstanê, li …