Sêşem , Gulan 21 2019
Destpêk / Wêje (pel 60)

Wêje

Ehmedê Xanî û giringîya zimanê kurdî

Dewletên dagirker, tu caran bi çavên baş li kurdan ne nihêrîne. Wan her tişt kirîye, wekî ziman, wêje, çand û kevneşopîyên kurdan bidin ji bîra kirin, kurdan asîmîle bikin, bibişkivînin û çawan gel ji rûbarê dinê bidin hildanê. Bê guman ji wan re li hev nehat kurdan ji rûbarê dinê bidin hildanê, lê gelek caran wan karibû pêşî bi pêş …

Bêhtir Bixwîne »

Dema Cotkariyê

Bihare; amadehî êdî bûna cotkariyê ye. Her kes gêsn û halet, nîr û misase ên xwe saz dikin, li hêviya rehma Xwedê li hêviya baranê dimênin. Çaxê baran têr dibare tirbîs diçe êdî her kes dest bi karên cot dike. Şilî û serma û herî perçeyeke êdî ji heyata gund. Bûna cotkareki; ga weke ferdekî ji malê tête hesibandin. Cotkar dikare birçî …

Bêhtir Bixwîne »

Dersxane

HEJMAR \ 17 \   HAWAR 1933 DERSXANE Me hemî dil dikir û dixwest ko kovareke me hebit. Dîsan herkesî lê yek bûbû, elfabeya kurdî a nû divêt bête belav kirin û herçî xortên kurd hînî wê bibin. Bi sed renc û dijwariyê û paş xebatek e şeşmehîn, me destûra kovareke bi navê Hawarê sitand. Hawar di nav me de daket. …

Bêhtir Bixwîne »

Hevpeyvîna Nivîskarên Jin: Narîn Omer (1)

Lokman Polat – Pirs : 1 – Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn? Narîn Omer *-Nivîskar û mamoste yê rêzdar û bi rûmet Lokman Polat:  Ji kakila dilê nivîskaran, û ji bîroka şadîmaniya hunermendan, û ji şarezayî ya bawermendan, ez guldaneke sipasî diyarê te dikim li ser kar û xebata te ya bê dawî. Narîn Omer …

Bêhtir Bixwîne »

Qerîneke bêdeng RINDÊXAN

Pirtûka berxwedanek dîrokî: Qerîneke bêdeng RINDÊXAN “Mala Eliyê Ûnis” an “Qewmê Çiyê”, bêhtir bi serhiladana 1925 an, li herêma Xerzan hatine nasîn. Xerzan, bi rûbar, deşt û rêze çiyayên bilind û erdên bereket, balkêş e. Eşîra mezin, bi girêdan û domandina jiyana azad li ser xaka bav û kalan tê nasîn. ”Mala Şeref” ku rêvebiriya herêmê dikin, koka xwe dirêjî mîr …

Bêhtir Bixwîne »

Li Stenbolê, mûzeyek li ser navê alimê kurd El Cizîrî tê çêkirin

Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê, mûzeyek li ser navê alim û kaşifê kurd Îsmaîl bîn Rezzaz el Cizîrî, ku yekemîn robot çêkiriye, tê çêkirin. Rêveberê malpera babil.com Mehmed Alî Çalişkan da zanîn ku di demek nêzîk de dê mûzeyek li ser El Cizîrê li Stenbolê were çêkirin û di wê mûzeyê de dê berhemên wî bên nîşandan. Ismaîl Ebûl Iz …

Bêhtir Bixwîne »

Şengilo- Mengilo

Carekê bizinek ji nava pêz vediqete diçe çiyê, binê zinarekî xwe re dikole, holikê ava dike, xwe re dike gom, têda dizê: sê kara tîne. Navê yekê datîne Şengilo, navê yekê Mengilo, navê yekê jî Qalîçengilo. Kar ku mezin dibin, maka wan şîret dike, dibê: – Sengilo, Mengilo, Qalîçengilo, ez qurbana we, niha ezê herim çêre, kengê ez hatim, min …

Bêhtir Bixwîne »

Çîroka ker û hevalên wî

Carek ji cara, mamê Xidir li kerê xwe siwar bû çû dara, lê bû wextê êvara. Mamê Xidir bala xwe dayê Gurekî ji wê de hat, çû lêxist Kerê wî xwar! Mamê Xidir je re got; “Ey heywanê hovê har, qe li beriya jêrîn tunebûn berx û kar, tu hat te lexist kerç min evdalî xwar? Gur jê re dirane …

Bêhtir Bixwîne »

Mamik- Tiştonek (7)

Tiştek heye: Ne darî, ne cobarî, hesinê hesavdarî. Ew çi ye?(61) Tiştek heye: Ga dadikim, duv jêdikim. Ew çi ye?(62) Tiştek heye: Şev bûk e, roj pepuk e. Ew çi ye?(63) Tiştek heye: Merrê mirî, erd kûr kirî. Ew çi ye?(64) Tiştek heye: Av e, ne av e, nanê mirî di nav e, teyrê zêrîn hindav e. Ew çi ye?(65) …

Bêhtir Bixwîne »

Germahiya Xwuşka Min

Rojekî dayka min ne li mal bû. Rojekî dayka min û bavê min cîhekî de çûbûn,ez jî wê demê teze helege bûm ez peyî çûyîna dê hinekî giriyam. Xwûşka min a mezin em komî dora xwe kirin,hembêza xwe mina konekî li ser me vegirt,çawa mîna mirîşkeke li ser kurkê rûnê cûcika dora xwe kom bike. Xwûşka min a ji min …

Bêhtir Bixwîne »