Wêjegeh

Sibat, 2017

  • 21 Sibat

    Xortek Kurd Bi Navê Merdan û Hevalek Wî Yê Li Kahîrê (Çîrok)

    Merdan  xortek  ber bi çav xweneda û zîrek bûye.  Ji Rohilat sirgunê wê derê bûye, rojek diçe   kahwê rûdinê. Xortek bi paye ( rutbe) ji der de tê hundur.  Bala wî   kesî  Merdan  dikişîne, lewre rûniştin û  sekana  wî balê dikişıne.  Camêr tê li bal   Merdan rûdinê û jê dipirse « Xortê hêja  tu kî yî û ji kuderê hatiyî ?». Merdan  hinek …

  • 14 Sibat

    Berxê Kêrê- Cankurd

    Berî niha bi demekê, di paşiya xwaringeheke Kurdan de, ez û Necoyê Kêlê li hev rûniştin û me bi hev re firavîna xwe xwar..Neco gellekî xemgîn bûbû, mirûzê wî tal û tirş bûbû..bêdeng li min temaşa dikir; ez çawa berçavkên xwe paqij dikim, lê tiştek nedigot. Min dizanî, ku rewşa wî hêja nîne, daxwaza penahberiya wî û malbata wî ya, …

  • 14 Sibat

    Şîreta Zahid

    Germahiya havînê zêdetir bibû. Tava li ser baxçe û zeviyan bi hemû şewqa xwe dibiriqî. Di vê demê de zilamekî ku  xwe wek îsnanekî zahîd û sofî dida nasandin Muhammed ibnî Munkedir nêzî bajarê Medînê bû. Çavê wî leqayî kesekî bû ku di nav zeviyan de di bin wê tavê de bi çend hevalên xwe re dişixûlî . Ji rewşa …

  • 13 Sibat

    Îlhamî Sertkaya: “Kirmanckî pere nêano”

    DêrsimInfo: Çend serrî yo ke ti sey kuncnuştoxî DêrsimInfo ser o nusena. To ra gore fayde û tesîrê keyepelanê sey DêrsimInfo çik o?  Îlhamî Sertkaya: Roja ke ez rastê keyepelê DêrsimInfoyî bîya, seba tayê sebeban zaf keyfweş  û kelecan bîya. Keyepel de tenya vate û nuşteyê ezberî henî teng ney, magazîn ra bigê, heta kultur û sosyalî ra xeber û babetê …

  • 11 Sibat

    Delala Li Daristanê Razayî

    Hebû carek ji caran, xêr û xwesî bibarin li hazir û guhdaran. Dibêjin li welatekî, qral û qralîçeyek hebû. Her roj ji hev re digotin: –Ax, ax! Xwezî zarokeke me hebûya. Wan tenê zarokek dixwest û hew. Rojekê, qralîçe çû ber çem ji bo xwe biso, beqek ji nav avê xwe çeng kir derket derve û ji qralîçeyê re got: …

  • 10 Sibat

    Navdarên Kurd: Erebê Şemo

    Erebê Şemo sala 1897 – an li gundê Sûsizê, qeza Qersê ji dayika xwe bûye. Wê demê ew qeza di bin desthiletdariya Împêratoriya Rûsya da bû. Sûsiz gundekî kurdên êzdî bû. Mala bavê wî şêx bûn. Lê wek hinek malbetên dîndare din ne xwedî milk û mal bûn. Kesîb bûn. “ Şemo kurmancekî kesîb bû, ji êla Hesinyan,- gelek sal …

  • 9 Sibat

    Berfespî

    Dibêjin carekê nîvê zivistanê bû, kuliyên berfê ji asîmanê lepelep dihatin xwarê. Qralîçeyek li ber paceya ji dara ebenozê rûnistibû û tistekî didirût. Wê hem didirût, hem jî carina li kuliyên berfê dinihêrt. Ji niska ve derzî di tiliya wê re çû û sê dilop xwîn niqutîn ser berfê. Rengê sor li ser berfa spî wisa xwes xuya dikir ku …

  • 8 Sibat

    Kuço Kuço!

    Hebû tunebû. Pîrek hebû. Pîrê rojekê şerbikê xwe hilda û çû ber kaniyê, da ji xwe re avê bîne. Dema çû ber kaniyê, cîranekî wê, gazî wê kir. Wê jî şerbikê xwe danî ber kuçekê û jê re got: “Kuço Kuço, şerbikê min neşkîne, heta ez çûm ba cîranê xwe û hatim.” Kuço got: “Bila be.” Pîrê çû ba cîranê …

  • 6 Sibat

    Meşka Avê Li Ser Milê Zilamê Tîbûyî

    Dawiya havînê bû. Germahiya hewayê zêde bibû. Hişkayî û germahî gelê Medîneyê bêzar hiştibû. Dema komkirina xurmayan bû. Gel hê nû bêhneke rihet standibû ku Resûlê Xwedê(sxl)bihîst ku ji  bakurê rojhilat talukeyek gelek mezin tê, ev talukeya dewleta Bîzansiyan bû û li ser vê gefê fermana seferberiyê da. Fêkî hê nû gihiştibûn, germahiya hewayê jî yekî dikuşt. Gel ji hişkesaliyê …

  • 6 Sibat

    Tiştenok / Mamik

    “ Şêrîno li darîno. Darîno li gohbelo. Gohbel di rê de Pî pahno li pey de” çi ye? Şîrove: Şêrîno; tireh /tirî Darîno; selik Gohbelo; ker Pî pahno; mirov   “Zîq û zîq. Heşt ling û du pîx” çi ye? Şîrove: Zîq û zîq; halet Heşt ling; hejmara lingê du qantirên ku li pey halet Du pîx; du pîye mirovên …