Şox û şengê zuhre-rengê Dil ji min bir, dil ji min Awirên heybet-pilingê Dil ji min bir, dil ji min. Wê şepalê misk î xalê, Dêm-durê gerden şemalê, Cebheta biskan sema lê Dil ji min bir, dil ji min. Zulf û xalan nûn û dalan Wan ji min bir dil bitalan Goşeê qewsê hîlalan Dil ji min bir, dil ji …
Nîsan, 2017
-
2 Nîsan
Efsane û çêrokên me yên gelêrî
Berî ku radyo, televîzyon û têldest derkevin, gundî di mala yekî ji wan gişan maldatir; yê ku wekî malmezinê xwe didîtin û dinasîn diciviyan, û bi taybet di şevên dirêj ên zivistanê de, li aliyê mêran, ku her tiştekî wî ji yê aliyê jinan baştir bû, wekî xalî û kulavên ku dihatin rêxistin, mînder û balifên ku bo rûniştina mêvanan …
Adar, 2017
-
29 Adar
Reşê Şevê-(Çîrok)
Hebû tunebû, mêrikek hebû. Mêrik yekî pir xemsar û tiral bûye di mala wan de tu tişt tune bûye ku bixwin, jina wî xwe bi xwe fikiriye gelo mêrê xwe çawa ji mal derxîne. pîştre fikrek hatiye hişê wê ziviriye gotiye : “Mêrik hela rabe. Mal xirabo! derva kade dibare ka xêra xwe ji me re hinekî belavke em jî …
-
27 Adar
Çîroka Xapandinê
Zeman dîroke bû, dem demê berê bû, meselokek wiha qewimî bû. Wextekê di nava miletê Kurd cotyarî û çandinî kêm bûbû. Ziwahî ketibû zevî û genimê. Hewcedarên miletê navçeya Qubîn’a (Beşîrî) Êlih’ê ketin rê û çûn Sîlwana Amedê ku ji bo xwe genim bikirin. Gundekê Sîlwanê ciwanek li rexê rê zeviyek av dida. Wê wextê karwan li rexê zeviyê sekinî. …
-
25 Adar
Yekçav, duçav, sêçav (Çîrok)
Hebû carek ji caran, xêr û xweşî bibarin li hazir û guhdaran… Hebû tunebû li welatekî pir dûr, jinek û sê keçên wê hebûn. Navê keça mezin Yekçav bû, ji ber ku li eniya wê çaveke wê hebû. Navê keça navîn Duçav bû, ji ber ku wekî hemû mirovan du çavên wê hebûn. Û navê keça biçûk jî ji ber …
-
22 Adar
Sofî û Cïranê Wî (Çîrok)
Li herêma Serhedê Bajarê Muşê, li gundek wê pêk hatiye. Mirovek hebûye, di gun de neçûye nava gel, şîn û şahiyan. Rojek Cejna Meha Remezanê de, Xanima wî di çe bal rûsipî û xizmên xwe. Ji wan re dibêje: “Ka çareserekî ji me re bibînin ; zilamên min mirovek zana ye lê naçe mizgeft û nava mirovên xwe.” Heyet û rûsipî bi hev dişêwirin: “Ka em çi bikin.” Mirovek Temenê wî mezin û rûspî dibêje : “Bila mele û çend kes herin cejna wî û jê re hin nesîhet û şîretan bikin ?” Ev pêşniyar tê pejirandin û dibêjin: “Bila seyda û çend kes herin ziyareta wî.” Mele Qur’ana xwe û hin pirtûkan digre bal xwe, ji bona ji wî camêrî re qala Xweda û heqîqetê bikin. Diçin Mala camêr demsal payîz û hinek berf barî bû. Camêr, seyda û kesên pê re pêşwazî dike. Di avahiya wî de pêxîrik (şomîne) hebûye darên berû avîtiye pêxirî agir gur bûbû. Camêr hinek Pîvaz avîtibûye nava agir ji ber sermayê ku bixwe. Bi xêr hatina wan dike rêz û qedir ji wan re digre û dipirse “Kerem kin gelo we xêr e seyda û rûsipiyên xwe ve hatine cejna min.” Seyda dibêje: ”Birayê delal hûn nayênê bal me û civata me, lê em hatine ditîna te û malbata te. Ger ku destûra te hebe em ê hinek Quran bixwînin, ji bona bereketa mala te û miriyan.” Mebesta seyda jî ew bûye ku hin tesîrek li camêrî bike, ku qelb û dilê wî nerm bibe. Camêr dibêje: “Baş e seyda bixwînin ez ê guhdarî bikim ger ku bikeve çokên min ez ê kêfxweş bibim.” Seyda ji Sûreya Beqerê çend ayet dixwîne û şirove dike. Rûyê seyda jî dirêj û xweşik bûye . Dema seyda dixwîne camêr digrî, seyda bi xwe bi xwe dibêje : “Dilê camêr dişewite.” Piştê girînê vê carê camêr dikene. Seyda Qurana xwe datîne û dipirse: ”Bira tu vê Qur’anê tu çima giriya û dur re çima keniya yî ?” Camêr dibêje: ”Seyda Dema te Qur’anî dixwend rûyê te dihejiya. Min duh bizinê xwe biribû nava daran, ku çilo bixwin. Nêriyek me hebû …
-
20 Adar
Behlûlê Dîn
Hebû carek ji caran, xêr û xweşî bibarin li hazir û guhdaran… Hebû tunebû, dibêjin li gundekî, koskeke kevn hebû, û di wê koskê de jî efendiyek tevî du kurên xwe dijiya. Îca herdu kurik wisa biaqil bûn ku nîvê aqilê wan jî wê têrî wan bikira. Wan herduyan jî dixwest bi keça qral re bizewicin lê belê ji bo …
-
19 Adar
Dêlegur (Çîrok)
Amê Hesen li ber şibakê rûniştibû. Çaya xwe vedixwar, li kulîlkên dara behîvan dimeyîzand û xwe bixwe diştexilî. Mala Xwedê ava vaye bihar hat. Kuro! law ma zivistan jî demsal e? Hema bila qet demsal neguherin. Salê du demsal bes in; bihar û havîn. Ev demsal demsalên feqîran in, hema tu li derve jî bimînî tiştek bi te nabe. Lê …
-
18 Adar
Cilên Nû Yên Qral
Hebû carek ji caran, xêr û xwesî bibarin li hazir û guhdaran… Hebû tunebû… dibêjin carekê li welatekî qralekî qure, kuspene hebû. Derd û kulê wî tenê ew bû ku bi cilûbergên xwesik xwe bixemilanda. Îca wî her saetê carekê diçû cilê xwe diguherand û xwe bi cilên nû nîsanî derdorê dida. Ev xûy û tebîeta qral êdî derveyî sînorên …
-
11 Adar
Efsaneya Dimdimê
Dimdim1609 û 1610 yek ji destan ên herî girîngê Kurd an yê şer û berxwedanê ye. Gelek varyasyonên vê destanê hene û ew varyanson ji aliyê dengbêjan têne gotin. Dimdim keleheke li herêma Biradostê li ber Çîyayê Dimdimê li hundirê sînorê Rojhilatê Kurdistan de ye. Dimdim li terefê Emîr Xanê Yekdest ankû Emîrxan Lepzêrîn rêveberê bajarê Biradostê ve hatîye damezirandin. Ev yek dibe sedema şer nava mîrê Kurdan û Şah Ebbas. Emîr Xan Lepzêrîn di keleha Dimdim de serê xwe beramber bi Şah …