Hebû carek ji caran, xêr û xwesî bibarin li hazir û guhdaran… Hebû tunebû, dibêjin rojekê li welatekî dûr, zilamek cara duyemîn zewicî. Lê jina wî ya nû wisa qure û pozbilind bû ku ji vî aliyî ve, li dinyayê yeke wek wê tunebû. Du keçên vê jinikê jî hebûn. Ev herdu jî ji her aliyî ve, bi taybetî jî …
Tîrmeh, 2017
Hezîran, 2017
-
29 Hezîran
Azad û Fasûliya Bisihir
Hebû carek ji caran, xêr û xwesî bibarin li hazir û guhdaran… Hebû tunebû, dibêjin carekê li gundekî, bi navê Azad kurikek hebû. Azad tevî diya xwe li cotgeheke biçûk dijiya. Li cotgehê herdu jî gelek dixebitîn, karê pir giran dikirin, lê dîsa jî debara wan çênedibû. Rojekê, dayîka pîr biryar da ku çêleka xwe bifirose, çimkî çêlek êdî sîr …
-
23 Hezîran
Besten (Pêkenok)
Lawikî ji diya xwe re got: -Dayê ka du lîreyan bide min. -Ê gava dî min da te kurê min. Dîsa tu dixwazî bestenî (dondurma) yê bikirrî, ne wusa? -Na dayê na, li wê dera hanê zilamekî extiyar heye, ez ê bidim wî. -Canê dayika xwe, min gote qey tu yê dîsa besteniyê bikirrî. Diya wî du lîreyan dide lawê …
-
21 Hezîran
Hunermend Brader;Heger dewleta Kurdan hebe wê hunerê Kurdî jî were parastin
Wek hunermendekî bakûrê Kurdistanê, îlan kirina tarîxa referandûma başûrê Kurdistanê çawa dinirxînî?Gello heger dewletekî serbixwe pêk were wê çi bandor li ser bakûr û perçeyên din bike? Gelê Kurd, gelê herî mezin û xwedî dîrokek kevnare kû di nava çar dewletande hatîye parvekirin û hemî mafê rewa ji dest hatîye wergirtin. Milletekî bê dewlete. 100 sal di ser Sykes-picos re …
-
20 Hezîran
Edebiyata Klasîk a Kurd
Hê jî, dema li ser Kurdî û hebûna Kurda tê axaftin, hinek hene dibêjin ku, “Eger Kurd doza mafê xwe dikin, wê çaxê ka ziman û edebiyata wan, ka dîroka wan?” Bêguman armanca vê nivîsê ne ew e ku em îsbata Kurdî û dîrok û edebiyata Kurda li wan kes û der û doran re bikin. Ji xwe ew jî …
-
19 Hezîran
Pirsname-Nasır KEMALOĞLU
20 Pirs? – 20 Bersiv √ 1-Peyva ku tu herî jê hez dikî? Nasır Kemaloğlu – Hezkirin 2-Van rojan kîjan stranî guhdarî dikî? Nasır Kemaloğlu – Bila li dinyayê mirin heba kalbûn tuneba-Hozan Aydin 3-Ji bo te nirxa herî pîroz çi ye? Nasır Kemaloğlu – Mafên mirovan 4-Tu ji bo çi dijî? Nasır Kemaloğlu – Ji bo xwe! 5-Li gor …
-
18 Hezîran
Helbesta Fitarê (Helbest)
Mef’ûlû/Mefaîlû/Feûlûn Îro Remezan jî bûye sêzde Hêvî ewe îd bê ser me nêzde Sêzdeh ku xilas bû çarde têtin Piştî wê teqez dê pazde bêtin Pazdeh dê bibit bira bo şazdê Şazdeh dê bo hevdeyê ve bazdê Hejdeh diçe nozdeya delal e Hetta bibe bîst û bit kemal e Bîstûyek û bîstûdo li dor e …
-
17 Hezîran
Rojbaş Mamoste
Serê sibê zû Ber gulistanê Ji bo roja nû Çim dibistanê Rojbaş mamoste Her dem roja te Xweştir xelat e Çim dibistanê Ez amada me Ev şahî dem e Pênûs ji çem e Çim dibistanê Gel dost û biran Gel der û cîran Bêtirs wek şêran Çim dibistanê Çi berf û baran Çi jî biharan Ez keça Kurdan Çim dibistanê …
-
16 Hezîran
Alinc
Dû dotinê Hêdî hêdî ji cî xwe rabû Û di bin germa despêka havînê Bîdon û meterê avê a cillikkirî Ji têra kera cûn derxist Şidande cilla kerê a sist Û ji mexelê pez Bi gavên giran û nelez Ber bi gola Kanîgewrê Şivanê dilê min kire bez Ji bo rake pez Li alincê ber bi deştegewrê Ava xwe dagirt …
-
15 Hezîran
Behar
Beharan koç kir Konê cejna xwe rakir Û li rûyê germexakê raspard Tov û bizrên nûciwan Ji mirinê Belam li vejînê Bizrên azadiyê raspard Li axa pîroz Ku ji bav û kalan Ev e bo wan Pîroztirîn dawa û doz Tovên jiyanê Li germa havînê Tîna sincirîn xakê Û germtirîn axê Bi hestên dilane Terxan kire li dayika ro Terxan …