Qefla misilmanên diçin Mekkê, dema digihîjin Medînê li wê derê demekê bêhna xwe vedidin û piştî çend rojan ji Mêdînê ber Mekkê ve bi rê dikevin. Di rêwitiya xwe ya Mekkeyê de leqayî kesekî ku wan nasdike tên. Ev zilam dema rêwiyên kerwanê re dikeve sohbetê bala wî yek ku di nav kerwanê de ye dikşîne. Ev kesê xwedî rûyek …
Tebax, 2017
-
3 Tebax
Wêneyên reş ên qesra spî
Mîrê mîrîtîyeka welatekê bênav, ji nişkê ji xewa xwe ya şirîn hişyar bû. Agirê dîwana wî vemirîbû zûrnayokeka ronahiyê jî di qesra wî de nemabû. Reşşê şevê bû. Pêlên sermahiyê cinîq dibir laşê wî. Mîrî bi sê dengan bang kir wezîrê xwe yê mile rastê, lê kesek lê derneket… Wî bi sê dengan bakir wezîrê çepê, bang kir xulam û …
-
1 Tebax
Pîre û Pisînge (Sanike)
Tîya bî û çînê bî, hebêke pîre û hebêke pisînge bî. Pîre manga xo doşena şitê xo ana kena binê mekebe. Ena rey pisînge musa, yena şitê pîre wena. Pîre rocêke yena-şina, hanêna pisînge şitê cay werdo, binê mekebe da, mekebe kena berze, pisînge remena “fiş, fiş, fiş“ vana yena verê cîne hendî, se beno qefelnena, dimê cay serê darî …
Tîrmeh, 2017
-
29 Tîrmeh
Helbestvanê Kurdistana Xerîb: Ce’ferqulî Zengilî
Ce’ferqulî Zengilî Kî Ye? Ce’ferqulî Zengilî (z. 1799 – m. 1894), helbestvanê navdar ê kurdên Xorasanê ye. Ce’ferqulî di sala 1855’an de li Goglînê, gundekî Qûçanê, hatiye dinê. Jiyane xwe tevayî li vê herêmê derbas kiriye. Ce’ferqulî Zengilî bi kurdî, tirkomanî û farsî gelekî helbest nivîsandine. Kurdên Xorasanê ji vî helbestvanê gelekî hez dikin. Jê dîwaneke bi navê “şêrên kurdî” …
-
28 Tîrmeh
Şexmûsê Hesarê CEGERXWÎN
Cigerxwîn, navê wî yê birastî Şexmûsê Hesen e, di sala 1903’yan de li gundê Hesara girêdayî navçeya Kercosê ku we deme giredayî mêrdînê bû ji dayik bû. Cegerxwîn ji dê û bavekî gundî-cotkar-belengaz hatiye dinyayê, ji yanzdeh xwîşk û birayan tenê sisê mane: Şêxmûs, Xelîl û Asya. Piştî ku di temenekî biçûk de dê û bavê wî çûne ser dilovaniya …
-
26 Tîrmeh
Cegerxwîn helbestên xwe yên Xweşxwanê jî bi hizra welatperwerî nivîsandiye
Helbestvanê Kurd ê bi navûdeng Seydayê Cegerxwîn ku di 1903an de li Hesara Bakurê Kurdistanê ji dayik bû û di sala 1984an de li Stockholma paytexta Swêdê koça dawî kir, gelek berhemên hêja li pey xwe hîştin. Bi taybetî Cegerxwîn bi 8 dîwanên xwe yên şiîrê tê naskirin. Lê dîwana wî ya yekem bi navê Xweşxwan ku dîroka nivîsandina wê …
-
23 Tîrmeh
Dubeytî yên Dr Sadiq Ferhadî
Dr Sadiq Ferhadî Ki Ye? Dr Sadiq Ferhadî di sala 1350an de li bajarê Şîrvanê ser bi parêzgeha Bakurê Xorasanê ji dayîk bûye. Hin destketên cenabê Ferhadî: – Pijîşkê bispor yê nexwaşiyên hundir – Helbestvan û lêkolînerê ziman û wêjeya kurmancî – Wergêrê pirtûkên pijişkî û nivîskarê nivîsaran li ser mijara pijişkî li kovarên ISI’yê – Berhevkarê nivîsarên cûr …
-
20 Tîrmeh
Ji bo bîranîna Dr. Qasimlo û hevalên wî di 28. salvegera şehadeta wan de
Dr. Ebdurrahman Qasimlo, di roja 22. 12 1930î de li bajarê Urmiyeya rojhelatê Kurdistanê ji dayik bû. Sala ku Ebdurrahman Qasimlo ji dayika xwe bûye, eynî salê Simkoyê meşhûr ji aliyê rêvebirên dewleta Îranê ve bi awayeke bêbextî tête kuştin. Qasimlo û hevalên wî Abdullah Gaderî Azar û Fazil Resûl jî piştê 59 salan, wekî Simko û Pêşewa Qazî Mihemed, …
-
18 Tîrmeh
Helbestvan Nizar Yosif û Du Dîwanên Nû
Berî çend mehan dû dîwanên helbestvan û hunermend Nizar Yosif ji Elmanya hîhane destê min, mixabin ew derfet li cem min nebû ku li dor wan rawestim.. Herdu dîwan li Hewlêr di sala 2016an de hatine çap û belavkirin. Yek bi navê (Kêferata Paytexta Kor) û yek bi navê (Kedera Min) e. Di sala 2008an de jî dîwanek mamoste Nizar …
-
16 Tîrmeh
Mehmet Dicle: Min kurdî hilnebijart, belkî kurdî ez hilbijartim
Asûs ne tenê xeyalek e, rastiyek e jî. Bajarek e ku bi hezar salan wek xwe maye û heta bi nifûsa wê neguheriye, gundek e ku “qodên kulturî” ên kurdbûnê tê de her zindî ne. Mehmet Dicle nêzîkî bîst salan e çîrokên ku li vî warê şên, dûr û kevn bihîstine yan şahidî li wan kirine dinivîse û di çil …