Lo, dîroknaso! Binivîsîne du rêzan Bo zarokên ku, bi bêhna sêvê xapiyan Roja ku zarok ber ve mirinê reviyan Bo roja ku meriv fetisîn bi xerdalan Lo dîroknaso! Binivîsîne du rêzan Bona roja ku çermên laşan diheliyan Roja ku dişimitî goşt ji ser hestiyan Roja ku peritî kezebên dê û bavan Lo dîroknaso! Binivîsîne du rêzan Bo zarokê haya …
Tebax, 2023
Tîrmeh, 2023
-
8 Tîrmeh
Ji Zargotina Kurdî (Kurmancî) – Mamik
1. Apê min tê ji deştê, Barek strî li piştê. <Jûjî, jijo> 2. Teq teq dike, ne dar e, Serî mişk e, ne mar e, Gîya diwxe, ne kar e. <Kûsî, kîso, kîsel> 3. Kidî kidî mistan e, Çil dergûş li destan e, Ne ber e, ne bistan e. <Mirîşk û çêlikên wê> 4. Hel helo, Simbêl belo, …
-
2 Tîrmeh
Ji hêza (Helbest)
Ji hêza demê re nikarî tiştek bêjî ne dikarî pêr’e birevî ne jî dikarî pê bigrî ne dikeve destan, ne ji dikeve himbêzan divê rastîya demê bê dîtin û li gor wê demjimêra xwe miheng bike wê çaxê ji nerindî,dexesî,ez ezî xudbînîtî û dijbertîyê bireve tu ji çi hezbikî ew jibo te bi nirx û mezine .. nirxê hez û …
Hezîran, 2023
-
18 Hezîran
Gur û berx
Herkî bi hêz e ezbenî, ev e mafdar Ger bawer nekî bibe li vê çîrokê guhdar Rojekê berxekê av vedixwar Ji aveke pak û zelal ji rûbar. Gurekê birçî ji jor ve ew dîtî ye Zû bi zû bi aliyê wê ve daketî ye Diyar bû ku li pey nêçîrê bû ye Gotîye: – hey pîsa gemar! Tu yî şêlû …
-
12 Hezîran
Hêvî – Helbest
Hêvî rêyek dirêj e bê westan bê rawestan nabe lingê jîyanê birêve dibe peravan re şer dike Hêvî Di ruhê mirovan de vîne berxwedanek bê hempa ye car dibe awazek car jî xemgînîyek Hêvî Çiraya şevekî tarîye stêrkên ewrên qitranê ye heyva ewrên ronî ye xewn û xeyala şevekî ye Hêvî Ku hebe namire jîyan natemire çira kulîkekî ber baranê …
-
12 Hezîran
Hesp û Rovî
Roviyekî birçî derketibû serê rê, Dît ku hespek ji wê da tê. Hate cem hespî li ber geriya, Hesp pesinand û yek caran giriya. Got: “Ez bêkar û bêşixul, Ji birçîna roviyên min dikin xulexul. Ne zar û zêç, ne war û mal, Ez bê kes im, min ji xwe ra bike heval. Di taldeya te da bisekinim û bigerim. …
Gulan, 2023
-
25 Gulan
Qesra Şêr
Rojek şêrê bi heybet Fermanek da bi taybet Got: Çi ciwan çi jî kal Dixwazim hemî ajal Bêne li vê dîwanê Ez lê binêrim kanê Li bin destê min çiqas Ajal hene bikim nas Heta sih rojan temam Li qesra min yek miqam Ji evê ziyafetê Hildin tam û lezzetê Û dê bibînin ji nêz Şahê xwe yê pir …
-
23 Gulan
Çîroka Gundê Dizava
Li warekî dûr û helemost gundekî biçûk hebû ku hemû xelkê wê dizek bûn û ji ber hindê di nav gel de bi gundê wan re digotin gundê Dizava. Bi dizînê û rêbiriyê debara jiyana xwe dikirin û qey dibû rêwî û rêvingek li kewşenê wan derbas bibe û neyên şêlandin. Her çiqasî navê gund Dizava bû û gundiyan bi …
-
17 Gulan
Bêjeyên Zarokan
Bix: Di peyvê de wek “big” tê bikaranîn; di wateya tiştên birrînde de ye. Ango, “xetere ye, dibirre!” (Bi henekî “bixa dikim”, ango “ezê, te bibirim!”) Bij: Bi wateya xwe “mîz” e. Dema “bij bij” tê gotin, ango “mîza xwe bike!” Bil Bil: Bi wateya xwe, dîsa hiş- yardana mîzkirinê ye; ango “mîza xwe bike!” Biv: Bi wateya xwe, balkişandina …
-
7 Gulan
Ax Tamara! Ax Tamara! Axtamar…
Ji zemanê berê ve evîn hebû û evîn tenê ne para me bû. Bi saya çîrokan evîna beşerî bûye nemird. Ji zemanê berê keçeke xweşik ya keşîşê girava behra Wanê hebû ku niha ji wê giravê re Axtamar an jî Aqdamar tê gotin. Navê keçikê Tamara bû. Tamara jineke li hev hatî û jina herî bedew ya bajarê Wanê bû. …