kela rojê bi rûbara dilê min hênik dibe dîcleya berdirêj li hemû cihên şax daye bê meylî dicoşe Heskîf abîdeya dîrokî ye li ser dicle şax vedaye ew hewara xelasiyê dike ji devên cinawiran bi tilisma xwe ya kevneşopî ew qîrîneke dengketî ye di vê havîna ku bi şewqa rojê zer li xwe kiriye de belê belê Heskîf di cama …
Nîsan, 2018
-
24 Nîsan
Meselok û Şîroveyên Biwêjan
RÊÇ RÊÇA KERÊ YE, FEHL FEHLÊN PERÛ NE: Xesiyeke û bûkeke ya wê heye. Lê xesî jî xesî ye ha! Ewqas dijwar e ku nahêle bûka wê bêdestûr xwarinê jî bixwe. Rojekî xesî malê didû û diçe dehlikê da ku karên xwe pêk bîne. Dema xesî derdikeve hema bûk bi lez û bez diçe kerê kurtan dike û dikeve malê. …
-
23 Nîsan
DÛR Û MEHCÛR IM JI YAR
Pur hezîn im dûrîdest im xurbetê dil kir kebab Dûr û mehcûr im ji yara nazika alîcenab Berf û bapûkê tijî kir, dûr bû rahê alemê Mam di darê xurbetê, dûr im ji dildara şebab Der xeribê berf û barozê ecaîb dil kewand Dê çikim ya Reb, medet dunya li min têk bû ezab J’asîmanan berf dibarit, tête xwarê wek …
-
21 Nîsan
Sed Gotinên Pêşiyan-3
Ev gotînên pêşîyan ji devera gundê min ê Qerto(Girêdayê Çêrmûga Diyarbekirê) hatiye berhevkirin. Aqil ji aqil zêdetir e Aqilê sivik barê giran Aya vê destê ji deste din re namîne Bayê kûr erdê dike çekûr Bela li ber nigê wî be (nifir) Berf xezîneya erdê ye Bext, bexta ewûl Bi tir û fisan hindir germ nabe Bigre kala, bixwe mala …
-
20 Nîsan
Hêsirên nirxecewherîn
hew dibarin hêsir ji dilên qurifî fera çavan bi beza xemrevînê Cembeliyê kurê mîrê Hekaryan dilive dîroka evînên bêmiraz dide ber piyan dişîne nav dojehên bihuşta rengîn di ber cihokên sor de herikandine pêlên kirêtkirî ji ber xwe dane alî mebestên pîroz, vîna bêkêmasî li rûyê parşumanên nûhatî tîpên hêsirên nirxecewherîn dirêje yek bi yek bi bîr tên hemû pêhatiyên …
-
19 Nîsan
Bahoz Baran: Edebiyata modern nikare bê folklorê hebe
Bahoz Baran dibêje “dema mirov bala xwe dide xebatên Celadet Elî Bedirxan, Hawar û Ronahî û Roja Nû, çemê folklorê û yê rêzimanê ligel hev diherikin; lê vê taliyê kurd ji wê mîrateya folklorê bê par mane yan jî wek ku li wan wisa hatiye ku folklor ne tiştekî mihîm e, lê jiyana kurdan bi xwe folklorîk e. Folklor ketiye …
-
18 Nîsan
Firat Cewerî: Di edebiyatê şer tuneye, divê tunebe
Di destpêkê de, li ser navê malpera felsefevan.org ê (Hevpeyvîna felsefevanê ye lê niha malper hatiye girtin ) em spasiyên xwe aresteyî kekê Firat Cewerî dikin, da ku cenabê wî daxwaza me ya pêkhanîna hevpeyvîneke erênî dît û qebûl kir, mala wî ava. Beriya ku ez pirsên xwe aresteyî kekê Firat Cewerî bikim, dixwazim ku spasiyên xwe jê re bibêjim, ji …
-
16 Nîsan
Piçek Dînîtî
Bi halet-î ruhiyeke ber bi dînîtiyê ve Ji dijminên xwe re min tîr amade kirine Ji zimanekî rewşedar Ji deqên wê yên herî tûj Herhal ji helbesteke beytikên wê yên herî xweş Û ji erbaneyeke ku bi hezar salane ritmên xwe ji dilkutka distîne Elleh, Elleh, Elleh Ji nifirên ferîşteyên li ser rûyê `erdê ku navê wan dayîk in Niqutî …
-
16 Nîsan
Gava Roj derkeve
Melodiyek Dengek Dengê bêdengiyê Dengê bêtebûnê Ritma xwe ji çiyayên bilind re Gava di yekkerbûna dilan de Diqîre û radiweste Dûrahî… Ax! Ji dûrahiyan re dê waxwax bikî Dilê xemgîn, Muxtacî Kîjan gotina efsûnî ye? Ajotî kîjan xeyalan, Beyî rastiyê bibîne Roj dê be Roj dê be Hingî xwe dipêçê ewè baweriyê Roj dê be Ji hezkiribûna xwe Dê şad …
-
15 Nîsan
kubarê
jiyan dibe jahr carên tu xwe ji min direvînî carên tu li bal min î û bi awirên coşane li min dinêrî bextewarî xwe li min digire bê pîvan e canê! diçim nav zozanan li seyranê me digerim dilîzim ji xwe re û li ber şemala te radiwestim maçan difirînim ji dil û hinavê xwe ve nav gerdûna …