Hebû tunebû, qîzikekî sêwî hebû, bi zarokên gundiyan re ji xwe re diçû ber berx, karik û golikan. Rojekê li ber berx, karik û golikan yekê ji zarokan tir kir û ketin nîqaşa tirê. Her yekê bi qaydeyekî sond xwar, yekî bi serê birayê xwe, yekî bi serê golika xwe yê çar sond xwar, gotin me tir nekiriye. Baş e …
Cotmeh, 2018
-
5 Cotmeh
Baba Serhengê Dewdanî (935-1007)
Ew helbestvan û ji pîrên yarsaniyan bû, navê wî Baba Serheng kurê Îbrahîmê Dewdanî ye. Peyva Baba li cem yarsaniyan hevwateya peyva pîr e. Ew li Hawramanê li devera çiyayê Şahoyî li jêriya bajarê Sineyê ji dayik bûye û laşê wî li gundê Tewêleyê hatiye veşartin. Wî bi goranî helbest nivîsîne. Hinek dubeytiyên wî di “Defterî Dewrey Baba Serheng”î de …
-
5 Cotmeh
Îrec Mêhrbexş: Her zaraveyeka kurdî bi qasî zimanek e
Ji ber cihêrengîya zarave û devokan, kurdî xwedîyê paşxaneyeka têr û zengîn e, her zaraveyek bi qasî zimanekî wêjeya xwe heye û dikare nûnertîya wêjeya kurdî bike. Ji bo pêşgotinê, ez dixwazim hûn li ser asta helbestên kurdî yên klasîk û peywendîya wan bi helbestên klasîk ên zimanên din re fikrê xwe bibêjin? Helbesta klasîk, bi giştî ji alîyê asta …
-
3 Cotmeh
Baba Tahirê Hemedanî (937-1010)
Ew bi Baba Tahirê Uryanî yê Hemedanî naskirî bû û navê wî Tahir e. Ji ber ku ew ji maqûlên ola ehlê heqê (yarsan) bû digotinê Baba ku hevwateya peyva pîr e ya ku bo rêberên olî dihat bi kar anîn. Wî bawerî bi sofîzmê hebû û ji ber hindê jî navê Uryanî yanî rûtî li xwe kiribû. Ew li …
-
3 Cotmeh
Kamal Soleimani: Dîndar çi Misilman çi ne-Misilman, nikarin li derveyî paradîgmaya netewe-dewletê bifikirin
Dr. Kamal Soleimani ji zanîngeha Kolombiyayê mezûn bûye û mamoste ye li zanîngeha City University of New York Queens College. Qada xebatên Soleimani, Îslam, siyaset, dîroka Rojhilata Navîn bi taybet pirsa Kurd e. Di van waran de xwedî gelek lêkolîn e û di sala 2016an de jî kitêba wî ya bi navê Islam and Competing Nationalisms in the Middle East, 1876-1926 (Îslam û Neteweperweriyên Reqîb li …
Îlon, 2018
-
27 Îlon
Ne Helbest e
Nizanim di kevera dile kê ve daliqandî ma me Ew kê ye dest tavêje destê min da min ji keverê bifirîne Firîneke, mîna beybûneke bi per û bask.. Kî ye ew min ji erafa hebûn û nebûnê rizgar bike Kî ye ew mil dide milê min ê ji hev ketî Nizanim hêvî û diayên kê min ji dojeha xwedawendan rizgar …
-
23 Îlon
Mehwî û sêgoşeya hebûn, terîqet û şerîetê
Di vê nivîsarê de hewl hatiye dayîn bi metodeke hermenotîk, têgihîştin û vegotina Mehwî di nav sê rehend û cemserên hebûn, terîqet û şerîetê de bi mînaka du xezelên helbestvan bê ravekirin û derketin û kategoriyên hûr ên van cemseran li jêr navê eşq, mirin, îma û rexne û rengek ji pûçî û hesta absurd û vala ku girêdayî amadebûna …
-
22 Îlon
Şêweyeke Edebiyatê : Ceribandin
Bi kurdî nivîsîna ceribandinan gelek kêm e. Pirtûkên xwerû bi kurdî ên ceribandinan hindikin. Hinek nivîskarên ku bi kurdî dinivîsin, ceribandin û kurteçîrokê tevlîhev dikin. Ceribandin û kurteçîrok eynê-heman- tişt nînin. Dema me li ser navê weşanên Helwestê xwest ku pirtûkek ji kurteçîrokên nivîskarên kurd, kurteçîrokên helbijartî amade bikin, hinek nivîs her wekî kurteçîrokê ji me hatin şiyandin. Me lê …
-
21 Îlon
Di Helbestên Feqî’de bikaranîna heywanan
Di Edebiyata Kurdî ya Klasîk de heywan di pir hêlan de derdikeve pêşiya me. Carna bi unsurên folklorîk yên aîdê Edebiyata Kurdî hatine bikaranîn, carna bi unsûrên tesawufî û mîtoloojîk carna jî bi xwerû û ji aliyê meneya ku hildigirin di helbestên şaîran de cîh girtine. Feqîyê Teyran helbestvanekî di sedsala 16. de jîyaye û di Edebîyata Kurdî ya nivîskî …
-
8 Îlon
Binxet (Çîrok)
Gohdar bikin, ez dê ji we re çîrokekê bêjim! Di despêkê de ji we re bêjim, ev çîroka ne ji bo zarok û mindala e. Ew ji bo mezin, kal û pîran e. Ku hûn naxwazin guhdar bikin, guhdar nekin, dev ji xwendina wê berdin! Çîroka min ne bi pere û pûlan e. Ku hûn dê wê bixwînin bila ji …