Wêjegeh

Adar, 2024

  • 11 Adar

    Pîyoleya Mîr

    Navbera te û a mirinê çiqas ji hev dur bû gidî Weka aso û binerd ji hev dur bû, Lê tu bi lez û bi bez bûyî Mînanî hespê bi çargavî direvîya ser meyîtê xwedîyê xwe Îreîr dikir ber bi ezmên ve Tu ev qas bi lezgînî bûyî, Ew hespên Madyayî, Cindî û Elfesya te ji xwe re kirine zêrbend …

Sibat, 2024

  • 20 Sibat

    ‘Evdillah

    Hê ku hişê te tîne Ji xwe bipirsîne Bêje, ez kî me? Kî, ez şandime? Li dunyayê bona çi me? Bona ku bikaribim bijîm, Ji her çi re, hewce me Yek ji wan, ne ê min e Gelo, kî vî rizqî, ji min re dişîne! Hê ku çavên te dibîne Huner û neqşan bibîne Hê ku, guhên te dibihizîne Guh …

Rêbendan, 2024

  • 8 Rêbendan

    Komkujî (Helbest)

    Ev çi zulm e li ser me! Qedexe kirin zimanê me! Ew zimanê ku Xweda daye me. Ev helwest: Nemirovî ye, ne jî Îslamî. Ev barbarî ye! Wehşet e! Paşverûtî ye! Taxûtî ye! Îdîa îlahtiyê ye! Lewre, dibêjin: Bi zimanê ku Xweda daye we neaxivin, nejin! Ev zimanê ku me ji bona we minasib dîtî ye bi wî zimanî biaxivin! …

  • 8 Rêbendan

    Vladimir Propp – Folklor/ Teorî Û Dîrok (Kurtasî)

    Jiyana Vladimir Propp (1895-1970) Vladimir Propp, kurê malbatek bi eslê xwe Alman, 29ê Nîsan 1895an li St. Petersburgê de hatiye dinyayê. Di xortaniya xwe de li hawîrdora bahoz a Rûsyayê di 1913-18an de, li zanîngeha St. Petersburgê wî fîlolojiya rûsî û almanî dixwend. Di dibistana navîn de dest bi mamostetiya van zimanan kir. Paşê li zanîngehê bû mamosteyê almanî;  sê …

Hezîran, 2023

  • 21 Hezîran

    Qetrat

    em şevdêr in, şevê li ber bayê eşqê didêrin. wek ehlê dinyayê li şevê nanêrin, bi hikmet û xebatê rojê diqedînin. *** Şiv dane desta, gotin şivan e Gav evet ber dewaran, gotin gavan e Min xwe ji bo eşqê perîşan kir Çima hê dibêjin Ridwan e *** Were carekê te bibînim Vî dilî bi eşqa te bi meyînim Bi salan di dile xwe de hilînim …

  • 5 Hezîran

    Têbîniyên Ji Pirtûka Êzdî û Baweriya Wan – Eskerê Boyik

    ✓Kiras guhertin: Dema mirovekî Êzdî yê odlar,şikestî û navdar dimire dibêjin, kiras gunerîye. ✓Qedem guhertin: mirin ✓Cîhil bûn: koçber bûn ✓Şeva şevronkê: piştî roj diçe ava şeva şevronkê dest pê dike. Agirekî mezin çê dikin û li dorê bi muzîka mitriban gundî heta sibê dilîzin,şa dibin. ✓”Hezar û yek navên Xwedê” hene di ilmê ola Êzîdîyan de. ✓Dema mirîyan temsîlî …

Sermawêz, 2023

  • 29 Sermawêz

    Eqîdeya Ehmedê Xanî

    Çewa ku ji nave weê jî te zanîn ev berhem, baweriya ola îslame ye ku mamosteye nemir Ehmede Xanî ew bi helbestkî û bi zaravaye kurmancî nivîsiye. Tê de 73 malik hene, hemû bi keş û qafiye û bi yazdeh kiteyan dikişin. Mele Ehmede Qoxî li ser Eqîdeya Xanî şerheke bi zaravaye kurmancî le dîsa bi tîpên erebî nivîsiye, navê …

  • 27 Sermawêz

    Mîrate

    Ji bavê min ra Şev tarî, şev bêdeng û bêkeys e Qêrînek tê: dibê ” Bavê min tuneye” Dem serê xwe hildide diçe, tu nikarî bidî sekinandinê Kok dirize, belg zer dibe, Dawî li kulîlkê diqele, Asîman diqelişin, Çiya dikevin nava şermê! Êşâ dawiyê xwe dide xuyakirin…. A ku nayê guherandin her rastî ye. Mirin mîna zarokên bêkes e Tena …

  • 8 Sermawêz

    Gunnar Ekelöf Li Cîhanê û Firat Cewerî Li Cîhana Wî

    Nivîskarên navdar yên ku bi zimanê xwe xwendin ev in: Firat Cewerî bi kurdî Lotta Muth bi swêdî Xiaohui bi çînî Dorothea Bjelfvenstam almanî Özkan Mert bi tirkî Wêjeya cîhanê Materiyalên gotara min ji nivîsên Gunnar Ekelöf bixwe, lêkolînên berê,  pirtûkên teorîk û belgeyên cuda ji arşîva Gunnar li Uppsalayê pêk tê. Ji bo ravekirin û têgihîştina zaroktî, oldarî û …

  • 1 Sermawêz

    Tu an Dijminê Te

    Tu zimanê biçûk bibînî Ew ê dijmin pêl zimanê te bike, Tu henekê xwe bi zimanê xwe bikî Ew ê dijmin zimanê te bêxîret bike, Tu zimanê xwe erzan bikî Ew ê dijmin zimanê te bikire ne bi du qurîşan, Tu zimanê xwe nasnekî Tu dê ji zimanê dijmin re timî deyndar bî… Û a dawiyê: Dijminê dirrinde baş nas …