Ev bûyere li berê sê salan hatîbû serê min. Hê min nû dest bi zanîngehê kiribû. Nizanim lê belê wext çend zû dibore, mirov difikire ku wekî çemeke boş diherike wext jî wisa derbas dibe. Haa min got çem bûyereke din jî hat bîra min. Belê bûyereke hatiye serê min ku ew bûyer di navbera min û çemê Zê de …
Rêbendan, 2019
-
27 Rêbendan
Giringiya edebiyatê di struktura netewî de tiştekî zêde zêde mezin e
Giringiya Edebiyatê di proseya neteweyî / struktura neteweyî de çi ye? Giringiya edebiyatê di struktura netewî de tiştekî zêde zêde mezin e. Edebiyat ziman e, ziman hîs û hişmendiya netewî ye, hîs û hişmendiya netewî jî yek ji giringtirîn bingehê struktura netewî ye. Tewrat û Talmûda litteratura cihûyan hişt ku cîhû struktura netewa xwe biparêzin û piştî gelek êş …
-
20 Rêbendan
GÊJEVANGEKÎ DERÛNÎ
“Azadî ne li derveyî mirov e, azadî di hundirê mirovî de ye” “Her mirovek ji gelek kesayetan pêk tê, mirovên xwerû tune ne” Ji destpêka romanê û heta dawiya romanê mijar di navbera serleheng Gêjevang û Pisîkiyatrîst Cheko Xyan dibore. Gêjevang yekî nexweş dixuye feqet wê hesta nexweşiya derûnî tam bi mirov hîskirin nade, ji hêla derûnî ve bi pirsgirêk …
-
17 Rêbendan
DENGÊ HAWARA TE
dengê hawara te melûliya rondikên çavên ziwa ye keservedana temenekî bi jan e kaniya xeyalên bi coş e dengvedana şikeftên tenha ye têkoşîna li hember zexelên demê ye dengê hawara te guregura reşewrên barana azadiyê ye hêrsa pêlên okyanûsa ye kefenê mirineke zûhatî ye sebira xwedawendên bêdeng e dengê hawara te nalenala sînorên welatekî bindest e reşgirêdana gund û bajarên …
-
15 Rêbendan
Birîna Pîrê [Paşa Amedî]
Min ne dixwest ku di vê quncika xwe de; vê çîroka jiyayî biweşînim lê ji ber ku min vê girîng dît ez vê diweşînîm. Jinebiyek neçar û feqîr debara xwe bi karên gundiyan derbas dikir. Ku zarokên wê mezin bûn û zarokên wê gihîştin, êdî ku kar ji zarokên wê hat, pîrê zarokên xwe civand û ji wan re got: …
-
14 Rêbendan
Ramana felsefî, aqlê felsefî ne tenê ferdên civakê, civakan bi xwe jî diguherînin…
Ali Gurdilî, Di sala 1966an de li Gurdilan (Misirc) a qeza Sêrtê, hatiye dinyayê. Dibistana sereke û navînî, li Gurdilan xwendiye û piştî derbeya leşkerî ya sala 1980an, bi malbata xwe re koç dike bajarê Îzmîrê. Lîseyê, li Îzmîrê temam dike û di sala 1983an de, Zaningeha Ege, beşa Civaknasiyê qezenc dike. Piştî qedandina zaningehê, dest bi mamostetiya beşa dersên …
-
3 Rêbendan
Roman çima tên nivîsandin?
Mebesta min ji vê pirsê ne ew e çima mirov berê xwe didin bikaranîna vegotinê, lê mebesta min ew e ez vê pirsê li ser romanê wek janreke nû bikim. Em dikarin vê pirsê bi awayekî din jî bikin: Gelo ji ber çi romannivîsan ev janr ji bo derbirînê afirand? Eger em vegerin sedsala şazdehem, eşkere ye ku mirovatî …
Hezîran, 2018
-
29 Hezîran
Mamosta Şahab Valî Reyde Yaresanan Ser o Roportaj
Ugur Sermîyan: –Yarsanî kam ê? Ma înan nameyanê “Ehlê Heq”, “Elîyullahî”, “Yarsan”, “Kakeyî” û “Goran”î ra bi kamcîn a name bikerîme? Şahab Valî: -Kurdê ke sey yarsanî yenê naskerdene (Ez vana “kurdî”, çike ewro yarsanê ke kurd nîyê kî estê, yanî kesê ke dima îmanê xo bi nê dînî ardo, înan rê mîyanê yarsanan de “çesbîde” yeno vatene. Ê yê ke maye …
-
27 Hezîran
Teqîneke Mezin Di Wêjeya Kurdî De!
“NEHEQÎYA KU Lİ NAVÊ ARJEN ARÎ HAT KİRİN” Li gor agahiyên şahidên teqînê, lijneyeke qedirbilind di dilê xwîneran de miriye û pirr xwîner û hezkiriyê wêjeya kurdî jî ji dil ve birîndar bûne! Agahiyên nû tên… Di nava agahiyên tên de “lêborînxwestinek” hê jî nehate dîtin. Pêşbirka ku li ser navê Arjen Arî tê li darxistin ji bo …
-
22 Hezîran
Seîd Veroj:Ger ronahî ne ji me be, çiraya xatirê rêya me ronî nake
Seîd Veroj di sala 1966an de li Diyarbekirê ji dayik bûye. Dibistana navendî û unîversîte li bajarê Diyarbekirê xwend. Xebata wî ya li ser Kurdolojîyê, di salên xwendina unîversiteyê de bi berhevkirina materyalên ziman û folklora kurdî dest pê kiriye. Di sala 1997an de, bi tevî hinek hevalên xwe dest bi weşandina kovara Warê kir. War, hetanî sala 2004an li ser hev …