Wêjegeh

Tebax, 2020

  • 1 Tebax

    Pendname | Cigerxwîn

    Ezê bêjim lê hun dilê xwe megrin, Dinya ne hêja ye emê tev bimirin. Mala me gelekî kûr e, yek max e, Ew jî li bin şeş heft tebeqên ax e. Em tev bira ne, ji dê û yek bav, Ji miriyan re çi maye, ji bil nav. Qet şiyar nabin, ta kengî razin, Hun mezin in, em ji we …

Tîrmeh, 2020

  • 18 Tîrmeh

    Gelek Kurd ji mîkrofonên qenalên kurdî ditirsin

    Bernameçêker, Mehdî Mutluyî ji Ortadogu Newsê re diyar kir ku naveroka bernameyan qasî teknîkê pêş neketiye, cefayên çêkirina bernameyan hene, rexne li gor têkilîyên şexsî têne kirin…   (Xwendina vê hevpeyvînê nêzîkî 4 deqîqeyan didome) Bi cefa ne! Mehdi Mutlu dema bernameyeka Rûdawê pêşkêş dike (Wêne: Arşîva Mehdî Mutluyî) “Çêkirina bernameyên Kurdî bi cefa ne, kêşeya herî mezin mijara ziman …

  • 5 Tîrmeh

    Hîna dengê wî zindî ye

    48 sal bi ser wefata hunermendê kurd ê navdar Hesen Zîrek re derbas bû. Hesen Zîrek di serdemek gelek zehmet de, bi hunera xwe têkoşînek mezin daye, êş û zehmetiya gelê kurd bi stranan vegotiye. Ji bo wê çendê ye ku piştî 48 salan hîna jî di dilê gelê kurd de zindî ye û ji bo gelek hunermendan jî bûye …

  • 4 Tîrmeh

    Xesû û Bûk

    Dinya bi dor e! Dibêjin carekê bûkek û xesûya xwe hebûne. Xesûya wê nexweş ketiye. Mehdê wê çûye goşt. Ji kurê xwe re gotiye; “Kurê min ka here Xana Hawêl* ji me re kîloyek bî du kilo bî goşt bîne, çiqas mehdê min diçe piçikek goşt.” Ew jî diçe, tîne û tê. Jina xwe re dibêje; “Ka bipêje, bide diya …

  • 1 Tîrmeh

    Zerya (Helbest)

    Zerya sîya te, xwe li çavên min dike mêvan  gewdeyê min dihejîne!.. bi pêşna meşa te a awarte  serê min xwe dihejîne .. wekî serxweşekî .. di daristanên porê te de .. xwe didizim .. û vedişêrim .. jibo kulîlkên di çavên te de neçilmisin .. awarte ye hemû tevgera min  Zerya !.. ditirsim ku te nebînim  destê xwe li …

Hezîran, 2020

  • 28 Hezîran

    XWEŞÎ Û VEGOTİNA ÇÎRÇÎROKÊ

    Çîrok an çîrçîrok (li gor min çîrçîrok xweştir û baştir e) qesta min çîrokên folklorik yên di nava gel de têgotin. Hûn çi dibêjin bibêjin çîrçîrok ji kalanên me gîhîştine kal, pîr, dê û bavê me. Kal û pîrên me tev çîrçîrokan zanibûn. Kêm-zêde çîrçîrok zîndiya xwe hê jî di nav gel de berdewam dike. Ferqa çîrok û çîrçîrokê mijarekî …

  • 23 Hezîran

    Şûndiyarî..!

    Çi Xweşmirovî ye..!? Diyarî..!           Evîn be..!                    Dildarî be..!                                 Hestzelalî be..! Can be..!          Xweşî be..!                      Geşbîn be..!   Çi bêbextî û hovîtî ye!? Şûndiyarî..            Kîn be..!                   Hovberî be..!                                    Kul be..! Jan be..!         Nexweşî be..!                          Reşbînî be..!     Çi dilovanî û rewiştbilindî ye!? Kar …       Dilsozî be..!                    Rastgoyî be                                     Rêzdarî be Canfîdayî be..!                   Hevaldostî be                                       Hevrayî be..! Çi bedxwazî û mejîreşî ye!? …

  • 17 Hezîran

    Tasek Av – Paşa Amedî

    Bav di ciwantiya xwe de li zarokên xwe pir mêze dikir û ji wan pir hez dikir. Tu car zarokên xwe birçî nedihişt. Bav bi çi awayî be zikê zarokên xwe têr dikir… Rojekî diya zarokan çûbû mala bavê xwe, bav û zarokên xwe tev li mal bûn. Bav wexta ku tî bû, ji zarokên xwe tasek av xwest, zarokê …

  • 13 Hezîran

    Alîmeke Kurd: Şêx Mihemed CAN

    Hin mirovên hêja wexta xwe de zêde ne hatine naskirinê, ji piştî mirina wan qedrê wan zêde bîye û hatine naskirinê. Hin mirovjî ji ber hin sedeman nav, deng û berhemên wan hinda bûne. Îro gelek nivîskarên klasîka Kurda heye ku çi bi nav çi jî bi berhemên xwe ve nayên zanîn;  ango berhemên wan hebin û gêhîştibîn îro jî, …

  • 12 Hezîran

    Çivîk û Kew û Ker

    Çîrokek Ji Herêma Sêrtê Çivîk û Kew û Ker Carek nav cara rihmet li dê û bavê hazir û guhdara, qedal şeytanê qulê dîwara, nelet bê li bavê hakim û tehsîldara. Hebû tine bû çiştek ji xwe Xwedê mestir tine bû. Hebû Kerek û Kewek û Çivîkek. Ev her sê bûne deste birayên hev. Rojekî ji rojan cara her sê …