Pezkûvîyek tî, rabû çû ser golê ku av vexwe. Dema stûyê xwe dirêj kir ku av vexwe, di avê de wêneya xwe dît. Pêşî kiloçên xwe yên girên dirêj dît. Gelek kêfa wî bi dirêjî û girîya qiloçên wî hat. Lê dema wêneya çaqên xwe dît, bi ziravî û dirêjî ya wan xemgîn bû. Çaqin min hîç rind ninin. Ew …
Nîsan, 2021
Sibat, 2021
-
27 Sibat
Helbestên Kesnezanî êdî bi kurmancî ne
Sêrtê (çandname) – Weşanxaneya Avestayê pirtûka bi navê “Kitêba Pêxemberê Ciwan û Xanîta wê Dema Hêj li Vir Bûn” ya nivîskara başûrî Buşra Kesnezanîyê ji soranî bo kurmancî adapte kir. Avestayê da zanîn ku berga pirtûka nivîskar Kesnezanîyê ji aliyê wênesaz Goran Mohammed ve hatiye xêzkirin û ji aliyê şair û wergêr Osman Mehmed ve jî ji soranî bo …
Rêbendan, 2021
-
6 Rêbendan
Cudahiya di navbera çîrçîrok û çîrokê de
Beriya her tiştî divê em der barê pênaseya nav de xwe hinekî zelal bikin. Bi dîtina min çîrok pênaseyek ne rast e. Zêdetir ji bo qiset an jî serpêhatiyan tê bikaranîn. Li şûna peyva çîrokê, çîrçîrok bê gotin bêhtir di cih de ye. Lewre çîrçîrok hinekî di nav xwe de tê afirandin û derewan disêwirînin. Ji ber vê ez dixwazim li şûna çîrokê …
Hezîran, 2020
-
23 Hezîran
Şêwra Êvara Perwaneyê
Koma Xwendinê ya Amedê ku ji 15 rojan carek roman an çîrokek kurdî dinirxîne, vê carê di 14’ê Kanûnê da, romana Bextiyar Elî, “Êvara Perwaneyê” nirxand. Di vê gotûbêja li ser zoomê da bi tevî wergêrê ji soranî bo kurmancî, Bessam Mistefa, gelek mamosteyên Zanîngeha Çewlikê û xwendekarên lisansa ziman û wêjeya kurdî jî beşdar bûn. Jimara beşdaran bi qasî …
Sermawêz, 2020
-
21 Sermawêz
Pêşberî!?
Tenê bo te..! Payeyên balkêşiyên hestan çokên xwe dînin Û xwedawendên viyanê Ên ku li sîbera bedewebûna te Hîştin ku derbirîn rabiper e Û rewanbêjî nikaribe xwe rabigihîn e Û nikaribim ji ber navgiranî Û tîrêjên awirên çavên te birevim? Çavên te yên ku, hemû wateyên rastî û dilpakî yê Û rengên pêşerojê û nameyên yekbûnê Tevî bawrmendiyê di xwe …
-
18 Sermawêz
Pirsên Kalêmêr û Mela Yasîn (Hîkaye)
Mela Yasîn hê nû bibû mela. Ji bo melatiya gundê Qeremûsana Çêrmûgê hatibû tayîn kirin. Mela Yasîn berî ku dest bi wezîfeya xwe bike çû gundê Qeremûsanê da ku bibîne ka hela gundekî çawa ye xaniyê mela heye tuneye wê li ku bimîne û hwd. Li nîzikê mizgeftê ji dolmişê peya bû û berê xwe da mizgeftê hê negihiştibû mizgeftê …
-
5 Sermawêz
Dengbêj û Şoreşgerekî Rojhilatî: Xalê Birê
Rojhilat bi dengbêj û hunermendên xwe dereke dewlemend e. Dengbêjên Rojhilatê gund bi gund, mal bi mal digerin dilê civatê bi klamên xwe xweş dikin. Di dewra Feodal de dengbêjên Kurd zêdetirîn di qesr û qonaxên mîr, beg û axayan de marîfeta hunera xwe nîşanî civatê didan. Bi pêşveçûna pergala kapîtal di roja me de rewşa dengbêjan û dengbêjiyê gellekî …
-
3 Sermawêz
Momo û Dizên Demê
Pirsgirêka herî mezin ya mirovê modern ‘dem/wext’ e. Nikare bi wextê re serî bikişîne. Di her warî de wext wî têk dibe. Karker ji bo di saeta kifşkirî de bigihêje karê xwe bi demê re di şer de ye. Xwendekar ji bo di wextê de bigihêje dibistana xwe bi wextê re di şer de ye. Nexweş, ji bo di wextê …
Cotmeh, 2020
-
21 Cotmeh
Peyv û termên kurdî di tirkî de
Bi rastî ji aliyekî ve ez pir bi kêf im ku zêdetir bala hemwelatiyên me ketiye ser Zimanê Kurdî û lê digerin. Lê belê ji aliyekî ve jî bo min diljanî ye ku ew dema peyveke ku nizanibin, yekser dibêjin ”ev peyv tirkî ye.” Lê belê ev hawe nava Kurdên Rojhilta, Başûr û Rojava de tune. Sedemê wê jî ev …
-
20 Cotmeh
Romana iraqî û çêja vegêrranê
Roman wek yek ji janrên giring ên edebiyatê, xwedî xislet û taybetmendiya xwe ye û dibe yek ji şêwazên vegêrranê yên herî giring be, çimkî vegotin û piştî wê jê vegotinzanî ew beşa giring a her romanekê ne ku dikare bi rêya wê teksteke baş ji teksteke din bê cudakirin. Eta Mihemed derbarê hunera vegotinê de dibêje: “Tişta ku mirov …