Rojekê rêwiyek (rêvingiyek) rê de diçû. Dengek hatê. Li ser milê xwe zivirî, dît ku li kêleka rê kevirek wergeriyaye ser marekî m…ezin. Mar dike nake, nikare ji bin kevir derkeve. Dilê mêrik gelekî bi mar şewitî, xwe xwar kir û bi herdu destan kevir ji ser mar wergerand û mar rizgar kir. Dema ku mar rizgar bû, di şûna …
Tebax, 2021
-
9 Tebax
Berbang
Berbangên hêvîdar dibînim ku xûz dibim liber çirûskên rojê jêra xewnên şevên bi xeyalên xizanîyê dibêjim raperîna di dilê min de, bû ye bahozek ji rêçe şopan di welatê ku ez tê de, bêhna belengazîyê jê tê bêhn dikim, dil nexwazî û xêrnexwazî bihevra gulîyan badidin carek bejî dixwazim bangê guhdarîya dil bikim û jixwe bipirse bifikire … gelo te …
-
8 Tebax
Tosinê Reşîd/ Folklora Kurmanca (1936)
Ji bo hişyarkirina hisên netewî û bi hêz kirina yekîtîya gel, folklor roleke mezin dilîze. Yek ji bingehên nasîyonalîzma gelan, ya çandeyî, ew folklora wan e, bi taybetî destanên êpîkî, stranên dîrokî. Folklor û mîtologîya, wek nimûnên bîrewarîya gele giştî, bingehekî xurt in ji bo yekîtîya gel, pirsgirêkek, ku giringî, ferz bûna wê îro ji bo gelê me pir mezin …
Tîrmeh, 2021
-
31 Tîrmeh
Eşîra Heyderan û Kor Huseyîn Paşa
Kemal Suphandax Kurê Nadir Beg, Nevîyê ‘Kor Huseyîn Paşayê Heyderî’ye. Nivîskar, lêkolîner, dîrokzan, sîyasetmedar; lê ji her tiştî bêhtir: Kurdhezekî suhbetger e… Dîwana wî gelek xweş e, xeberdana wî mirov di nav pelên dîrokê de digerîne, Xudanê gelek pirtûkan e, dema mirov pirtûkên wî dixwîne; mîna ku mirov guh bide Radyoya Erîvanê, Kurdîtiya wî yê nav malê ye, Kurmancîya wî …
-
14 Tîrmeh
Feydeyên guhdarkirina muzîkê çi ne?
Dilê me ra çawa be, xemgîn an dilxweş be, muzîk her dem nêzê me ye. Muzîk dikare di kêliyên meyên xemgîn de me dilşad bike. Carcarinan, di kêliyên meyên herî şa de, bi muzîkek xemgîn, em bîranînek xirab bi bîr tînin û dilteng dibin. Li gorî lêkolîna zanyar, guhdarîkirina muzîka weya bijare di mejî de “enerjî û hestên erênî” derdixe holê. Stres …
-
13 Tîrmeh
Pirsname – Necat Zivingî
Pirsname 20 Pirs? – 20 Bersiv √ – Necat Zivingî – Bi alikarî ya M.Samî Çinar Peyva ku herî jê hez dikî? Necat Zivingî: Ellah Van rojan kîjan stranê guhdarî dikî? Necat Zivingî: Helbestên Cizîrî Ji bo te nirxa herî pîroz çî ye? Necat Zivingî: Bawerî Tu ji bo çi dijî? Necat Zivingî: Edalet Ji kurdan re ya ewil çi lazim e? …
-
1 Tîrmeh
Xîzan û dewlemend
Weke her carî Qasîdê Xweda (Selat û silavê Xweda li ser wi û malbata wî be) li meclîsê rûniştibû û heval û hogirê wî hawîrdorê wî pêçabûn û wî wek kevirê gûstîlê gistibûn ortayê. Di wê demê de kesekî xîzan ku cil û bergê wî kevin bûn ji derî ket hundir. Li gorî kevneşopiya çanda İslamî her çi kes dema …
Hezîran, 2021
-
30 Hezîran
Fêrîkê Ûsiv: Bavê Helbestvanîya Me
Di nav her miletekî da gelek helbestvan, nivîskar, hunermend hebûne û hene, lê bi sal û dewran ra yên herî binavûdeng û herî hezkirî di nav gel da, di sewda û mejûyê gel da dimînin, lê yên ku bo navekî derxin an jî perekî qazanc bikin “berhem” çap kirine, dibine toz û winda dibin, bi rûpelên pirtûkên wan di gundan …
-
29 Hezîran
Du Eşîrên Kurd (Dawiya Birakujiyê)
(Çîrokek jiyayî û rasteqîn) Li herêma Botanê demekê, di navbera du eşîran (Eşîra Ehmed Axa û Eşîra Derwêş Axa) de dijminahiyek rû dabû, sedema vê dijminahiyê jî, kurê Ehmed Axa, kurê Derwêş Axa kuştî bû. Ehmed Axa jî xwest ku vê dijminahiyê dirêj neke û dawiya vê dijminahiyê bîne, çûnkî di navbera du eşîrên Kurd de, dirêjbûna neyartiyê, tiştek ne …
-
28 Hezîran
Dr. Selah Mihemed Selîm Hirorî/ Ebdurrezaq Bedirxan (1864 – 1918)
Kurteyek ji Jîyana Ebdurrezaq Bedirxan Ebdurrezaq Bedirxan kurê Necîb Paşa ye, Necîb Paşa lawê Mîr Bedirxan e (1804-1876).[1] Ebdurrezaq Bedirxan li sala 1864, li bajarê Îstanbulê ji dayik bûye. Li destpêka jiyana xwe Ebdurrezaq Bedirxanî zimanên Rojhilat û Ewropî xwendîye, ji wan jî zimanê fransî, vî yekê arîkarîya wî ji bo nasîna edeb û dîroka fransî kirîye, her wusa jêder (çavkanî) …