ez rêwiyê rêya çolistanên bêveger im serkêşê karwanê kûrahiya ramanên feylezofan im li nav kelem û striyên hişkebeyaran li heqîqeta nependî digerim bi rîsê neynokên giyanê xwe tevna zanistî û fazîletê dihûnim çirûskên hêviya pêşerojê di hembêza berbangên rûken de vedişêrim erd di bin gavên min yên sist de westiya ez bi dengê xumxuma çemên bi coş stranên şahiya evîndaran …
Cotmeh, 2022
Îlon, 2022
-
28 Îlon
Helbesta Gulav
di diwazdehê mihê de di seat diwazdehan de Hînkahiya di’ayekê dadiket heyv di çîrûsî di singa tarîtiyê de bi cizba eşqê hezkirin ji bo Xwedê… bi behn û hîske hîsk du hesp dibezîn di singa bajêr de Evîn tilsimekbû di kefa mistê de li ser dest û li xetên aniyê Şopek qedîm… li mezrabotan bezîna xezalan şan bi şan, tehtik …
-
22 Îlon
Di derheqê Edebiyata Kurdî da hînek nîşe
Dema ku dîroka edebiyata kurdî were lêkolandin, bi hêsanî tê dîtin ku kurdî her tim bûye zimanê wêje, huner û helbestê. Kurdîya ku di warê rêziman û zimannasî û di warê metnên edebî de xwe dispêre kevneşopiyeke kevnar, di kevneşopiya medreseyê de hebûna xwe berdewam kiriye, ku heta îro berdewam kiriye. Bi taybetî bi bandora ekola Neqşîbendî edebiyateke mezin a …
-
10 Îlon
Derheqê Medreseyên Kurdan de hinek agahî
Medreseyên Kurdan girêdayiya dîroka Kurdan a piştî Îslamê ye û li gor desthilatdariya hûkûmetên Kurdan kare were tesnîfkirin. Çimkî serdemê hukimdariya kurdan û pêşketina medreseyan di nav têkiliyekê xurtdane. Loma ji dema tesnîfkirina serdema û medreseyan de divê em hûkûmet û mîrektiyên kurdan esas bigrin. Li ser vê mijarê jî di nav dîrokzan û edebiyatzanê kurdan de yek tişt nehatiye …
-
7 Îlon
Ceribandinek li ser prototîpa kurteçîrokê
Di tesnifa ku Aristoteles (teqriben 335 berî bûyîna Hz. Îsa) ji bo metnên edebî kiribû de sê cûre metin hene: Metnên; -epîk, -lîrîk û -drama. Ji bo peyva epîk di Kurmancî de herwisa nesr û pexşan û ya lîrîk jî nezm tê gotin. Helbet ev serenavên cûreyan in û her cûreyek di nav xwe de cûreyên din dihewîne. Di nav …
-
4 Îlon
Di Dîroka Edebiyata Kurdan De Cih û Rola Medresa Sor
Di dîroka edebiyata kurdî de Medresa Sor birastî rolek gelek mezin lîstiye. Medresa Sor bi Melayê Cizîrî ve bûye yekwucûd. Mela li atmosfer û mîmariya Medresa Sor de bû evîndarê Xwedê û ji dilê wî helbestên bêhempa yê bi zimanê kurmancî herikî. Helbestên Melayê Cizîrî ji bo edebiyata kurdî gelekî biqedre. Piştî Mela gelek zanayê Mela şopandî derket. Lê asta …
Tebax, 2022
-
22 Tebax
Efrîna bedew xemgîn e
Şûnzaya bi darzêtûn e Bi şengebî û beybûn e Bi royê re peydabûn e Warê jiyan û hebûn e Efrîna bedew xemgîn e Her dilkêş û dilrevîn e Dilşikestî bi birîn e Hey wax me dî kes nebîn e Dilkêş e, rind û bihuşt e Hêlîna ji xewnan mişt e Kevoka bi hawar û qişt e Bê xwedî ma û …
Tîrmeh, 2022
-
1 Tîrmeh
Dilê min ji te sar bû ye
Dilê min ji te sar bû ye Naxaze bo te bavêje û ji te hez bike Tu ne layiqe vî hesretê yî Û ne jî layiqê bêrîkirina min î Li ber çavên min reş bû yî Û ez ji ber vê aramim Bawer ke tu wextê te heq nekir Ev hezkirina min da te Û dilgermî ya min da bû …
Hezîran, 2022
-
24 Hezîran
Seba B.B’yê Xizan
Ez Bertolt Brecht im, yê ji rêlên reş. Anîme bajêr ca min ez di zikê xwe de. Lê hetta ku lênexim û neherrim ji vê dinê wê neşikê pûka rêlan ji hinavê min. II. Fena ku li mala xwe bim li bajarê şoza. Min serhevdeya xwe hilaniye bi dêlindêza talî ya pîroz: Bi rojnameyê, bi şeravê, bi tûtinê, Ji-xwe-nebawer, …
-
13 Hezîran
Vê carê
negre deriyê xwe vê carê ez ê tunebûna te bi tilî û pêçiyên xwe bikolim li ser dîwarên şevên bêdeng ez ê di bin şewqa hîvronê de santîm bi santîm kêl bikim birînên xwe bi tayên hisreta te jan bide jî hestên min guh nadim zarînên dilê xwe yên nazenîn negre deriyê xwe vê carê baskên min ên jar wê …