Erê destebirakê min şaş nemîne eva dinya ye. Carînan meriv siwar e, carînan jî peya ye Carna hespa meriva meş – meş dibeze Carînan jî refesa diavêje meriva digeze Carna orxe dibe qûşa xwe tu hespa naxîne Carînan jî giran dimeşe xwe bi canîyê dixapîne Carna rihwan dibe hemberî xwe kesî nas nake Carînan jî li ser pişta xwe titûna …
Sermawêz, 2022
-
15 Sermawêz
Hozanvan – Helbest
Zarok pirsî û got: Ma ez dikarim bi çivîkê bigirim? Mamoste got: Di pêşî de Ka em çovên şîrêzê yên kesk bînin. Zarok got: Ev in çovên şîrêzê yên kesk. Ma dikarim bi çivîkê bigirim? Mamoste got: Ka sibehê em herin ba darê Zarok got: Ev dar e Û ev jî sibeh e Ma dikarim bi çivîkê bigirim? Mamoste got: …
Cotmeh, 2022
-
30 Cotmeh
Çîroka Rovî û Şêr
Rojek ji rojan serokê daristanê, kekê sêr nexwes dikeve. Heywanatên daristanê hemû diçine zîyareta wî. Gur jî dikeve rê hêdî hêdî dimese ber bi qesra sêr diçe. Rê de rastî rovî tê. Gur dibêjî: -Birayê rovî tu nayê em herin serêdana kekê sêr. Çawa ku tu jî zanî kekê sêr nexwes e? Rovî got: -Ma lawo sêr kurê bavê xwe. …
-
30 Cotmeh
Çîroka Ka Em Bavên Ber Aqil
Hebû tunebû, rehmet li gora dê û bavên min û we bû, li gundekî sê bira hebûn. Ji malê dinê tenê du kerê wan hebûn. Bi van kerana ji çiyê êzing dibirin bajêr difirotin û jiyana xwe pê dom dikirin. Rojek ji rojan, ev herdu kerê wan hatin dizîn. Çol û çiya gişt geriyan nedîtin. Berê xwe dan malên gundiyan, …
-
30 Cotmeh
Çîroka Xezalok û Delalok
Hebû tunebû carek ji caran rehme li dê û bavên guhdaran. Bizinekî hebû bihemle bu, xwedê cêwikek dayê. Bizinê navê yekî kir Xezalok û navê yê din jî kir Delalok. Dayîka wan wa xist mal de û ji wan re got; Ezê biçim çêrê heta ez werim ji kesekî re derî venekin. Dema ez pepikê xwe nişa we bikim derî …
-
30 Cotmeh
Çîroka Bûk û Tûtûk
Hebû tunebû, çûkek hebû. Çûkekî, bê kar û bar bû. Ji xwe re difirriya, dikir vîçevîç û li ser vê yan wê darê vedinişt. Lê rojekê biryara xwe da ku here ji bo xwe havilekê bike. Bi rê de çûk westiya li ser sitirîyekê venişt. Çima sitirîyek di lingê wî re neçû!! Sitirî gellekî canê wî êşand. Kire qîre-qîr û …
-
30 Cotmeh
Çîroka Bextîyar û Bedbext
Hebû tune bû du bira hebûn. Navê yekî Bextiyar û navê yê din jî Bedbext bû. Wan biryar dan ku diravan peyda bikin. Bi rê ketin. Gihîştin ser kaniyekê û bêhna xwe vedan. Bedbext ji Bextiyar re got: “Bîne em ratiba te bixwin bila ratiba min jî bimîne ji bo cara duyem.” Bextiyar got: “Baş e” û her çi ku …
-
26 Cotmeh
Helbesta Lavînya
Ezê ji te re nebêjim neçe Tu dicemidî cakêtê min bigire Saetên herî xweş ên rojê ne vana Li bal min bimîne Ezê ji te re nebêjim neçe Dîsa jî tu zanî Derewan dixwazî derewan bibêjim Tê biêşî Ezê ji te re nebêjim neçe Lebelê neçe Lavînya Ezê navê te veşêrim Tu jî nizanibe Lavînya Özdemir Asaf …
-
24 Cotmeh
Helbesta Hestên Azadiyê
Dilê min lez û bez be Her dem jî geş Rewşekî bê bêxof were Rût û tazî her tim jî şilf Nekeve nav xem û xeyalan Hestên azadî qet te kêm nebe Her dem hêvî te tijî be Bixwaze rizgarî dil û can, serbestî Dilo were bi lezgîn be Nêta xilte te hebe tiwarde Zelal bike wek çemê Erez …
-
19 Cotmeh
Çîroka Pisika ku xwe Mirîşk zendikir
Ev çîroka ji bo 4 salîyan e Hebû tunebû, carek ji caran, rehmet li dê û bavên guhdaran; Komek dîk û mirîşkan li daristanekê bi bextewarî dijiyan. Rojekê ji mirîşkan yek çû seyranê û dema dimeşiya ji pişt çaliyan/devîyan dengên gelek ecêb hatin. Şok bû! Û pisikeke nûbûyî dît. Mirîşk bi fikiraya ku diya wî ew berdaye, pisik bi xwe …