Duşem , Berfanbar 17 2018
Home / Wêje / Helbest (page 4)

Helbest

Hêsirên nirxecewherîn

hew dibarin hêsir ji dilên qurifî fera çavan bi beza xemrevînê Cembeliyê kurê mîrê Hekaryan dilive dîroka evînên bêmiraz dide ber piyan dişîne nav dojehên bihuşta rengîn di ber cihokên sor de herikandine pêlên kirêtkirî ji ber xwe dane alî mebestên pîroz, vîna bêkêmasî li rûyê parşumanên nûhatî tîpên hêsirên nirxecewherîn dirêje yek bi yek bi bîr tên hemû pêhatiyên …

Read More »

Piçek Dînîtî

Bi halet-î ruhiyeke ber bi dînîtiyê ve Ji dijminên xwe re min tîr amade kirine Ji zimanekî rewşedar Ji deqên wê yên herî tûj Herhal ji helbesteke beytikên wê yên herî xweş Û ji erbaneyeke ku bi hezar salane ritmên xwe ji dilkutka distîne Elleh, Elleh, Elleh Ji nifirên ferîşteyên li ser rûyê `erdê ku navê wan dayîk in Niqutî …

Read More »

Gava Roj derkeve

Melodiyek Dengek Dengê bêdengiyê Dengê bêtebûnê Ritma xwe ji çiyayên bilind re Gava di yekkerbûna dilan de Diqîre û radiweste Dûrahî… Ax! Ji dûrahiyan re dê waxwax bikî Dilê xemgîn, Muxtacî Kîjan gotina efsûnî ye? Ajotî kîjan xeyalan, Beyî rastiyê bibîne Roj dê be Roj dê be Hingî xwe dipêçê ewè baweriyê Roj dê be Ji hezkiribûna xwe Dê şad …

Read More »

kubarê

jiyan dibe jahr carên tu xwe ji min direvînî carên tu li bal min î û bi awirên coşane li min dinêrî bextewarî xwe li min digire bê pîvan e canê!   diçim nav zozanan li seyranê me digerim dilîzim ji xwe re û li ber şemala te radiwestim   maçan difirînim ji dil û hinavê xwe ve nav gerdûna …

Read More »

kindirê celad

carên ku dînîtî bi kindirê jiyanê xwe li min dipêçe li hêviya pihîna celadê xwe nasekinim û dimirim. lê dema celadê min digihe armancê û daleqayî dimînim li ser sêdarê û kes namîne li dor ez bixwe ve têm kindir ji ser stû dipekînim   hemû aferîdên sêdarê bi wê sêdara ku ji bo mirina min hatiye çêkirin çav bel, …

Read More »

Dayik bê roj in

bi zayînê re şewqa xwe bi çirûskên êgir avêt nav jiyana bêbext destekî kedkar bi ser laşê ji xwînê sor bûye ve bi dilekî hevrîşimî vedida parçeyek ji kezeba bi şewat wer bûbû nav şêniyên bê hejmar bi dilgermî ew didanî ser sîngên xwe yên vejînî bi hestên zindî diket xewa şêrîn bi hêviyên xeyalên duwerojên pêknehatî ve ji niha …

Read More »

Hêvî

Zîl dida çiyayê welatê min Ber bi hêviya bihareke rengîn ve Bi kevnariya êşên xwe Bi dîrokeke bin ax aax û axxx ax perçiqandin kûlîlkên bêgûneh bi lingên xwe yî heram Û bi gotinên xwe yî çepel. Pel bi pel di weşînin Nabê ev dar, darê şînin Hey hooo Ev ew nevîçirçirkê moxolin Dijminin, dijminê sirûşta mirovin Barbarin, hirçin û …

Read More »

Helbestvanên Kurd berî hezar salan behsa Newrozê kirine

Cejna Newrozê cejneke kevn û dîrokî ya gelê Kurd e. Helbestvanên kurd berî sedan salan behsa Newrozê di berhemên xwe de kirine. Berî zêdetirî 300 salî, Ehmedê Xanî di Mem û Zînê de behsa Newrozê kiribû. Wê demê, di destana xwe de Newroz weke cejneke niştimanî dabû naskirin. Yek ji helbestvanên Kurd ên pêşî Baba Tahirê Uryanî berî hezar salî …

Read More »

Tovên Hêviyê

min sira hêrsa tofanekê di henasa xwe de veşartî ye bi salan janên hov min di qefesa xwe de kedî kirin toza çaxên xeyalşikestî daweşand erdên bejî bi tovên hêviyê çandin hevîrê hezkirinê bi kefa destên nasirî stirihandin dîwarê zîndanên reştarî hilweşandin min sifreya qenciyê li rûyê erdê raxist xirabî ji nava min firî rûmet û hurmet rastî û duristî …

Read More »

Keko Osman: Şîna Dostekî

Ez vê helbestê bi boneya helkeftina çalakiyên çilrojiya nemir helebestvan û parêzer Xelîl SASÛNÎ diyaî giyanê wî dikim. Şikarta me her sal bi xwêdan av dida Çaxê serma ket û bihar hat, sinbil da Me çinî me kom kir ne tenê, me tevda Bahoza te rakir, ji kîna te tev da Me dêra me hêra, kir hevîr û lêda Te …

Read More »