Duşem , Berfanbar 17 2018
Home / Wêje / Helbest (page 3)

Helbest

Tîna heyva te

ji keviyan wer dibim pişt li erdê diwestim   kêlînan diramim bi libasên spî, perikên pûşî, nêz xwedayan bi ser ewran de difirim   çaxê bi hiş ve têm rût im, baskên min diweşin ezman sayî, stêrk çilmisî, xew herimî…   vedigerim li xwe tu nîn î, ez winda wek brîna bê hekîm rojên dawî dijmêrim   ji kerba bidestxistinên …

Read More »

Şîn niqutî dilê min

Şîn niqutî dilê min dema şahî li dar bû kevirek ji ber destê tiliyên destargêr li ber sînga min ket hêsirên nirxecewherîn ji nav fera xarikên reş li ahda xwe poşman dibûn ava kezabê bi ser min de direşandin 5 Nîsan 2002 Salih Turan Dayik Bê Roj in Weşanên Noş Hezîran 2014

Read More »

rojên derbasbûyî

hêja biçûk bûm pêçek teng dihat ji min re bi hêrs digirîm û dilebitîm ji paçê ku bûbû bendîxan ji bo min destê xwe yê nazik rizgar dikir û dibir ber devê xwe her çiqas biçûk bûm jî tama azadiyê min bi keda xwe nas dikir belê rojên derbasbûyî îro bûn salên derbasbûyî her çendî ne ew zarokê pêçekê me …

Read More »

Allahê Min

ALLAHÊ MİN Bi rehm e Allahê min Rehm û şefqet daye min Ew e tenê xwedyê min Allahê min Rehman e.   Ew ji kêmasî dûr e Rebbê min bê qisûr e Bê tehb û bê mişûr e Allahê min Subhan e   Zanê hemû tişta ew Ew e herûher bê xew Ew e her rind û bedew Allahê min …

Read More »

çiroka tiliyên destargêr

teredîniya xwe li min girtiye destarê hestan digerîne bi destên ji tiliyên ziravik bûyî   mûyên derbekevnare ji ardê minî lihevketî bi hurbînî te dineqînîn   çîroka bingeh qedîm ji tiliyên destargêr bi awazeke şêrîn bayekî birûskî dide destpêkirin   rûyê erdzemînê kirasê xwe yê nû bi awaza dilê evîndariyên birûmet çîroka ji berê ve ciwaniya xwe diparêze dipejiqîne bi …

Read More »

Lo hevalo!

loo hevalo! ka bêje tu niha li ku yî ma nayê bîra te ew rojên di nav nivînekê de   ez zanim tu niha ji min dûrî dîsa jî bîne ber çavên xwe xewnên me yek bûn ma ne wilo di wan rojên di hucreyekê de   rûyê te yî bi ken rûdêna te ya gulover ew çavên reş û …

Read More »

Koçberîya xeyalan

li deryayên nenas masîgirek im di keleka çîtikî de bi darebêran bi hêrsa berhevkirina goştê bi dasîk ji xwe diçim mil diçin û tên çav li deryayê zîqkirî ne li şopa beriqîna avê digerin ber bi êvaran asê dimînin av, awêneya rojê ye li wir koçberiya min e ev hunê ji ku zanibin diyarî ye ji rabirduyê maye piştî êşên …

Read More »

Bi Xwezayî – Helbest

gelo kengê gerdûn roj da ango zayîn bi rojê hat tevlêhevî xwe dabû der erd qelişî, xaz teqiya toz û dûmana ewrên reş çawa bi demê re çû alî bê şik xweza xwe kir jiyan pêşî lehî rabûn paşê jîn hat ser erdê xizan bi salên dirêj û bê temen xwe saz dikir bi zanistî ava ser rû xwe da …

Read More »

Hewara xelasiyê

kela rojê bi rûbara dilê min hênik dibe dîcleya berdirêj li hemû cihên şax daye bê meylî dicoşe Heskîf abîdeya dîrokî ye li ser dicle şax vedaye ew hewara xelasiyê dike ji devên cinawiran bi tilisma xwe ya kevneşopî ew qîrîneke dengketî ye di vê havîna ku bi şewqa rojê zer li xwe kiriye de belê belê Heskîf di cama …

Read More »

DÛR Û MEHCÛR IM JI YAR

Pur hezîn im dûrîdest im xurbetê dil kir kebab Dûr û mehcûr im ji yara nazika alîcenab Berf û bapûkê tijî kir, dûr bû rahê alemê Mam di darê xurbetê, dûr im ji dildara şebab Der xeribê berf û barozê ecaîb dil kewand Dê çikim ya Reb, medet dunya li min têk bû ezab J’asîmanan berf dibarit, tête xwarê wek …

Read More »