Duşem , Tirmeh 23 2018
Malper / Wêje / Helbest (Pel 2)

Helbest

Hezîran, 2018

  • 5 Hezîran

    Ronahî

    germ dibe laşêm ji awirên bê rehm pelên min diweşin di van rojên giyanewer de bêyî xwesteka dil lê min bi vîn ronahî diafirand   7 Adar 2001 Salih Turan Dayik Bê Roj in Weşanên Noş Hezîran 2014

  • 1 Hezîran

    Şev (Helbest)

    Şev digevize Har û dîn Ji aliyekî ve pêjna erbana rifa’î Ji aliyekî ve tûjikên iblisê le’în Û li ber çavê min xenîm Şev digevize Pirsên nakokî Bersivên nîv qurxiçî Û tinazên xapînokî Dibezin dilewlibin Wek zarokên cinnan Ji ber gurkên cinnan Şev digevize Di dîroka nawîskeke fetisî de Di …

Gûlan, 2018

  • 30 Gûlan

    Tîna heyva te

    ji keviyan wer dibim pişt li erdê diwestim   kêlînan diramim bi libasên spî, perikên pûşî, nêz xwedayan bi ser ewran de difirim   çaxê bi hiş ve têm rût im, baskên min diweşin ezman sayî, stêrk çilmisî, xew herimî…   vedigerim li xwe tu nîn î, ez winda wek …

  • 25 Gûlan

    Şîn niqutî dilê min

    Şîn niqutî dilê min dema şahî li dar bû kevirek ji ber destê tiliyên destargêr li ber sînga min ket hêsirên nirxecewherîn ji nav fera xarikên reş li ahda xwe poşman dibûn ava kezabê bi ser min de direşandin 5 Nîsan 2002 Salih Turan Dayik Bê Roj in Weşanên Noş …

  • 20 Gûlan

    rojên derbasbûyî

    hêja biçûk bûm pêçek teng dihat ji min re bi hêrs digirîm û dilebitîm ji paçê ku bûbû bendîxan ji bo min destê xwe yê nazik rizgar dikir û dibir ber devê xwe her çiqas biçûk bûm jî tama azadiyê min bi keda xwe nas dikir belê rojên derbasbûyî îro …

  • 17 Gûlan

    Allahê Min

    ALLAHÊ MİN Bi rehm e Allahê min Rehm û şefqet daye min Ew e tenê xwedyê min Allahê min Rehman e.   Ew ji kêmasî dûr e Rebbê min bê qisûr e Bê tehb û bê mişûr e Allahê min Subhan e   Zanê hemû tişta ew Ew e herûher …

  • 15 Gûlan

    çiroka tiliyên destargêr

    teredîniya xwe li min girtiye destarê hestan digerîne bi destên ji tiliyên ziravik bûyî   mûyên derbekevnare ji ardê minî lihevketî bi hurbînî te dineqînîn   çîroka bingeh qedîm ji tiliyên destargêr bi awazeke şêrîn bayekî birûskî dide destpêkirin   rûyê erdzemînê kirasê xwe yê nû bi awaza dilê evîndariyên …

  • 10 Gûlan

    Lo hevalo!

    loo hevalo! ka bêje tu niha li ku yî ma nayê bîra te ew rojên di nav nivînekê de   ez zanim tu niha ji min dûrî dîsa jî bîne ber çavên xwe xewnên me yek bûn ma ne wilo di wan rojên di hucreyekê de   rûyê te yî …

  • 5 Gûlan

    Koçberîya xeyalan

    li deryayên nenas masîgirek im di keleka çîtikî de bi darebêran bi hêrsa berhevkirina goştê bi dasîk ji xwe diçim mil diçin û tên çav li deryayê zîqkirî ne li şopa beriqîna avê digerin ber bi êvaran asê dimînin av, awêneya rojê ye li wir koçberiya min e ev hunê …

  • 3 Gûlan

    Bi Xwezayî – Helbest

    gelo kengê gerdûn roj da ango zayîn bi rojê hat tevlêhevî xwe dabû der erd qelişî, xaz teqiya toz û dûmana ewrên reş çawa bi demê re çû alî bê şik xweza xwe kir jiyan pêşî lehî rabûn paşê jîn hat ser erdê xizan bi salên dirêj û bê temen …