Pêncşem , 28 Gulan 2020

Çîrok

Dêlegur (Çîrok)

Amê Hesen li ber şibakê rûniştibû. Çaya xwe vedixwar, li kulîlkên dara behîvan dimeyîzand û xwe bixwe diştexilî. Mala Xwedê ava vaye bihar hat. Kuro! law ma zivistan jî demsal e? Hema bila qet demsal neguherin. Salê du demsal bes in; bihar û havîn. Ev demsal demsalên feqîran in, hema tu li derve jî bimînî tiştek bi te nabe. Lê …

Bêhtir Bixwîne »

Cilên Nû Yên Qral

Hebû carek ji caran, xêr û xwesî bibarin li hazir û guhdaran… Hebû tunebû… dibêjin carekê li welatekî qralekî qure, kuspene hebû. Derd û kulê wî tenê ew bû ku bi cilûbergên xwesik xwe bixemilanda. Îca wî her saetê carekê diçû cilê xwe diguherand û xwe bi cilên nû nîsanî derdorê dida. Ev xûy û tebîeta qral êdî derveyî sînorên …

Bêhtir Bixwîne »

Efsaneya Dimdimê

Dimdim1609 û 1610 yek ji destan ên herî girîngê Kurd an yê şer û berxwedanê ye. Gelek varyasyonên vê destanê hene û ew varyanson ji aliyê dengbêjan têne gotin. Dimdim keleheke li herêma Biradostê li ber Çîyayê Dimdimê li hundirê sînorê Rojhilatê Kurdistan de ye. Dimdim li terefê Emîr Xanê Yekdest ankû Emîrxan Lepzêrîn rêveberê bajarê Biradostê ve hatîye damezirandin. Ev yek dibe sedema şer nava mîrê Kurdan û Şah Ebbas. Emîr Xan Lepzêrîn di keleha Dimdim de serê xwe beramber bi Şah …

Bêhtir Bixwîne »

Çol Paşa-Cankurd

 Dibêjin ku li welatekî dûrî vira, malmezinek hebû, çavên biyanian li mal û zeviyên wî bûn, dixwastin wî û navê wî ji holê rakin û hemû heînên wî bikin ên xwe. Di nava wî û çavxuran “hesûd” de dijminî pêda bû û rewşa wî di nav dijminan de gelek dijwar bû. Sê kurên malmezinê me hebûn. Yek ji wan terzî …

Bêhtir Bixwîne »

Slav li ser te be ey Xweda!

Slav li ser te be ey Xweda! Rojekê Behlûl çû cem xelîfe û bala xwe dayê ku xelîfe li ser textekî bilind rûniştiye û maiyeta wî jî tev li dora wî, li piya sekinîne. Behlûl çawa gihişte cem, got: “Slav li ser te be ey Xweda!” Harûn got: “Ez ne Xwedê me!” Behlûl got: “Slav li ser te be ey …

Bêhtir Bixwîne »

Sînor

Dema “diwazdehê îlonê” bû. Rewsa Kurdan xirabtir bûbû. Li Bakurê Kurdistanê agir dibariya. Cih li Kurdan teng bûbû. Li gund û bajaran bi hezaran Kurd dihatin girtin, bi wan îşkenceyên giran dihatin kirin û ew diavêtin zîndanan. Bi hezaran Kurd, ji ber vê zilmê mecbûr man ku terka welatê xwe bikin. Malbata Şîlanê û Arjen jî ji van malbatan yek …

Bêhtir Bixwîne »

Kêr û Çetel

Mala me li gundekî Qersê bû. Rojekê dersdara gundê me nameyek da min û ez şandim Qersê. Mêrê dersdarê li Qersê karmend bû û du kurên wê jî li wir, li ba wî dixwendin. Min ji destê dersdarê nameyek, tûrek û pereyên heqê xwe girtin. Heqê çûyina min, ez şa dikirim. Min bi eşq tûr avêt ser milê xwe, kaxez …

Bêhtir Bixwîne »

Xortek Kurd Bi Navê Merdan û Hevalek Wî Yê Li Kahîrê (Çîrok)

Merdan  xortek  ber bi çav xweneda û zîrek bûye.  Ji Rohilat sirgunê wê derê bûye, rojek diçe   kahwê rûdinê. Xortek bi paye ( rutbe) ji der de tê hundur.  Bala wî   kesî  Merdan  dikişîne, lewre rûniştin û  sekana  wî balê dikişıne.  Camêr tê li bal   Merdan rûdinê û jê dipirse « Xortê hêja  tu kî yî û ji kuderê hatiyî ?». Merdan  hinek …

Bêhtir Bixwîne »

Berxê Kêrê- Cankurd

Berî niha bi demekê, di paşiya xwaringeheke Kurdan de, ez û Necoyê Kêlê li hev rûniştin û me bi hev re firavîna xwe xwar..Neco gellekî xemgîn bûbû, mirûzê wî tal û tirş bûbû..bêdeng li min temaşa dikir; ez çawa berçavkên xwe paqij dikim, lê tiştek nedigot. Min dizanî, ku rewşa wî hêja nîne, daxwaza penahberiya wî û malbata wî ya, …

Bêhtir Bixwîne »

Şîreta Zahid

Germahiya havînê zêdetir bibû. Tava li ser baxçe û zeviyan bi hemû şewqa xwe dibiriqî. Di vê demê de zilamekî ku  xwe wek îsnanekî zahîd û sofî dida nasandin Muhammed ibnî Munkedir nêzî bajarê Medînê bû. Çavê wî leqayî kesekî bû ku di nav zeviyan de di bin wê tavê de bi çend hevalên xwe re dişixûlî . Ji rewşa …

Bêhtir Bixwîne »