Duşem , Rêbendan 21 2019
Home / Wêje / Çîrok

Çîrok

Birîna Pîrê [Paşa Amedî]

Min ne dixwest ku di vê quncika xwe de; vê çîroka jiyayî biweşînim lê ji ber ku min vê girîng dît ez vê diweşînîm. Jinebiyek bi neçarî û feqîrtiya xwe bi karên gundiyan debara xwe dike, zarokên xwe mezin dike. Ku zarokên wê gihîştin, ku karen bajarî ji wan tê, pîrê zarokên xwe civand û ji wan re dibêje: “Zarokno, …

Read More »

Lo Ez Birîndar im!

Min wer dizanîbû ku tiştên hatiye serê min nehatiye serê gurên li ser çîyan jî. Ode li min teng dibû, çek dîwar û pişta odê li ser min de bihêrifin tirs û xofek li min peyda bibû. Dema min xwe dihavit ber derî asîman jî di ser min de dihatin. Behna min diçikiya, gewriya min dihat guvişandin, mîna ku bifetisim. …

Read More »

Mîrzade û Hûtê Sê Serî!

Hebû û qet tune bû! Li gundekî Kurdistanê sê bira hebûn. Her sê bira bi şev û roj, li çol û çîyayan gencîneyan (xezîne) digeriyan. Piştî çend mehan, li cihekî asê li bin qûntara çîyayekî, bîrek ku dawîya wî xuya nedikir dîtin. Her sê bira li ser wê birê rawestiyan û wisa bawerî pê anîn ku di binê wê bîrê …

Read More »

Keslek Kerra rê Bermeno!

Rojênda hamnanî, tîjî tam sere de ya. German ra erd peyşeno. Merdimêko dewij hetê rezan a şino. Raya rezan ser o yew sî vîneno. Mêrdek sî ray ser ra hewadano, erzeno erdî mîyan. Sî erdî miyan de teqle dana şina keslekê ver o vindena. Na sîyer û keslek xwu rê weş-weş piya suhbet kenê, birarîn gênê… Werte ra mengî ravêrenê, …

Read More »

Kaniya Beqa

Çend roj heye di êvar de heta sibê dengê beqan li kaniya beqan de dihat. Ji ber tîrsa ku beq ê wan bixwin tu mêşek jî newêribûn biçû na ser kanî yê. Êdî wisan bibû ku yan ew ê ji tî bûna bimrin yan jî ev ê bibin xwarina beqan. Roj bi roj, şev bi şev hemû mêşên li der …

Read More »

Çîroka Du Gundiyan

Gundekî piçûk û şîrin. Dema hêjmara gundiyan bênêrî ne gundekî piçûk e. Lê gor malbatên li gund dimînin, bi rastî jî gundekî piçûk e. Pir kes li vî gundî tên serê erdê û hinî jiyanê dibin. Di dû demekê ra ji bo domandina debora malbatâ xwe, mîna hemû gundiyên heremê berên xwe didin xeribiyê, li çar aliyê dinyayê belav dibin. …

Read More »

Serpêhatiya Narîn û Ajalan

Narîn weke her roja îro jî şîyar bû, cilên xwe yê rojane li xwe kirin. Diya wê hat destê xwe li serê wê da; porê wê hûnand, dû re ew maçî kir. Rahişte destê wê û bi hevdu re çûn tahştê xwarin… Diya wê di bin çavan re tim lê dinêrî, ji ber ku ji halê keça xwe qet nerazî …

Read More »

Xweşikiya Pezkûvîyê

Pezkûvî tî bûbû, rabû çû ser gola avê, da avê vexwe. Dêma stûyê xwe dirêj kir ji golê avê vexwe, di avê de ‘eksa xwe dît. Pêşî qiloçên xwe yên gir û dirêj dîtin. Gelek kêfa wî bi dirêjî û giriya qiloçên wî hat. Lê dema ‘eksa çaqên xwe dît, bi ziravî û dirêjîya wan xemgîn bû. Çaqên min rind …

Read More »

Qîzika Sêwî Û Hûta Heftserî

Hebû tunebû, qîzikekî sêwî hebû, bi zarokên gundiyan re ji xwe re diçû ber berx, karik û golikan. Rojekê li ber berx, karik û golikan yekê ji zarokan tir kir û ketin nîqaşa tirê. Her yekê bi qaydeyekî sond xwar, yekî bi serê birayê xwe, yekî bi serê golika xwe yê çar sond xwar, gotin me tir nekiriye. Baş e …

Read More »

Binxet (Çîrok)

Gohdar bikin, ez dê ji we re çîrokekê bêjim! Di despêkê de ji we re bêjim, ev çîroka ne ji bo zarok û mindala e. Ew ji bo mezin, kal û pîran e. Ku hûn naxwazin guhdar bikin, guhdar nekin, dev ji xwendina wê berdin! Çîroka min ne bi pere û pûlan e. Ku hûn dê wê bixwînin bila ji …

Read More »