Sêşem , Sermawez 13 2018
Home / Wêje

Wêje

Keslek Kerra rê Bermeno!

Rojênda hamnanî, tîjî tam sere de ya. German ra erd peyşeno. Merdimêko dewij hetê rezan a şino. Raya rezan ser o yew sî vîneno. Mêrdek sî ray ser ra hewadano, erzeno erdî mîyan. Sî erdî miyan de teqle dana şina keslekê ver o vindena. Na sîyer û keslek xwu rê weş-weş piya suhbet kenê, birarîn gênê… Werte ra mengî ravêrenê, …

Read More »

Kaniya Beqa

Çend roj heye di êvar de heta sibê dengê beqan li kaniya beqan de dihat. Ji ber tîrsa ku beq ê wan bixwin tu mêşek jî newêribûn biçû na ser kanî yê. Êdî wisan bibû ku yan ew ê ji tî bûna bimrin yan jî ev ê bibin xwarina beqan. Roj bi roj, şev bi şev hemû mêşên li der …

Read More »

Çîroka Du Gundiyan

Gundekî piçûk û şîrin. Dema hêjmara gundiyan bênêrî ne gundekî piçûk e. Lê gor malbatên li gund dimînin, bi rastî jî gundekî piçûk e. Pir kes li vî gundî tên serê erdê û hinî jiyanê dibin. Di dû demekê ra ji bo domandina debora malbatâ xwe, mîna hemû gundiyên heremê berên xwe didin xeribiyê, li çar aliyê dinyayê belav dibin. …

Read More »

Mûlla Evîndar: Berhevkar û Nivîskar

(Bi devoka Kurmanciya Kurdên Anatoliyê) -ji herêma Kurdên Anatoliyê çîrokek mîtolojîk- LAWIKMAR  Çi hebû, çi tunebû. Li wexteke nenas û li warekê Kurdan gundek hebû. Li wî gundê jin û merek hebû, kurikên(zarokên) wan tunebûn, wan pir dixwestin ku ma(bila) bibin xwediyê zarokan. Rokê li ber Xwedê digerin û dibên; „Xwedê! Tu mezin î, tu dizanî em vê zarok in, …

Read More »

ERÛZa Ereban “OUT”, NEWASAZÎya Kurdan “IN”

Her weke hûn jî dizanin, di her helbesteke klasîk de, ji bilî levanîna qafiyê; ritm û ahengên cûrbicûr ên di helbestan de jî, newayeke xweş didine xwendina helbestê. Newayên di helbestên klasîk de, bi kombînasyonekê ango bi rêzkirineke bisilsile ya kîteyên kin û dirêj tê bidestxistin. (Di Kurdî de kîteyên bi E, I, U’yê biqedin kurt in, yên dî tev …

Read More »

Serpêhatiya Narîn û Ajalan

Narîn weke her roja îro jî şîyar bû, cilên xwe yê rojane li xwe kirin. Diya wê hat destê xwe li serê wê da; porê wê hûnand, dû re ew maçî kir. Rahişte destê wê û bi hevdu re çûn tahştê xwarin… Diya wê di bin çavan re tim lê dinêrî, ji ber ku ji halê keça xwe qet nerazî …

Read More »

Xweşikiya Pezkûvîyê

Pezkûvî tî bûbû, rabû çû ser gola avê, da avê vexwe. Dêma stûyê xwe dirêj kir ji golê avê vexwe, di avê de ‘eksa xwe dît. Pêşî qiloçên xwe yên gir û dirêj dîtin. Gelek kêfa wî bi dirêjî û giriya qiloçên wî hat. Lê dema ‘eksa çaqên xwe dît, bi ziravî û dirêjîya wan xemgîn bû. Çaqên min rind …

Read More »

Îdyom

Îdyom wekî perasûyê wêjeyê ne. Nemaze îdyomên kurdan xwedî çîrok û bingeh in. Îdyom bo dewlemendîya zimanan gelekî biqîmet in. Ji her çend gotinên me yên kevin yek îdyom e. Zimanê kurdî di tevna xwe de xemla herî baş bi îdyom û gotinên pêşîyan çêkirî ye. Min tenê ji Gundikê Melî li wîlayeta Şirnexê 500 îdyom kom kirin û komkirîyên min …

Read More »

Qîzika Sêwî Û Hûta Heftserî

Hebû tunebû, qîzikekî sêwî hebû, bi zarokên gundiyan re ji xwe re diçû ber berx, karik û golikan. Rojekê li ber berx, karik û golikan yekê ji zarokan tir kir û ketin nîqaşa tirê. Her yekê bi qaydeyekî sond xwar, yekî bi serê birayê xwe, yekî bi serê golika xwe yê çar sond xwar, gotin me tir nekiriye. Baş e …

Read More »

Baba Serhengê Dewdanî (935-1007)

Ew helbestvan û ji pîrên yarsaniyan bû, navê wî Baba Serheng kurê Îbrahîmê Dewdanî ye. Peyva Baba li cem yarsaniyan hevwateya peyva pîr e. Ew li Hawramanê li devera çiyayê Şahoyî li jêriya bajarê Sineyê ji dayik bûye û laşê wî li gundê Tewêleyê hatiye veşartin. Wî bi goranî helbest nivîsîne. Hinek dubeytiyên wî di “Defterî Dewrey Baba Serheng”î de …

Read More »