Tenduristî

Bi xwarinê re avê venexun

Dema we xwarin xwar, pêre avê venexun. Dema hun avê vexun, dê av bibe sedema ku avên xwezayî yên bedenê; weka yên tif û mîdeyê, hezmê hêdî bike û bibe sedema ku kîloyên we zêde bibe. Peyama Kurd

Bêhtir »

Qelsiya gurçikê xur dixe bedena mirov

Eger çermê we ziwa be û xur di bedena we de hebe, dibe ku gurçika we qels be an tê de kêmasî hebe. Li gor lêkolînên pisporan dema gurçik têr neke û tehlîlên labaratuarê jî bên kirin, hinek nîşanên di çerm de û xura bedenê jî gurçikê îşaret dikin. Nefroloj balê dikşînin ser xura di bedenê de û ziwabûna çermê …

Bêhtir »

Eger kuxika we ji 3 hefteyan zêdetir dewam bike

Kes zêde guh nade kuxikê lê di binê wê kuxikê de gelek nexweşînên dinan hene. Doktor dibêjin ku kuxika xwe bi şûrûbên kuxikê, bi antîbiyotîkan an bi tedawiyên li malê derbas nekin. Bi taybetî eger ew kuxik ji 3 hefteyan zêdetir dewam bike. Kuxik nîşana tuberkulozê an ku weremê ye ku di nava xelkê de jê re dibêjin jana zirav. …

Bêhtir »

Mudaxeleya zarokên kekeme nekin

Pispor dibêjin ku ev zahmetiya axafitinê di zarokan de, di navbera 2 sal û 5 saliya wan de dertê ortê û ev dibe weka şiklê tevgera wan. Bi rêya terrapiyê dikarin li hev rastbikin. Tewrê malbatê di tedawiyê de gelek girîng e. Li gor pisporan divê mirov mudaxeleyê axaftina zarokan neke û bi sebir li wan guhdarî bike. Lê nenêrin …

Bêhtir »

Kolera

Kolera, kulemar, zikêşa ji navê ya giran, navêşa reş nexweşiyeke mîkrobîk e. Pirranî ji mîkrobên di nava avê de ne û xwarinan derbas dibe. Bakterî dibin sedema vartoyiyeke (vîrik, îshel, emelî) giran û vereşanê. Heger di dema xwe de terapiya wê bê kirin pirranî derbas dibe. Lê heger bêî terapî bimîne, dikare bibe sedemê ji 20% heya 70% mirina kesên …

Bêhtir »

Masî bo tenduristiya mirovî baş e

Pisporên tenduristiyê hemû behsa xwarina masiyan dikin ku bo bedena mirovî gelek bi fêde ye. Di hefteyekî de du car gelek başe ku mirov bixwe. Di nav de Omega-3 asîtên dohnî û vîtamîna D heye. Kesên ku tansiyona wan bilinde û nexweşîna dil bi wan re heye, di şûna goştê sor de dikare masî bixwe. Kolesterola baş zêde dike û …

Bêhtir »

Gelek kes ji bo şifayê diçin germavên Diyadînê

Germavên li Diyadîna navçeya Agiriyê yên ku ji bo gelek nexweşiyan dibin şifa ji hêla gelek kesan ve tên ziyaretkirin. Navçeya Diyadînê 50 kîlomêtro dûrî navenda Agiriyê ye û li navçeyê gelek germav hene. Ji ber germavên xwe Diyadîn di turîzmê de bûye cihekî girîng, bi hezaran kes ji bajarên cuda tên dikevin van germavan ku ji nexweşiyên xwe xilas …

Bêhtir »

Bo dil, xwarina kêm tevgera zêde baş e

Bo parsatina dilî pispor dibêjin divê kerkes di hefteyê de 3 roj rojê nîv siet bimeşe. Bi taybetî piştî şîva êvarê. Pispor dibêjin di dinyayê de mirina herî zêde ji nexweşîna dil û damaraye. Li Amerîkayê her salê nexweşên herî zêde yên ku diçin beşa acîlê, nexweşên dil in. Jimara wan li dora 1 mîlyon û 600 hezariye. Bo tenduristiya …

Bêhtir »

Nok, bedenê ji seretanê jî diparêze

Zanyarên tenduristiyê dibêjin ku divê di hefteyekî de du car nok bên xwarin. Di nava nokê de bo nûkirina DNA yê û sentezê, têra xwe folata heye. Bi vê sedemê DNA nahêle ku hucre di forma kanserê de biguhire û avahiyê diparêze. Nok bi taybetî bedenê ji seretana memikan diparêze. Di nava nokê de kalsiyûm, magnezyûm, potasyûm, selenyûm, paxir, çînko …

Bêhtir »

Bo nexweşên diyalîzê tedbîra enfeksîyonê şert e

Nexweşên ku yên diyalîzê ne, berê bi sedema ku tedbîra enfeksiyonê nedistendin, nexweşînên dinê bi wan re peyda dibûn. Bi taybetî nexweşîna zerikê. Li Tirkiyê, nexweşên gurçikê yên ku dikevin diyalîzê 75 mîlyon nexweşin û ji wan % 80 dikevin diyalîzê. Nexweşên diyalîzê li gor nexweşên din bêhtir dibin tehdîda enfeksiyonêde ne. Divê nexweşên zerikê yên hepatit B yê, dema …

Bêhtir »