Fitiqa Navê (Lumbal Disc Herniation) Nav an jî navpişta mirov, di stûna piştê da ji 5 movik (vertebra), reh, rehik (rîşe, nervus/nervi) û çend masûlkeyan pêk tê. Di hestîyê piştê da cîyê herî çalak û herwiha herî zêde bandor lê tê kirin devera navê ye. Bi navê zanistî lumbal/lomber e. Hestîyê piştê, di piştê da ji stû heta dûvikê didome. …
Bêhtir »ÊŞ (ALGESIA – ALJEZÎ) ÇI YE
Êş, hestîyarîya zêde ye. Ji jana di cîyekî laş da rûdide re êş tê gotin. Bi latînî algesia/aljezî ye. Zanista li ser êşê lêkolînan dike jî algolojî ye. Êş, her çiqas hesteke ne xweş be jî, ji bo parastina laş mirov hişyar jî dike. Mirov ji karên giran dûr dixe û mirov neçar dike ku xwe biparêze, li xwe bipirse, …
Bêhtir »Mejî (Brain)
Di hundirê tasika serî de bi cî dibe û organa herî tevlihev a laşê mirov e. Dişibe gwîzê (gûz). Giraniya mejî her çi qas li gora kesan biguhere jî kêm zêde 1,4-1,5 kîlo ye. Mirov dikare mejî wekî rêveberê laş bi nav bike. Mejiyê mirov, bi saya rehikên serî (cranial nerves, sînirên kranial) û mejîpiştê (spinal cord, omurilik) sîstema rehikan …
Bêhtir »Romatoîd Artrît
Romatoîd Artrît, nexweşiyeke bi kulbûnê xwe dide der. Ev nexweşî domdar e û sedemên wê nayên zanîn. Herî zêde bandorê li movikan dike lê di hinav û gelek lebatên mirov da jî dibe sedema kulbûnê. Kes vê nexweşiyê ji kesî venagire. Romatoîd, ji peyva “rheumatos” û ji paşgira “oid” pêk tê. Ev bêje wateya “wekî ba/romatîzma” dide. Artrît/arthritis jî “kulbûna …
Bêhtir »Parkînson
Parkînson, nexweşîyeke mejî ye. Bi hilweşandina peywirên mejî xwe dide der. Ev nexweşî, herî zêde li kesên temenê wan dirêj xuya dibe û hêdî hêdî pêşve diçe. Parkînson ji ber nebûn an jî kêmbûna dopamînê derdikeve. Dopamîn, hêmaneke kîmyasal ya xwezayî ye. Gelek erkên dopamînê hene. Em dikarin hinek bandorên dopamînê wisa rêz bikin: Ji birêvebirina tevgerê re dibe alîkar …
Bêhtir »Girêka Çongê/Çokê ya Pêşî (Anterior Cruciate Ligament – ACL)
Hevsengîya movika çongê bi rêya masûlke û girêkan pêk tê. Em ê li vir li ser girîngîya ACLyê rawestin. ACL, di çongê da girêka herî girîng e. Di nav girêkên çongê da herî zêde ACL, bi qetînê re rû bi rû dimîne. ACL, ji ber gelek sedeman diqete lê bi gelemperî di dema çalakîyên werzîşê da diqete. ACL …
Bêhtir »Jidestçûna Axaftin û Têgihiştinê (Afazî )
Afazî (aphasia), pirsgirêkeke zimanî ye. Em dikarin bibêjin afazî, jidestçûn û hilweşandina axaftin (peyivîn) û têgihiştinê ye. Jidestçûna axaftin û têgihiştinê bi giştî afazî ye. Cureyên afazîyê pir in. Li gor cî û warê bandorî lê hatîye kirin afazî, bi navên cuda tê pênase kirin. Cureyên afazîyê yên herî berbelav ev in: Broca’s Aphasia Di mejî da cîyekî bi navê …
Bêhtir »Li Kargehan Pirsgirêkên Stû-Navpiştê Ên Xebatkaran
Tevger, ji bo berdewamîya jîyanê çalakîyên girîng in. Çi ne ev çalakî?: “Tevlivîn, zivirîn, lerizîn (cirifîn, ricifîn), meş, bazdan, avjenî…” Tevger, bi gelemperî, bi hevkarîya masûlke û hestîyan pêk tê. Bi tevgerê re xwîn, gera xwe ya laşî didomîne. Ev jî tê wateya berdewamîya jîyanê. Di laşê mirovên gihiştî da kêmzêde 206 hestî û 300 cot masûlke hene. Xebatkarên kargehan …
Bêhtir »MULTÎPLE SKLEROZ (MS – MULTIPLE SCLEROSIS)
Multîple, “pirhejmar” e; skleroz jî “hişkbûn” e. Multîple: Li gelek cî û deveran bandorîlêkirin e. Skleroz: Piştî êrîşa pergala parastinê ya li dijî rûyê dora şaneyên rehikan (Myelin Sheath) hişkkirin û bi vî awayî bêkêrkirina rû ye. MS, nexweşîyeke li ser mejî û mejîpiştê bi bandor e. Domdar e. Di laşekî tendurist da pergala parastinê şaneyên laşî nas dike û …
Bêhtir »Fîbromîyaljî – Fibromiyalji – Fıbromıalgıa
Fîbromîyaljî, nexweşîyeke ba ye. Êşa masûlkeyan û westîyayîbûn 2 taybetîyên sereke ên vê nexweşîyê ne. Ji ber ku sedem nayê zanîn bi gelek nexweşîyên din re tevlihev dibe. Fîbromîyaljî, nexweşîyeke ba ye lê ba çî ye? Ba ango bi navê zanistî “romatîzma”. Romatîzma bi girekî (yûnanî) ji peyva “rheuma” bingeha xwe distîne. Rheuma tê wateya “herikînê”. Ev jî bi kurtasî …
Bêhtir »