Destpêk Wekî ku tê zanîn, li ser dîroka navê Kurd û Kurdistanê gelek nêrîn, nivîs, nivîsar û lêkolîn hene. Ev rewşeke xwezayî ye, ji lew re wekî kesayet û netewe “Kurd” û wekî welatê wan “Kurdistan”, ji destpêka dîroka mirovahîyê ve li ser axa Mezopotamyaya Jorîn bi cih e, heye û di çavkanîyên herî kevnar de jî mirov bi hêsanî digihêje van her du …
Gulan, 2019
-
15 Gulan
Kurdiya tîpên latînî ne bi Hawarê destpê kiriye
Têmûrê Xelîl radigihîne ku weke tê zanîn kurdiya tîpên latînî ne bi govara Hawarê destpê kiriye û beriya hêj Hawar derneketî sala 1928’an ji aliyê nîvîskarên kurd Erebê Şemo û Îsahak Marogûlovê ve li Ermenîstanê tîpên latînî hatine bikar anîn û ev ji aliyê Ermenîstan û her wiha Yekitiya Sovyetan ve jî hatiye tesdîqkirin. Elfabeya kurdî-latînî a ji alîyê dewleta …
Nîsan, 2019
-
24 Nîsan
MISTEFA BEGÊ KURDÎ Û ŞEŞ HELBESTÊN WÎ
Navê wî Mistefa Begê kurê Meḥmud Begê Sa‘hêbqiran e. Saḥêbqran navê malbateka dêrîn û kevnê Rojhelata Kurdistanê ye. Mistefa Beg di sala 1782yê mîladî de li Qereçolanîya paytextê Babanîyan li bajarê Silêmanî hatîye dunyayê. Di pênc saliyê xwe de çûye ḥucra mizgefta Ḥacî Xan û li Silêmaniyê dest bi xwendina xwe kiriye. Di pazde salîya ‘umrê xweda ji ber jêhatîya …
Adar, 2019
-
31 Adar
Qazî Mihemed (1900- 31ê Adara1947): Serokê Komara Kurdistanê
Rewşa sîyasî ya ber bi damezrandina Komara Kurdistanê ve Îro, li ser sêdaredana Serokkomar Qazî Mihemed û hevalên wî û herweha rûxandin û dagirkirina Komara Kurdistanê 70ê sal darbas bûn. Piştî 70ê salan, milletê kurd di parçeyeke din ê Kurdistanê de, di ronahîya rêya neteweyî ya serokerkanê Komara Kurdistanê de ber bi mizgînîyeke nû ya Komara Kurdistanê ve dimeşe. Hêvî …
-
24 Adar
Werger û Wate
“Werger û Wate – Lêkolîneke Watesazî”, navnîşana nameyeke masterê ye ku Perwîn Osman di sala 2008an de pêşkêşî Fakulteya Ziman a Zanîngeha Koyê li Başûrê Kurdistanê kir. Lêkolînvana Kurd Perwîn Osman asta watesazî di karê wergerê de kiriye hîm û binemaya karê xwe. Naveroka lêkolînê çand û zimanê rojane û tekstên Erebî ne yên ku ji bo zimanê Kurdî hatine …
-
15 Adar
Der barê Kurdistanê de raporta Mr. Trotter û bersiva Ebdurehman Nacim
Ji şerê salên 1877-1878an ê dewleta Osmanî û Rusya şûn ve, di pêşengiya siyasî û civakî ya tevgera Kurd de jî guherînên girîng ên nû çêbûne. Pêşengiya tevgera Kurd, ji rêvebirên mîrnişîniyan derbasî ulema û rêberên dînî dibe. Şêx Ubeydullahê Nehrî, mînakekî girîng ê temsîla destpêka vê dema nû ye. Şêx Ubeydullah, rewşa siyasî-civakî ya piştî Şerê Osmanî-Rusan û dewleta …
Sibat, 2019
-
27 Sibat
Emeliyatên Danê Êvarê Baştirin Ji Yên Danê Sibê
Emeliyatên danê êvarê têne kirin, ji emeliyatên danê sibehê têne kirin, him baştir him jî ewletir in. Li gor xebateke nû emeliyatên danê êvarê têne kirin û ahenga/rîtma biyolojîk ya laşê mirov bi awayeke pirr baş li hev dihên. Lêkolînêrên Fransî xebatên xwe li ser daneyên 600 kesên nexweş yên derîçeyên dilê xwe nû kirine, pêk anîn. 500 rojên li …
-
11 Sibat
Guhertoya Ceribandinê ya WordPress 5.1ê Weşiya
Bo WordPress 5.1 guhertoya ceribandinê amade ye! Dema weşandina WordPress 5.1 nêzîk dibe. Di vê rewşê de ev guhertoya ceribandinê gaveke girîng e. Guhertoya ceribandinê bo bikaranînê amadeye. Lê ji ber ku WordPress bi milyonan tema û pêvekan tê bikaranîn, dibe ku hin tişt kêm ma bin. Tê plankirin WordPress 5.1 21ê sibatê werê weşandin lê bo heta wê rojê …
Hezîran, 2018
-
26 Hezîran
Sînema Kurdî, berxwedana nermîn…
Huner neynika civakan e, sînema jî yek ji hunerên nûjen e, ku dîrok, şaristanî û taybetmendiyên gelan tomar û belge dike, ji nifşekî bo yekî din vediguhêze. Ji dayik bûna sînamayê vedigere dawiya sedsala 19an, dema ku herdû bira (Ocêst û Lwîs) Lomyêr makîneyek şanîdana wêneyên livgir dahênan kirin, bi rêya wê, di 3ê Sibata 1895an de, herdu fîlmên xwe …
-
7 Hezîran
Bagera Zilfê çawa bû biwêj
Belê ez ê behsa çêbûna çend biwêjên li gundê me tenê têne zanîn û sedema derketina wan bikim. Gundek û şênîyên wê bê perwerde û xwendina wêje û ziman bi awayekî sirûştî çawa biwêj çêkirin e? Ma em nabêjin biwêj û gotinên pêşiyan malê gel in em nikarin bêjin filankesî/ê çêkiriye… Lê emê di vê nivîsê de çend mînakên ku …