Lêkolîn

Adar, 2023

  • 12 Adar

    Ji Iskender Jaba – 1860

    Ji Iskender Jaba 1860: “Neqil dikin ku di weqtekî danî [de] ji paşayêd Bazîdê Îshaq Paşa digel Xanê Xoyê xwecihî Hiseyn Qulî Xanî gelek dostî û aşnayî hebûye û pêkve diçûn û dihatin û îzaz û îkram li êkdû dikirin goya wekû cism-wahid bûn. Îcarê Hiseyn Qulî Xan ji hekîmêd xwe neferekî ku Mîr Elî digotinê, kaxezekê diditê ji boy …

Rêbendan, 2023

  • 12 Rêbendan

    Rêbernameya Rêwîtiya Rihayê & Notên Rêwîtiyê yên Rihayê

    Rêbernameya gerê ya Rihayê: Urfa/Riha ku yek ji wan bajarên yekem e ku li Tirkiyê were dîtin. Dê ne çewt be ku meriv bibêje Riha bajarekî pirreng e. Riha, li Tirkiyê yek ji wan bajarên herî girîng ên geştiyariya baweriyê, wekî ” bajarê pêxemberan ” tê zanîn. Gava ku hûn vegotinên pêxemberan û pirbûna avahiyên olî yên li Rihayê dibînin, hûn …

  • 11 Rêbendan

    Wateya Peyvên “Kurd” û “Goran” di Metnên Dînî yên Yarsan De

    “Baweriya Kurdên yarsan an kakeyî ku bi piranî li rojhilat û başûrê Kurdistanê niştecih in, ji ber siruşta xwe ya girtî/veşartî kêm tê nasîn. Edebiyata dînî ya Kurdên Yarsan beşeke zengîn a edebiyata Kurdî ye. Ji ber vê jî lêkolîn û analîza metnên Yarsanî bêguman xebateke girîng û lazim e ji bo eşkerekirina aliyekî kêm-nasnav ê çand, bawerî û bi …

Hezîran, 2022

  • 2 Hezîran

    Muqayesekirina Destana Memê Alan û Mem û Zîna Ehmedê Xanî

    Piraniya me kurda destana Memê Alan û Mem û Zîna Ehmedê Xanî mîna hev zanin.  Yan jî piraniya me Mem û Zîna Ehmedê Xanî zanin haya wan ji destana Memê Alan tune ye. Ehmedê Xanî di sala 1695an de wexta Mem û Zînê nivîsand ji destana Memê Alan îlham girt, ev destana di sedsalane di nav civaka kurdan de dihat …

  • 1 Hezîran

    Romana Erebê Şemo Hopo

    Hopo, romana Erebê Şemo ya dawîyê ye. Erebê Şemo, pêşîya Hopo sê romanên bi navê “Şivanê Kurmanca, “Dimdim” û Jîyana Bextewar” nivîsîne. Romana wî ya bi navê “Hopo” ku mijara vê xebatê ye, di sala 1969an de hatîye weşandin. Di sala 1990î de Weşanên Roja Nûyê ew li Stokholmê çap kirîye. Weşanên Lîsê jî di sala 2007an de li Amedê …

Sermawêz, 2022

  • 25 Sermawêz

    Ferhengeke kurdî-erebî ya sala 1881ê

    Ferhengeke kurdî-erebî ya ku ji aliyê Şêx Mihemed Mearûf El-Nodî ve hatiye nivîsan, ku di sala 1838an de wefat kiriye, [rehma Xwedê lê be], pêşkêşî kesên eleqedar tê kirin, destnivîsa pirtûkê ya El-Ehmediye ye.  Dîroka destnivîsê digihîje sala 1881ê. Hûn dikarin bi rêya lînka jêrîn destnivîsê bibînin an daxînin. https://digital.staatsbibliothek-berlin.de/werkansicht?PPN=PPN621246522&PHYSID=PHYS_0004&DMDID=DMDLOG_0001

Cotmeh, 2022

  • 6 Cotmeh

    Xebateke Bîbliyografîk Ji Bona Romanên Kurmancî

    Kurte Romana Kurdî ya yekem Şivanê Kurmanca di 1935an de çap bûye û îro romana Kurdî ketiye heyştê û pênc saliya xwe. Lê ji ber sedemên cuda, xebatên li ser roman û romannûsiya Kurdî kêm û qels in. Kesên ku bixwazin li ser romana kurdî bixebitin, îhtimalek mezin dê di temînkirina romanan de pirsgirêkan bijîn. Lewre ne saziyeke ku bi …

Tîrmeh, 2022

  • 6 Tîrmeh

    Nexşeya zimanê kurdî li ser erdnîgariya Şahname û Kurdgalnamekê – II

    C.Awireke giştî li serdemên zimanê aryayî Wekî ku çavkaniyên tewratî, Şanhname û Kurdgalnamek radigihînin, lan û şûnwara gelên aryayînijad “Aran” e û çiyayê “Ararat”ê jî tê wateya “çavkaniya ariyan” (“Arya”+“rad” = “pir, zehf, comerd”: ferhenga Dêhxuda). Jixwe devera “Aran”ê (di çavkaniyên erebî de: “El-Lan/Er-Ran”) hertim ji doraliya vî çiyayî re hatiye gotin; peyva “lan”ê jî di kurdî de tê wateya “şûnwar”ê ku di hinek peyvên wekî “mozelan, Erdelan, kovelan, Bacelan…” xuya dibe. …

Hezîran, 2022