Lêkolîn

Sermawêz, 2023

  • 8 Sermawêz

    Helbestkarekî Tekyaya Hezanê: Mela Ehmedê Hezanî

    Mela Ehmedê Hezanî heta niha nehatiye naskirin û derbarê wî de agahîyên zêde jî tune ye. Alimekî ku di heyama dawî ya Dewleta Osmanî û nîvê ewil ê serdema Komara Tirkiyeyê de jîyaye. Mela Ehmed li Gulpîka Hîzana Bidlîsê hatiye dunyayê û li Hezana Licê medfûn e, lêbelê tarîxa çêbûn û wefata wî nayê zanîn. Navê bavê wî Mela Zubeyr e û ew jî birayê Şêx Ebdulqadirê Hezanî ye. Di helbestên Mela Ehmed de tê dîtin ku ji Şêx Mihemed Selîmê Hezanî pir hezkiriye û li ser wî medhîye nivîsîne. Ev yek jî nîşan dide ku ew jî bi terîqeta Neqşebendîya Xalidîyê ve girêdayî ye û murîdê Şêx Mihemed Selîmê Hezanî ye. Îhtîmaleke mezin ew jî weke şairên ji devera Hezanê li ba alimên meşhûr ên mîna Şêx Mihemed Selîm û bavê wî Şêx Ebdulqadirê Hezanî perwerdeya tesewifî wergirtiye. Li gorî agahîyên heyî 5 helbestên wî gihaştine roja me û mecmûeyeke ku wî bi xetê xwe îstînsax kiriye heye. Di helbestên xwe yên Kurdîya Kurmancî de mexlesa “Hemdî” bi kar anîye. Heta niha ev helbest di lîteratûrê de cî negirtine û helbestnûsîya Mela Ehmed jî nehatiye zanîn. Di vê xebatê de dê li ser van helbestên wî ku heta niha nehatiye weşandin bê rawestan. Bi vî awayî dê helbestên wî ji alîyê ruxsarî û naverokî ve bên nirxandin û ligel destxetan metna transkirîbekirî bê pêşkêşkirin. Bi vê lêkolînê dê alîyê wî yê edebî û tesewifî derkeve holê.

  • 7 Sermawêz

    Li Gorî Poeticsa Arîstotales Analîza Trajediya Memê û Eyşê

               LI GORÎ POETICSA ARÎSTOTALES ANALÎZA TRAJEDIYA MEMÊ Û EYŞÊ Bozkır, N. (2023). Li Gorî Poeticsa Arîstotales Analîza Trajediya Memê û Eyşê The Journal of Mesopotamian Studies, 8 (2), ss. …-…, DOI: 10.35859/jms.2023.1320377. Nuh BOZKIR Xwendekarê Lîsansa Bilind, Zanîngeha Mardin Artukluyê, Beşa Ziman û Çanda Kurdî, nuhbozkur7@gmail.com, Orcid: 0000-0002-0178-2812. KURTE Trajedî wekî cureyeke vegotinê ya dramayê, bûyerên biêş, xemgîn û …

  • 6 Sermawêz

    Cengnameyeke Kurdî: Xezwetu Huneyna Mela Yasînê Alikî

    Cengname yek ji wan cureyên edebî-qehremanî ye ku behsa şer û cengê dikin. Di nav edebîyata rojhilatî de cureyeke berbelav e. Mînakên vê cureyê di edebiyata Erebî, Farisî û Tirkî de gelek caran têne dîtin. Bi taybetî di edebîyata Tirkî de gelek berhem bi vê cureyê hatine nivîsîn. Di edebîyata Kurdî de jî mînakên vê cureyê têne dîtin. Xezwetu Huneyna Mela Yasînê Alikî yek ji cengnameyên Kurdî ye. Mela Yasînê Alikî yek ji wan helbestvanên sedsala 20 em e û li Panosê hatiye dinyayê. Alikî li cem gelek kesan perwerde wergirtiye û ders daye çendîn kesan. Alikî alim û melayekî serdema xwe bûye. Alikî li dû xwe 5 helbest û berhema xwe ya bi navê Xezwetu Huneyn hiştine. Berhema navborî behsa şerê Huneynê dike ku di serdema Hz. Muhammed de pêk hatiye. Xezwetu Huneyna Alikî Cengnameyeke Îmamê Elî ye. Cengnameyên Îmamê Elî ew berhem in ku behsa qehremanî û şervanîya Îmamê Elî dikin. Di Xezwetu Huneynê de Îmamê Elî şervanekî bêhempa ye. Berhema Alikî bi awayekî menzûm hatiye nivîsîn û bi tevahî ji 373 bendan pêk tê. Ev berhema Alikî berhemeke girîng e û di cureya cengnameyê de valahîyeke muhîm tije dike. Sê nusxeyên destnivîs ên Xezwetu Huneynê hene û di vê xebatê de dê ev berhem bi berfirehî were nasandin û ji hêla naverok û teşeyê ve were analîzkirin.

  • 5 Sermawêz

    Nirxandinek Li Ser: Mecme‘a Xezelyatêd Şu‘erayêd Kurmancan ji Koleksiyona Aleksandre Jaba

    Nirxandinek Li Ser: Mecme‘a Xezelyatêd Şu‘erayêd Kurmancan ji Koleksiyona Aleksandre Jaba Yakup Aykaç, Wan: Peywend, 2023, Çapa 1, 222 rûpel. ISBN: 978-625-6963-35-1 Ertaş, H. (2023). Vekolîneke Berawirdî Nirxandinek Li Ser: Mecme‘a Xezelyatêd Şu‘erayêd Kurmancan ji Koleksiyona Aleksandre Jaba, The Journal of Mesopotamian Studies, 8 (2), ss. …-… Halit ERTAŞ Mardin Artuklu Üniversitesi, Kürt Dili ve Kültürü Anabilim Dalı,  Yüksek Lisans …

Cotmeh, 2023

  • 15 Cotmeh

    Wêjeya Bedew û Felsefe

    Ma mirov dikare wek Fîlozof Martha Nussbaum û Prof. Irîs Murdoch, edebîyata bedew ya felsefî biafirîne? Heke weha be nivîskarên kurd çawan dikarin wêjeya bedew biafirînin? Wêjeya bedew çi têkilîya xwe bi felsefeyê re heye? Wêjeya çîrokê çawa tê afirandin? Çi dikare bandorê li naverok û forma  wêjeya fîksîyonê bike? Kurd dikarin çi ji xwendina çîrokan an romanan fêr bibin? …

Tîrmeh, 2023

  • 22 Tîrmeh

    Vekolîna ‘Bîr’ê

    Heke berhem zorê nede sînorên rêzikên cureyan, nirxandina berhemekî di nav sînorên zanista nivîstbêjîyê de heta radeyekî ne karekî ji derderfet e. Lê dema berhem sînor û rêzikên cûreya bide zorê û wan têkilhev bike ev kar wê ne ewqas hêsan be. Her wekî xemxwur û meraqdarên bêjeyê(wêje) jî pê dizanin nivîsbêjîya romanê ji helwesta nivîskaran a li hember rewşa …

Hezîran, 2023

  • 8 Hezîran

    Derfetên Sepanên Pirtûkê Dijîtal

    Her çend di van salên dawî de derfetên pirtûkên bidengî yên kurdî (kurmancî/zazakî) dest pê kiribin jî li Tirkiyeyê ne zêde ne. Lê belê, hûn bi rêya înternetê ji çend çavkaniyên cihê xwe kanin bigihînin pirtûkên dijîal yên kurdî.   Ev in: Storytel: Storytel platformeke pirtûka dîjîtal a cîhanê ye û pirtûkên dengî yên bi kurdî jî pêşkêşî dike. Bi …

Gulan, 2023

  • 31 Gulan

    Di romanên Halîde Edîp Adivar de Kurd

    Halîde Edîp Adivar (1882-1964) nivîskareke navdar a Tirk e. Perwerdehiyeke rind dîtiye. Di dagirkirina Îzmîrê de li mîtîngên Siltanahmedê bi xeberdanên xwe dengê xwe dibihîzîne. Di rojnameya Tanînê de cara ewil nivîsên wê tên belavkirin. Li Tirkiyeyê û li welatên din, di nêzîkî sih-çil kovar û rojnameyan de nivîsên wê tên weşandin. Li Îngilistan, Amerîkan, Hîndistanê ji kovar û rojnameyên wek The …

Nîsan, 2023

  • 30 Nîsan

    Kurtîyek Dîroka Çanda Hip-Hop û Muzîka Rapê

    Çanda Hip-hopê çandek e ku di salên 1970an de li Bronx, New York derketiye holê û di dawiya salên 1980an de li çaraliyê cîhanê belav bûye. Hîp-hop gelek qadên cihêreng vedihewîne û gelek berhemên çandî yên cihêreng ên wekî muzîka rap, dans, grafîtî, moda, fîlm û televîzyonê vedihewîne. Muzîka Rap hêmana herî naskirî ya çanda hiphopê ye, û bi vî …

  • 18 Nîsan

    Ji ‘Camiê Risaleyan û Hikayetan’ Çend Beş

    Riwayet dikin ku di wextê Kor Yûsif Paşa walîtîya Erziromê [dikir] ji mîrêd Xunûsê qedîm Mihemed Beg hebû, ew bi der anî û bi mal ve înaye nêva Erziromê û ji tayfa lezgîyan ji Daxistanê firarî Welî Paşa hebûye, ew kirine mîrê Xinûsê û çûyî, sakin bûyî. Lakin dîsanê ji Mihemed Begî ditirsa ku Welî Paşa ezil bikin û Mihemed …