Lêkolîn

Tebax, 2016

  • 27 Tebax

    Wergervaniya Kurdî

    Wexta ku mirovahî li cîhanê peyda bûye û dest pê kirîye belavî her hêlê bûye, komên mirovan ên cîyawaz rastî hev hatine û bandor li hev û din kirine, werger jî yek ji wan çalakîyan e ku bi vê yekê re bi neçarî peyda bûye û berdewamîya du bivênevêtîyên mirovî yên ku em dibêjinê keltor û şaristanî gengaz kirîye. Werger …

  • 26 Tebax

    Wêjeya Ku Ji Mesnewîya Mem û Zînê ya Ehmedê Xanî Derketîye

    Der barê berhemên zimanê neteweyekê de, ya li Rojhilatê Navîn di navbera dewletên cuda de hatîye dabeşkirin û berhemên wê yên ku bi zaravayên cîyawaz hatine nivîsîn, dê gelekî zehmet çêbibe ku mirov bibêje, “Çîroka yekemîn a vî zimanî ev e, berhema wê ya nûjen a herî pêşîn ew e.” Dema ku mirov dêhna xwe dide xebatên vî warî, li …

  • 22 Tebax

    Weşangerîya Kurdî

    Digel ku karê çapkirinê dîroka mirovahîyê pê ve bi şêweyên curecur hatiye kirin jî, Johannes Gutenberg ê Alman kesê pêşîn e ku di sala 1440’î de çapxaneya nûjen îcad kirîye. Îcada vê çapxaneyê ji hêla feylesofê Îngilîz Francis Bacon ve wekî yek ji wan girîngtirîn geşedanên destpêka serdema nûjen hatîye helsengandin. Heke em di vê perspektîvê re berê xwe bidine …

  • 20 Tebax

    Şerefname û Şerefxanê Bedlîsî

    Dîroka kurdan, careka din ji sedsala şazdeh û bi taybetî piştî Şerê Çaldiranê (1514) hat ve hildan. Di destpêka sedsala şazdeh de guhertinên nû bi ser hevrikatî û şerê di navbera herdu împeratoriyan de; Sefewî û Osmanî, li ser dagîrkirina Kurdistanê hatin û di navbera wan herdu împeratoriyên navbirî de rewş giha qonaxeka nûtir. Xuya ye ku mîr û mezinên …

  • 20 Tebax

    Kovargerîya Kurdî

    Ji serê sedsala 20’an û vir ve, kovar bingehên berhemên arşîvkirin, bipêşvebirin û gihandina ziman, bîr, wêje û dîroka Kurdan in. Her û her qadên, sazîbûn û avakirin û berhemdanîna Kurdî ne. Ev yek ji salên dawîn ên dewra Osmanîyan ve dest pê dike, heta roja me jî didome. Di dewra Osmanîyan de mekanê sereke ji bo rojname û kovarên …

  • 9 Tebax

    Di Çapemeniya Kurdan De Tecrûbeya Newepelê

    Merheba beşdarên hêja,[1] Gava ku em dibêjin “çapemenî (bi tirkî: basın), ji hêla dîrokî ve bi kurtî, tê maneya weşana peryodîk ya çapkirî (metbû) anku rojname û kovarên ku cih didin nûçe û nivîsên fikrî. Lê niha radyo, televîzyon û Înternet jî tevî vê kategoriyê bûne. Ji ber ku tesîra çapemeniyê li ser civatan anku gel pir zêde ye, vêca …

  • 9 Tebax

    Bir Kürt milliyetçisinin portresi: Kadri Cemilpaşa

    Selahaddin Uğur Işık Giriş: Coğrafî konumu ve kültürel tarihî dokusu itibariyle Kürtler için sembolik bir anlam ifade eden Diyarbekir, Kürdistan’ın merkezinde bulunmasından dolayı tarihî devirlerden bu yana önemli bir rol üstlenmiştir. Diyarbekir’de ekonomik ve sosyal gücü elinde bulunduran aileler, günümüze kadar bölge siyasetinin de belirleyici aktörleri olmuştur. Diyarbekir’de son birkaç yüzyıldır iskân eden Cemilpaşazade ailesi, özellikle son asırda bölgedeki siyasî …

  • 5 Tebax

    Roman û Trajedî

    Navê romana min a herî dawî “Trajediya Evîndaran” e. Ez ê behsa romana xwe nekim, lêbelê ez ê bi gelemperî behsa roman û trajediyê bikim. Di her romanê de tirajediyek heye. Trajedî qedera romanê ye. Her roman dinyayek e, cîhanek bi serê xwe ye. Roman di dema sedsala 18’an de, di çaxê ronahiyê ku dest pê dike wek şaxeke edebî …

Tîrmeh, 2016

  • 23 Tîrmeh

    Ehmedê Xanî gunehkar e!

    Şarezayê siyasetgeriyê Makyavelî ji bo yekitiya siyasî ya Îtalyayê li kurmîrekî digeriya (prens), xebata siyasî ya Cesare Borgia, di destpêka salên 1500î de, di vê çarçoveyê de mulaheze dikir. Xanî jî weke Makyavelî li prensekî kurd ko karibe yekitiya siyasî ji bo kurdan pêk bîne fikirên xwe pêşkêş kir… Garîbaldî ji bo yekitiya siyasî ya Îtalyayê bû prensê pêdivî. Bîsmarck …

  • 22 Tîrmeh

    Ahmedê Hepo – 80

    Ahmedê meyî Hepo  80 salî ye. Tê bêjî duh bû. Em nivîskarên gênc bûn, xwendevan, heval… Rojnema RIYA TEZE, Radiyo para axaftinê kurdî, sêksiya nivîskarên kurd, ciyêrasthatinên me bû. Yêrêvana salên şêstî-heftêyî, bîranîn… Paşê Ahmed çû Bekûyê. Çiqas zû sal derbas bûn.Emir çemekî leze. Emrê me wek çemekîçiyê lez û bez derbaz bû. Hevt xazya min li wî bendeyî kê …