Çarşem , Qanûn 11 2019
Destpêk / Jiyan / Xwarin (pel 5)

Xwarin

Mirîşka Heşandî

MELZEME – PÊDIVIYÊN XWARINÊ Têra 8 kesan *Mirîşk: Hebek *Birinc:  2 qedehên avê *Parçegoştê sor: 200 gr *Rûnê malê: 4 kevçiyê xwarinê *Rihan: Nîv kevçî *Îsota pûlikî: Nîv kevçî *Îsota reş: Kevçiyekî çayê *Xwê û av: Têra xwarinê ÇÊKIRINA MIRÎŞKA HEŞANDÎ Mirîşka xwe bişon û ziwa bikin, birincê xwe bişon, bisefînin û bixin derdanekê, goştê xwe hûrik hûrik hûr bikin. …

Bêhtir Bixwîne »

Eşkeneya Goştê Sorkirî

MELZEME- PÊDIVIYÊN XWARINÊ Têra 4 kesan *Goştê pîrzolayê yê hatiye kutandin: Kîloyek *Pîvaz: Seriyek *Ava firingiyan û îsotan: Kevçiyekî xwarinê *Rûnê nivîşk: 3 kevçiyê xwarinê *Îsota pûlikî: Nîv kevçî *Îsota reş: Kevçikî çay *Xwê û av: Têra xwarinê ÇÊKIRINA EŞKENEYA GOŞTÊ SORKIRÎ Goştê xwe bi xwê, pîvazên hûrkirî û îsota pûlikî bifirikînin, terbiye bikin bixin derdanekê  bila vehese. Paşê goşt …

Bêhtir Bixwîne »

Tirşika Nokan

MELZEME- PÊDIVIYÊN XWARINÊ Têra 6 kesan *Goştê parsû: Nîv kîlo *Pîvaz: 2 serî *Nok: Qedehek avê *Ava firingiyan: Kevçiyekî xwarinê *Îsotên hêşîn:  2 heb *Rûnê nivîşk: Kevçiyekî xwarinê *Îsota reş: Kevçiyekî çay *Xwê û av: Têra xwarinê ÇÊKIRINA TIRŞIKA NOKAN Nokên xwe şevekê berê bixin avê bila nerm bibin. Dema we xist avê devê firaqê vekirî bihêlin da ku xazata …

Bêhtir Bixwîne »

Seleteya Eciqandî

MELZEME- PÊDIVIYÊN XWARINÊ Têra 4 kesan *Firingî: 4 heb *Pîvaz: 2 serî *Îsotên tûjik: 2 heb *Ava firingiyan: Kevçiyekî xwarinê *îsotan pûlikî: Kevçiyekî xwarinê *Naneya hişk: Kevçiyekî xwarinê *Rûnê zeyt: Kevçiyekî xwarinê *Leymûn: Hebek *Tirşa hinarê: Fîncanek *Xwê: Têra xwarinê ÇÊKIRINA SELETEYA ECIQANDÎ Hemû melzemeyên seletê bixin derdanekê, avê berdin ser wan û bişon. Firingiyên xwe biqeşêrin û gelek hûr …

Bêhtir Bixwîne »

Kebaba Balîcanan

MELZEME – PÊDIVIYÊN XWARINÊ Têra 6 kesan *Balîcan (ên gir û dirêj): 1,5 kîlo *Goşt: 1,5 kîlo *Firingî: 1 kg *Îsotên hêşîn: Nîv kîlo *Îsota reş: Piçek *Xwê: Têra xwarinê ÇÊKIRINA KEBABA BALÎCANA Balîcanên xwe bişon, bi qasî 3 santîman wan qet bikin. Goştê xwe yê ku ji bo kebaba balîcana hatiye veqetandin, tevî dûv bi zirxê hûr bikin, xwêya …

Bêhtir Bixwîne »

Şorbeşîr

MELZEME- PÊDIVIYÊN XWARINÊ Têra 4 kesan *Şîr: 2 qedehên avê *Av:  2 qedehên avê *Birinc: Nîv qedehê avê *Şekir: Qedehekê avê ÇÊKIRINA ŞORBEŞÎRÊ Av û şîr bixin beroşekê û tev  bidin. Beroşê bidin ser êgir heta ku bi kelê ket li hev bidin. Dema şîrê we yê avê  hatiye ronkirin bi kelê  ket, birincê  û şekirên xwe berdin navê, li …

Bêhtir Bixwîne »

Çorekê Amedê

MELZEME – PÊDIVIYÊN XWARINÊ Têra 8 kesan *Ardê genim: 2 kîlo *Şîr: Nîv kîlo *Hebikên dara kenêrê: Kevçiyekî xwarinê *Cehcehik: Kevçiyek xwarinê *Reşreşk: Kevçiyekî xwarinê *Kuncî: Qedehek bi yê qehwê *Hêk: Hebek *Rûnê malê: 500 gr *Xwê: têra çorekan *Av: Têra çorekan ÇÊKIRINA  ÇOREKA AMEDÊ Ardê xwe di teltekê de li moxil bixin, nava wî kort bikin, qedehek rûnê helandî, …

Bêhtir Bixwîne »

Exniya Cîgerê

ÊXNIYA CÎGERÊ (CİGER YAHNİSİ) MELZEME- PÊDIVIYÊN XWARINÊ Têra 4 kesan *Cîger (kezeb): Nîv kîlo *Kixsên pîvazan: 10 serî *Bexdenûs: Nîv qevd *Îsota pûlikî: Nîv kevçî *Salçeya firingiyan: Kevçiyekî xwarinê *Sîr: 4 dendik *Rûnê nivîşk: Kevçiyekî xwarinê *Gijnîj (a kutandî): Kevçiyekî çayê *Îsota reş: Kevçiyekî çayê *Xwê: Têra xwarinê ÇÊKIRINA ÊXNIYA CÎGERÊ Ewilî perdeya ser cîgerê rakin û cîgerê bikin keriyê …

Bêhtir Bixwîne »

Masiya Tirş

MELZEME- PÊDIVIYÊN XWARINÊ Têra 4 kesan *Masiyên çeman:  4 heb *Pîvaz: Seriyek *Rûnê nivîşk: Kevçiyekî xwarinê *Besîre (cur): Kevçiyekî xwarinê *Av: 2 qedehên avê *Xwê: Têra xwarinê ÇÊKIRINA MESIYÊN TIRŞ Masiyên xwe paqij bikin, bişon û xwê li wan bikin. Pîvaza xwe tenik û xelekî hûr bikin.Cûrê xwe di du qedeh av de bikelînin û paşê ava wê bisefînin. Dîzika …

Bêhtir Bixwîne »

Kebaba Sêniyê

MELZEME – PÊDIVIYÊN XWARINÊ Têra 4 kesan *Goşt. Kîloyek *Firingî: Nîv kîlo *Îsotên tûjikî: 6 heb *Rûnê nivîşk: 2 kevçiyê xwarinê *Dûv: Têra xwarinê *Sîr: Serîyek *Îsota reş: Kevçiyekî xwarinê *Xwê: Têra xwarinê ÇÊKIRINA KEBABA SÊNIYÊ Goştê xwe bikin kerî û di sêniyê de rêz bikin. Firingî û îsotên xwe yê hûrkirî  li ser goştê xwe rêz bikin, sîran biqeşêrin …

Bêhtir Bixwîne »