Giştî

Hezîran, 2021

  • 7 Hezîran

    Cixara dawîn

    Li ser dîwarên kuçeyên taxa me wêneyên minên xêzkirî Di destê qomserê taxa me de navnîşana min Heçku diçe nêzê min dibin Derdora min hatiye dorpêçkirin Bêhêvîtî xwe li dilê min dipêçe Li pişt xwe nefesa neyarên dest bi xençer hîs dikim Bêhna mirinê çi xerîb e! Di demança min de sê gule hene Yekê ji bo xwe dihêlim Duduyan …

Gulan, 2021

  • 11 Gulan

    MIŞKÊ WELÊT

    Meta Cemile xelkê Mûşê ye. Li gundekî Mûşê hatîye dinyayê û mezin bûye. Li wira, bi yekî wir re, li gor edetên wira zewicîye. Wek her gundîyekî, ew û malbata wê, bi kar û şuxulên gundewarî salan diborînin. Sal bi salê, sal li pey hev digindirin û tam çil salên xwe, li heman gundî derbas dikin. Roj tê, mîna ku …

Nîsan, 2021

  • 3 Nîsan

    Cewşena Kurdî – Parçeyên1-10

    Bi navê Ellahê Rehman û Rehîm Ya Rebbi, ez bi van navên Te, ji Te dixwazim, 1. Ey Ellah (ê xwedîyê her tiştî) 2. Ey Rehman (ê ku rizqên hemû mexlûqan dişîne) 3. Ey Rehîm (ê ku li axretê rehmê tenê li dostên xwe dike) 4. Ey ‘Elîm (ê ku her tiştî dizane) 5. Ey Helîm (ê ku ji evdên …

  • 3 Nîsan

    Mizgîn Hesko berhema xwe ya nû:Nexşeya rewanê bêdengiyê

    Nûtirîn berhema helbestvan û nivîskara Kurd a ji Rojavayê Kurdistanê Mizgîn Hesko û ji nav weşanên Serserayê derket. Berhema nû ya Hesko ku ji 92 rûpelan pêk tê, helbest e û bi navê Nexşeya rewanê bêdengiyê ye. Ev berhem di adara 2021ê de hate çap û belavkirin. Tabloya bergê ji hêla Cîhan Îbrahîm ve hatiye çêkirin. Kitêb 30 helbestan li …

Adar, 2021

  • 29 Adar

    RêzeWebinar – Di Weşangeriya Kurdî de Kovar

    RêzeWebinar -1- Di Weşangeriya Kurdî de Kovar RêzeWebînar -2- Di Dema Meşrûtiyeta Duyem de yekem Kovara Kurdan RêzeWebînar -3- Têkiliya Kovara Hawarê bi avakirina nasnameya netewî û bi çapemeniyê re RêzeWebînar -4- Di dema Şerê Sar de li Ewropayê Kovargeriya Kurdî

  • 27 Adar

    Pîrê Şalyar

    “Merasima Pîrê Şalyar” Pîrê Şalyar kurê yek ji rêber û muxên Zerdeştiyan bû ku li gor baweriya xelkê Hewramanê, gihiştibû radeya bilind ya manewiyet û arîşenê û hin mûcizeyên wî jî hebûn. Hin zanistvan dibêjin ew di salên dawî yên imrê xwe de ,Dînê Îslamê pejirandiye û tevahiya hewl û xebata wî ew bûye ku Îslamiyetê bi gel bide nasandin. …

  • 15 Adar

    PEYVA ZEND

    Peyva “zend”ê yek ji wan peyvên kevnar anku Pehlewanî-Avestayî ye ku xwedî roleke mezin û watedar e, mixabin di zimanê îro ya Kurdî de zêde nemaye, lê di çend cihekî de bêkes maye. Zend di “şerḧ, î’rab, şîrove, teḧlîl, tefsîr, rave” hwd… şênber e. Çawa dînên Erebî û Cihûyî anku Tewrat, Încîl û Qûran çawa ji aliyê mela û zanayên …

  • 14 Adar

    Hewramana Text

    Hewramana Text bajarekî ser bi navçeya Sewlavayê a girêdayî parêzgeha Sinê ye. Ev bajar yek ji girîngtirîn bajarên Herêma Hewramanê ye.Ji ber ku hem mîmariya wê mîmariyek taybet e û hem jî gelek cejin û rêûresmên dînî û neteweyî di vî bajarî de tên lidarxistin. Ev bajar ji aliyê rojava bi Başûrê Kurdistanê re û ji aliyê bakur bi bajarê …

  • 7 Adar

    E-MENÎ

    Yek ji paşgirên di zimanê Kurdî de bi taybet di zarê Soranî de paşgira “e-menî”yê ye, kêzkirina wê di zimên de dikare bibe zengîne û gencîneyeke hêja û mezin. Paşgira “e-menî”yê tê wateya “hemû, her cûr, her çeşin, her şêwe, hemeng” hwd… Bo zêdetir aşnabûn û berçavroniya wê, em ê çend mînakên hêja û şênber bibînin di warê peyvsaziyê de, …

  • 7 Adar

    Muzîka Kurdî

    Muzîka kurdî navê hemû cûreyên stranbêjî, dengbêjî û kilamgotina gelê kurd e. Bingeha wê ji dengbêjiyê, ji çîrok xwendina melodîk pêk tê. Li gorî vê yekê di nava muzîka kurdî de sê beşên bingeh hene: çîrokbêjî, stranbêjî û dengbêjî. Pirraniya stranên kurdî ji du qite û deh heceyan pêk tê.Taybetiyeke din a muzîka kurdî ev e ku melodiyên xwe hêsan …