Hunermendê navdarê Kurd Hejar Zehawî, yekem car li Tehranê workshopek du rojî li ser amêra Defê saz kir û 120 kes beşdar bûn. Hejar Zehawî li ser workshopê ji Rûdawê re ragihand, ku rojên 25 û 26ê vê mehê yekem car li paytexta Îranê bajarê Tehranê, li ser daxwaza rêvebera hunerê ya vê worksopê Eselî Melikzade, bi serperiştiya Dezgeha Ferheng …
Sibat, 2018
Rêbendan, 2018
-
30 Rêbendan
Nimûneyeka Çavrêkirî ji Mîrên Baban
Vî navî re, di esnayê ger û geşta xwe di nav destxetên Kibêxaneya Ewqafa Merkezî ya Bexdadê de rêya min bi nameke hêtîm ya Omer Paşayê walîyê Bexdadê ku ji walîyê Mûsilê re şandîye ket. Ji nameyê derdikeve ku ew bersiva nameka walîyê Mûsilê ji walîyê Bexdadê hatîye. Lê mixabin nameya walîyê Mûsilê ne bi vê belgeyê re ye û …
-
29 Rêbendan
Şivan Perwer ji bo Efrînê stranek got
Hunermendê Kurd ê navdar Şivan Perwer ji bo Efrînê straneke taybet got. Perwer di strana xwe de dibêje: “Haya dinyayê jê nîne, li welatê min bû şîn e.” Şivan Perwer di starana xwe ya ji bo Efrînê de bal dikşîne ser şer û karesatên ku di van demên dawî de têne ser Kurdistan û neteweya Kurd û dibêje: …
Hezîran, 2017
-
30 Hezîran
Li Amedê tenê 2 kes ji wan mane
Li bajarê Amedê peykersazê bi navê Mehmûd Nûredîn Medyelîoglu ji 2 peykersazên keviran yek e, ku ew bi kevirên Amedê peykerên şûnwarên Amedê çêdike. Medyelîoglu ev 14 sal in dest bi vê karê kiriye. Ew rojê 8 seetan di atolyeya xwe de peykeran çêdike û dibêje: “Heke ev huner di deswtê min de nebûya niha ez nesaxê nav nivîna bûm.” …
Cotmeh, 2017
-
18 Cotmeh
Albuma nû ya Mikail Aslan li ber derketinê ye
Hunermend Mikail Aslan, amadekariyê albuma xwe ya nû dike. Aslan ji bo dubare rojevbûna tirkîkirina muzîka kurdî wiha got: “Aşkerebûna vê yekê pir girîng e.” Hunermend Mikail Aslan ku di muzîka kirmanckî de deng û awazeke girîng e, xebatên xwe yên ji bo albuma nû didomîne. Aslan, behsa xebatên xwe yên albuma nû kir û bal kişand ser ji nû …
Îlon, 2017
-
25 Îlon
Hemolek û Kemolek
Hebû tûnebû, ji rojan rojkî, Hemolek û Kemolek hebûn. Herdu bihevra dijiyan. Rojekî biharê, baran barî û xaniyê wan dilop dikir. Hemolek derdikeve ser xaniyê ku banê wî lox bike. Linga wî dişimite û dikeve bin loxê dimire. Xwîna wê bi ava baranê ve ji çironekê tê xwarê. Wê demê Qijtik jî tê mêvaniya wan û mêze dike ku ji …
-
23 Îlon
Li Diyarbekirê koma erbaneyê ya 45 jinên ciwan deng veda
45 jinên ciwan ên Diyarbekirê, di hunera erbaneyê de tevlî projeyeke muzîkjeniyê bûn û bi awayekî komî ji bo li ser navê ciwanên Diyarbekirê li bajarên Tirkiye û bakûr derkevin ser dikên mezin; perwerdehiya xwe dewam dikin. Projeya ku bi piştgiriya Şaredariya Kayapinarê ya Diyarbekirê, li Navenda Çandê ya Cegerxwînî tê rêvebirin, ji aliyê xelkê ve jî rastî eleqeyeke baş …
-
10 Îlon
Çîroka Pîşîk û Mişkî
Vehûner ‘Ubeydê Zakanî Wergêr ji farsî: Perwîz Cîhanî «Çîroka pişîkê digel mişkana Yadigara ‘Ubeydê Zakana Kire kurmancî Perwîz Cîhanî Da ji çîrrokê tiştkî bizanî» ‘Ubeydê Zakanî yek ji helbestkar û nivîskarên fars yê bi navûbang e, ku li sedeya heştê mişextîyê heyvî di bajarê Qezvînê da jîyaye. Ew bi çîrokên xwe yên qerfî û rexneyî navidar e. Çîroka mişk û …
Tebax, 2017
-
20 Tebax
Bi kurdî navê rengan: 96 reng hene
Çend roj berê min li rûpela xwe ya Facebookê pirsa navê rengan ji hevalên xwe kiribû. Bereketa Xwedê li Facebookê û hevalan be, navê 96 rengan ji bo min hatin hinartin. Diviya min navê wan xwişk bira jî li vir binivîsandiba, lê ez ji heq derneketim ku binivîsim, ji ber hindê lêborîn ji wan dixwazim. Min ew navên rengan tev …
-
12 Tebax
Melek Rojhat: Ti caran bi tirkî stranan nabêjim
Hunermend Melek Rojhat berî bi berdewamî di navbera Bakûr û Başûrê Kurdistanê de hatinçûn dikir lê ev demeke dirêj bû, ku serdana Başûr nekiribû. Vê carê mijara giştpirsî û serxwebûnê vê xanima hunermend tîne Başûrê Kurdistanê. Ew dixwaze bi rêya hunera xwe piştgirî bide giştpirsiyê. Melek Rojhat derbarê serdana xwe ya dawîn de ji Rûdawê re got: “Min helbest …